• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şagirtên xwendegeha kurdî bawernameyên xwe girtin

Zurich / AW

8 HEZÎRAN 2025 - 00:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komeleya Hîndekariya Kurdî ya li giştiya Swîsreyê dibistanên kurdî saz dike û bi rê ve dibe, bi navgîniya bidawîbûna sala xwendegehê ya 2024-25an bawernameyên şagirtan bi şahiyeke  dan. Dayik û bavên şagirtan û gelek kes tevlî şahiyê bûn.

Li bajarê Zurichê yê Swîsreyê 36 şagirt li heman dibistanê wek çar polan ji asta berî xwendegehê heta asta jorîn tev li dersên kurdî dibin. Şagirt hînî ziman, çand, dîrok, erdnîgarî û çîrokên kurdî dibin û temenê wan di navbera 6-14 salî de tê guhertin. Dibistan rojên şemiyê danê sibehê xizmetê dide zarokên kurd. Kesên dixwazin zarokên xwe li xwendegeha kurdî bidin qeydkirin, dikarin li ser malpera kurdisch.ch serlêdanê bikin, an jî ji dibistana lê dixwînin forma serlêdanê ji mamosteyên xwe yên Swîsreyî bixwazin. Ji ber ku dibistanên kurdî yên Komeleya Hîndekariya Kurdî bi awayekî fermî, bi dibistana pedagojî ya Zurichê û bi mudîriyeta perwerdeyê ya Kantona Zurichê re bi hev re dixebitin, deqdan û notên zarok li ser bawernameya xwe distînin, rasterast derbasî ser bawernameya wan a xwendegeha Swîsreyî dibe û ev jî bandoreke erênî li ser bawernameya wan dike.

Komeleya Hîndekariya Kurdî ji sala 2007an û vir ve li Swîsreyê xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û ji sala 2014an û vir ve bi awayekî fermî li dibistanên kantonan dersên kurdî dide.

Bi gelemperî niha li kantonên Baselstadt, Baselland, Aargau, Bern, Luzern û Zurichê bi tevlêbûna 10 mamoste, 100 şagirt û malbatên wan xwebatên zimanê kurdî û perwerdeya kurdî bi awayekî dildarî bi rê ve dibe.

Komeleya Hîndekariya Kurdî di çarçoweya xebatên xwe de, ji asta berî xwendegehê heta asta jorîn bi giştî 21 pirtûkên hîndekariya kurdî ji bo her polekê du pirtûk, ji bo deh salên perwerdeyê 21 pirtûk amade kirine û pirtûkên çîrokan ji zimanên biyanî wergerandiye kurdî ku zarok bi dilxweşî bixwînin.

Şagirtên îro bawernameyên xwe ji dest mamosteyên xwe girtin, mamosteyên bawername dan. Dayik û bavên şagirtan diyar kirin ku ew bi dilxweşî tên xwendegeha kurdî, bi zimanê dayika xwe dixwînin, dinivîsin, diaxivin, distirên, govendê digirin, wêneyan xêz dikin û bi hev re hevaltiyê ava dikin. Ew ji vê yekê jî dilxweş in û spasiya xwe ji Komeleya Hîndekariya Kurdî re diyar kirin, da ku ev xizmeta bêhempa daye wan û zarokên wan. Şahiya dayîna bawernameyan bi stranêm stranbêj Yadîgar bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku vê hefteyê şagirtên li Baselstadt û li Zurichê bawername wergirtin, roja çarşemê yên li Basellandê û li Bernê, roja sêşemê jî yên li Luzernê wê bawernameyê xwe bigirin û dawiya meha hezîranê wê xwendegeh dest bi bînvedana havînê bikin, heta meha îlonê dest bi saleke nû ya hîndekariyê bikin.

Etîket: bawernameKurdîşagirtZûrich
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

15 ÎLON 2026
Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

6 ÎLON 2026
‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

8 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne