• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pervîn Bûldan: Em ji Birêz Ocalan bawer in

Wan / AW

7 HEZÎRAN 2025 - 18:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran cejna gel pîroz kir.

Wan

Li Wanê rêvebirên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi gel re cejn pîroz kirin. Pîrozbahiya cejnê ku li avahiya Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê pêk hat û di nav de endama Serokwekîla Meclisê ya DEM Partiyê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan û gelek kes amade bûn.

Di serdanên cejnê de Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de hatiye kirin û got, “Banga Birêz Ocalan ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî wateyeke dîrokî ye. Bi vê pêvajoyê re têkoşîna gelê Kurd derbasî qonaxeke nû bûye. Divê hikûmet hêviyên gel pêk bîne. Divê dewlet xwedî li sozên xwe derkeve.” Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt jî got, “Ev pêvajo dikare ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn rê li ber aştiyeke bi rûmet veke. Ji ber vê yekê divê her kes li banga Ocalan xwedî derkeve.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan diyar kir ku ew hêvîdar in cejn rê li ber aştiyeke mayînde veke û wiha got: “Heta Birêz Ocalan û hemû hevalên me yên girtî azad bibin, têkoşîna me wê bidome. Gelê kurd heta roja îro bedelên giran da, lê belê hebûna xwe jî misoger kiriye ku ji aliyê hemû cîhanê ve bê naskirin. Pêvajoya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin wê rê li ber azadiya gelê me veke. Têkoşîna me ya li dijî qeyûman wê bidome. Em vîna vî gelî ne û em ê heta dawiyê di xizmeta gel de bin.”

 

Di dawiyê de Pervîn Bûldan axivî û wiha got: “Em ketine pêvajoyeke nû ku em hemû bi hêviyeke mezin xwe di nava xwe de dibînin. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ di nava mîlyonan mirovî de kelecan û hêviyek mezin ava kir. Di her hevdîtinê de ku me bi Birêz Ocalan re kir, ji me xwest ku em silavên wî yên taybet ji tevahiya gelê xwe re ragihînin. Bi vê wesîleyê silav û hezkirinên Birêz Ocalan ji gelê Wanê re radigînim. Di her hevdîtina me de destnîşan dikir ku em ê bi hêvî û coşeke mezin ji vê pêvajoyê derkevin. Di nîqaşên me de Birêz Ocalan hişyarî da û got, ‘Ev aştî wê bibe aştiyeke bi rûmet. Ji bo tiştên dawî yên divê ewilî bên kirin, pêşiyê nede’ Ji ber vê yekê divê gelê me xwe rehet hîs bike. Eger aştiyeke bi rûmet pêk neyê, ev aştî pêk nayê. Em di destpêka serdemeke nû de ne ku gelê Kurd tevî hemû gelan wê bigihêje azadiya xwe. Em ji vê pêvajoyê bawer in. Ji ber ku Birêz Ocalan parçeyek ji vê pêvajoyê ye û em pê bawer in.”

Îzmîr

Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Îzmîrê bi wesîleya Cejna Qurbanê li avahiya navendê bi welatiyan re hat gel hev û cejna wan pîroz kir. Parlamenterên DEM Partiyê yên Îzmîrê Îbrahîm Akin û  Burcugul Çubuk jî tevli bernameyê bûn.

Hevseroka DEM Partî ya Îzmîrê Fulya Erdogan da zanîn ku ew bi hêviya aştiyê hatine gel hev û j ibo ev hêvê bê mezinkirin wê têbikoşin. Her wiha Fulya Erdogan daxuyakirin bila cejn bibe wesîleya aştiyê. Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Selçuk Odabaş jî balkişand ser têkoşîna hepvar û cejna welatiyan pîroz kir.

Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk jî wiha got: “Bila cejn dibe hêviya aştiyê. Em bi hêviyên mezin xwedî li aştî û azadiyê derkevin. Ev pergala ku hebûna Kurd bi terorê re wekhev dibîne divê êdî biguhere. Em ji bo vê her sal bi hêviyên mezintir derdikevin vê rê.” Parlamenter Îbrahîm Akin jî daxuyakirin ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Berdana çekan nayê wateya teslimiyetê.Erka me ya ku em hebûna Kurd mezin bike heye. Çareseriya pirsgirêkan bi civakek rêxistinkirî pêkane.”

Bername bi gotinên welatiyan yên ji bo cejnê anîn ziman bidawî bû.

Edene

Di pîrozbahiya cejnê de ku li avahiya Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya DEM Partiyê hate lidarxistin, rayedarên partiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr û gel hatin cem hev. Di tevahiya pîrozbahiya rojê de li ser geşedanên heyî axaftin hatin kirin.

Her wiha welatiyên ji bo malbatên girtî û hikumxwaran (AATÛHAY-DER) û Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Edeneyê re serdanên betlaneyê li Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Hezkiriyên Xwe Winda Kirin (AKKAY-DER) û Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (AATÛHAY-DER) ziyaret kirin.

Rêvebirên DEM Partiyê li Mêrsîn, Osmaniye, Hatay û Antalyayê bi welatiyan re cejn pîroz kirin.

Etîket: BuldancejnDEM PartîOcalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026
MYKa DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî civiya

MYKa DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî civiya

12 TEBAX 2026
Li Amedê kampanyaya ‘Bi keda kolektîf bajarên paqij’ hate destpêkirin

Li Amedê kampanyaya ‘Bi keda kolektîf bajarên paqij’ hate destpêkirin

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne