• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em dixwazin demildest aştî pêk were’

Omer Demîr / AW

19 GULAN 2025 - 08:41
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Dayikên ku li Amedê tev li bîranîna damezrînerên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bûn diyar kirin ku bi şehadeta wan xemgîn in û xwestin demildest aştî pêk were.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 12ê Gulanê de encamnameya kongreya xwe ya 12emîn eşkere kir û şehadeta du pêşeng û damezrînerên xwe Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand. Kongre diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn kirin. Piştî daxuyaniya PKKê li gelek bajaran Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin bibîranîn. Li Amedê jî bi pêşengtiya MEBYA-DER, DEM Partî û DBPê bi tev li bûna hezaran kesan pêşengên PKKê li Qada Şêx Seîd hatin bibîranîn. Bi hezaran kes tev li bîranînê bûn. Welatiyên ku tev li bîranînê bûn ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Em gelek xemgîn in’

Dayika bi navê Sadîke Akdag da zanîn ku ji bo bîranînê ji Mersînê hatiye û wiha axivî: “Em îro ji bo her du pêşengan li vir in. Ez gelek xemgîn bûm, ew salên dirêj têdikoşiyan. Em dixwazin di nava aştî û wekheviyê de bijîn. Em dixwazin girtîgeh vala bibin.”

‘Divê dewlet jî zelal be’

Dayîka bi navê Aycan Metîn jî diyar kir ku ew êdî şer naxwazin û wiha got: “Ez dixwazim êdî aştî were. Bila dayîkên gerîla û leşkeran negirîn. Êdî bes e, bila me nexapînin. Ez dixwazim Serokê me azad bibe, tevahiya girtîgehan vala bibin. Daxwaza me zelal e divê dewlet jî zelal bibe. Armanca me rawestandina şer e. Em mafê zimanê xwe û azadiya xwe dixwazin. Baweriya me bi dewletê nayê. Ji bo baweriya me were divê girtîgeh vala bibin, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”

‘Em dixwazin Serokê me azad bibe’

Dayîka bi navê Hediyê Yilmaz jî destnîşan kir ku ew ji Mersînê ji bo aştiyê hatiye bîranînê û wiha axivî: “Em gelek xemgîn in. Xwedê heqê wan li erdê nehelê. Em îro ji bo tevahiya girtiyan li vir in. Em dixwazin deriyê girtîgehan vala bibe. Em dixwazin Serokê me azad bibe.”

‘Bila êdî tu kes neyê kuştin’

Dayîka bi navê Zêrin Ateş jî diyar kir ku ji Silopiyayê hatiye bîranînê û wiha got: “Em dibêjin êdî bes e. Bila êdî tu kes neyê kuştin. Îro girtîgeh tejî ne. Em dixwazin girtî tevahî bên berdan.”

 

Etîket: alî haydar kaytanaştîdayikMêrsînRiza Altûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tevî 3 şaredarên Mersînê 59 kes hatin binçavkirin

Tevî 3 şaredarên Mersînê 59 kes hatin binçavkirin

1 COTMEH 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne