• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtiyê nexweş ku hatibû girtin, hate berdan

Fexredîn Kiliç / AW

17 GULAN 2025 - 08:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Girtiyê nexweş Nîmet Degîş ku piştî 30 sal û 8 mehan di Adara 2023yan de hatibû berdan ji ber ku 9 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn, di 2yê Gulanê de dîsa hatibû girtin. Nîmet Degîş ê di 9ê Gulanê de bi şertê kontrola edlî hate berdan qala pirsgirêkên girtîgehê kir.

Girtiyê nexweş Nîmet Degîş (68) e li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê dihat ragirtin piştî 30 sal û heşt mehan di 11 Adara 2023yan de hatibû berdan. Dema Nîmet Degîş û çend hevalên xwe ên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê diman, di 2yê Çileya 2014an de serê kameraya ku li hewşa qawişa lê diman dinêrî, daxistibûn jêr û hesinê wê xwar bûbû. Dadgeha Înfazê ya Bolûyê bi îdiaya “Zirar dane malê cemaweriyê” 9 meh cezayê hepsê li Nîmet Degîş birî bû. Ji ber Dadgeha Destûra Bingehîn ev ceza pejirand, Nîmet Degîş di 2yê Gulanê de dîsa hate girtin û ew birin Girtîgeha Servekirî ya Amedê. Tevî nexweşiyên Degîş ên weke faranjît, guatr, fitiq, gurçik, mîde, prostat, nebihîstin, hestiyan, sendroma lingan, vertîgo û rûviyan hebûn jî ew hate girtin.

Nîmet Degîş 3 rojan li Girtîgeha Servekirî ya di nava Kampusa Girtîgeha Amedê de ma û du re ew birin Girtîgeha Servekirî ya li Tekelê ya li Taxa Medya ya li navçeya Peyas a Amedê. Nîmet Degîş di 9ê Gulanê de bi şertê kontrola edlî hate berdan. Nîmet Degîş niha heftê du caran îmze diavêje û mehê carekê jî tev li semîneran dibe. Nîmet Degîş piştî 3 mehan dê hefteyê rojekê îmzeyê biavêje û ev rewş wê heta 9 mehan berdewam bike. Nîmet Degîş têkildarî rewşa girtîgehê ji ajansa me re axivî.

‘Nêzîkî 100 kesan li cihekê radizên’

Nîmet Degîş bal kişand ser pirsgirêkên li hefsa servekirî heyî û wiha got: “Jê re dibêjin hepsa servekirî lê rastiya wê ne wisa ye. Ji jiyaneke asayî re ne guncav e. Ji hêla jiyan û paqijiyê ve pirsgirêk hebûn. Nêzîkî 100 kesan li cihekê radizên. Lê ew cih jî weke axûr e, pirr berbat e. Mirov dikare bêje weke cihekî rehabîlîtasyonê ye. Xwe di hejmaran de didin hîskirin. Her roj 5-6 carna 7 caran tên hejmarê. Weke qişlayê û nîzama leşkerî ye. Ji hela revîrê ve ez roja duşemê (5ê Gulanê) çûm revîrê, roja Înê (9ê Gulanê) derman hat. An ku di pênc rojan de derman hat. Ew jî dermanên min neanînin. Qûtiyek antîbiyotîk tenê anîn. Gefek li ser girtiyan heye. Dibêjin hûn li gorî me tevnegerin hûn ê ji girtîgeha servekirî biçin ya sergirtî. Nîzama xwe bi vê gefê pêk tînin.”

‘Bi awayek nexweş û li ser piştê min 8 rojan ragirtin’

Nîmet Degîş di berdewama axaftina xwe de ev agahî dan: “Divê li girtîgehê qeyda min a ketinê çêkirina û ez derxistima. Bi vî awayê nexweş li ser pişte 8 rojan ez li wir hiştim. Nexweşên wiha jî li wir hene. Girtiyên temen mezin hene ku nikarin di wan şert û mercan de bimînin. Ez ne rehet bûm. Hevalan çend caran ew rehetsiz kirin ku min bibin nexweşxaneyê. Destên min kelemçe nekirin lê li nexweşxaneya kampusê destê ciwanekî kelemçekiribûn û wiha xwîn jê girtin. Piştre min birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê.”

‘Embara Tekelê kirine girtîgeh’

Nîmet Degîş da zanîn ku wexta ew hate girtin ewilî ew birin Girtîgeha Kampus a Amedê pişt re ew birin Girtîgeha Servekirî ya Tekelê û ev tişt gotin: “Girtîgeha Servekirî li ser Cadeya Tekelê ye. Embara Tekelê kirine girtîgeh. Ji ber wê jî hijyen, paqijî nîne. Bi şev ewqas mirov li ser hev li cihekî dimînin mirov nedikarî hewa bistîne. Carekê gazî me kirin em birin cem meleyî. Me guhdarî nekir xwe bi xwe diaxivî. Wekî din girtiyên edlî yên ne misilman û yên misilman di nava hev de ne pirsgirêk derdikevin.”

Bang li saziyên mafên mirovan û hiqûqê kir

Nîmet Degîş bang li saziyên mafên mirovan û hiqûqê kir û wiha got: “Divê saziyên mafên mirovan li ser van pirsgirêkan bisekinin. Ev sazî biçin van girtîgehan kontrol bikin. Stargehên heywanan jî ne wiha ne. Divê girtiyên nexweş rojekê jî girtî nemînin. Divê ew û girtiyên pîr demildest bên berdan. Girtiyên nexweş pir in, şert û mercên hefsan êdî nayên kişandin. Li gorî demê hovîtî ye. Girtiyên nexweş gelemperî nabin nexweşxaneyan, an bibin jî destên wan kelemçekirî tên dermankirin. Ew jî bi bazdanê dibin û tînin.”

 

Etîket: girtîgehGirtiyê nexweşNîmet Degîş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

3 COTMEH 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

19 TEBAX 2026
‘Tevî raporê girtiyê nexweş ê giran Necdet Koç bernadin’

‘Tevî raporê girtiyê nexweş ê giran Necdet Koç bernadin’

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne