• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Êdî derfeta aştiyek mayînde çêbûye

Mûş / AW

14 GULAN 2025 - 16:09
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Mûşê axivî û got: “Ya ku divê bala me li ser be paşeroja Tirkiyeyê ye, derfetê aştiyeke mayînde ye, demokatîkkirina komarê ye, lê hinek radibin hewl didin tiştên cuda bikin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li Mûşê tev li bernameya “Li hemberî krîza çandiniyê em bi cotkaran re dicivin” bû.

Konferans li salona konferansê ya Şaredariya Mûşê pêk hat û li gel gelek cotkaran, nûnerên rêxistinên sivîl û welatî beşdarî civînê bûn. Her wiha parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê jî di civînê de amade bûn. Bakirhan û şandeya pê re serdana cotkaran kirin.

Bakirhan bal kişand ser pêvajoya nû û ji bo serketina wê hesas tevdigerin û wiha got: “Her çend di dilê me de êş hebe, qeyûm bên tayînkıirin û bi hezaran hevalên me di girtîgehan de bin jî em dixwazin pêvajo pêş bikeve. Ji ber ku ev pêvajo dê girtîgehan vala bike. Ev pêvajo dê êşa di dilê me de sivik bike. Heke bi ser keve dê cotkarên me alîkariya ceyran û gubreyê bigirin. Dê budçeya Tirkiyeyê ji bo şer û pevçûnan neyê bikaranîn. Lewma ne pêvajoyeke di navbera DEM Partî û AKPê de ye, pêvajoyeke di navbera dewlet, hikûmet û 86 milyon welatiyan de ye ku dê xwişk-biratî û wekheviyê pêk bîne.”

‘Bila razemenî ji bo Mûşê jî were kirin’

Bakirhan axaftina wiha domand: “Di demeke em hewl didin paşeroaj xwe ya hevpar ava bikin û aştî û demokrasiyê cîbicî bikin de wekî her carê dîsa hin kes hene hewl didin tovê nîfaqê bireşînin. Hin kesên ji aştiyê aciz jî hene. Ev kes naxwazin ku êdî zarok jiyana xwe ji dest nedin û dayik negirîn. Dema em li ser firsenda dîrokî û aştiyê diaxivin de hin kes li ser Lozanê nîqaşan dikin û dibêjin ‘Wê dewlet dabeş bibe, dewlet têk çû, tune bû’. Hewldaneke dewletê hildiweşîne, komarê tune dike nîn e. Em dixwazin komara ku me bi hev re 100 sal berê ava kirî demokratîk bikin. Em dixwazin ev komar Kurdan nas bike, Kurdan weke hemwelatiyên wekhev bibîne û wisa nêz bibe. Em dixwazin alîkariya ji bo Sakarya, Adapazariyê tê kirin ji bo Mûşê û gundên wê jî were kirin. Lê hin kes ji rastiyan aciz dibin. Aştî û demokrasî pêşeroja vî welatî ye lê ev kes hewl didin vê hewldanê tune bikin.

Em niha di qonaxeke ku çek bêdeng dibin û îxtîmala aştiyê derketî de ne. Yên ku di vê qonaxa pîroz de hewl didin şer gur bikin bila bizanin ku tişta li dijî wê derdikevin hiqûqa wekhevî û aştiyê ye. Hewl didin vê pêvajoya aştiyê têk bibin. Hewl didin bi rojevên çêker re hewldana aştiyê têk bibin. Em bi hev re Tirkiyeyeke her kes xwe tê de wekhev û azad hîs dike ava bikin. Sabotekirina hewldanên bo aştiyê, tê wateya ‘bila aştî nebe, bila mirov bimirin’. Ma xelkê Mûşê bi vê rastiyê nizanin? Lê em bi van tiştên biçûk re dema xwe vala derbas nekin. Bala me li ser wê ye ku vê pêvajoyê bi ser bixin û vî welatî veguherînin welatekî demokratîk û dewleta hiqûqê. Lewma em ê bi sebrekî mezin vê têkoşîn û pêvajoyê bidomînin.

Xerckirina budçeya ji bo şer

Dinya dîsa diguhere. Ew kirasê yekperest û mezhebperest ê sed sal berê li gelên Rojhilata Navîn hatibû kirin, êdî ji bo gelan teng tê. Îktîdar diguherin, pergal diguherin. Şer û alozî heye. Tirkiye li kêleka vî şer û aloziyê ye. Lewma jî rêya xurtkirina Tirkiyeyê, avakirina komara demokratîk, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û dubarenekirina xeletiyên berê ye.

Divê pergaleke ku li gorî ziman, çand û baweriya Kurdan guncav were avakirin. Heke em bikarin aştiyê pêk bînin, em ê wê demê bikarin çandiniyê, hilberînê, îstîhdamê, bereketê bînin vê xakê. Pêvajoya şer bi xwe re ji me tevan re birçîtî û xizanî anî. Bacên me ji bo çek, top û tifingan xerc kirin. Heke îro teqawid hefsî 12-14 hezar lîreyan hatibin kirin, sedema vê ev şer e. heke kesên mûçeyê kêmtirîn digirin nekarin heqê kirêya xaniyê xwe jî bidin, ev ji ber şer e. Deynê stûyê me tevane ku wan milyar dolarên ji bo şer tên xerckirin bixin xizmeta cotkar, kedkar, bindest û xizanan.”

Pirsgirêkên cotkaran

Bakirhan bal kişand ser pirsgirêkên cotkaran û ev yek anîn ziman: “Heke em îro goştî biha bixwin, sedema vê polîtîkayên îthalatê ne. Cotkar pere qezenc nakin lewma nikarin debara xwe bikin. Lewma terka gundê xwe dike. Dewlet, ji bo bi 4-5 sermayedaran bide qezenckirin, ji Brezîlya, Arjantînê angusan îxrac dike. Tirkiye ku welatê çandiniyê ye, 9 milyon tonên genimî ji derve îthal dike. Heke heta Ûkrayna ya di şer de jî genimî îxrac bike, divê em hinek bifikirin. Hikûmet bi guherandina wezîran hewl dide vê şaştiyê sererast bike. Ma we çend wezîr guherandin lê nekarîn pêşiya vê krîzê bigirin. Mesele ne wezîr in, mesele guherandina zîhniyetê ye. Mesele ne guherandina wezîran, mesele piştgirîdayîna cotkaran e. Mesele subvansekirina gubre, mazot û ceyranê ye.

Em ê aştiyê jî bînin û qedexeyên li ser deşt û çiyayên xwe jî rakin. Êdî li gundên me yên rengîn em ê li gel cotkarên dewlemend bi hev re di Tirkiyeyeke demokratîk û aştiyane de bijîn. Ew roj zêde dûr nînin. Em li vir bangî îktîdarê dikin; êdî dev ji van polîtîkayan berdin. Bi koçberkirina Kurdan, bi xizankirina wan û bi dûrxistina wan a ji xak û warê xwe, we karî heta vir bên. Xuyaye ku we ji van polîtîkayan encamek bi dest nexist. Wê demê bila îktîdar guh bide daxwazên gelê Mûşê. Ajalkarî heye, febrîqeya şîr xwemalî dikin. Xwedîkirina pez heye lê kombîneya goş tê girtin. Febrîqeya şekirê heye lê xwemalî dikin. Divê tu piştgiriyê bidî cotkaran ku bikarin berheman hilberînin. Ji derve îthal neke.

Bila cerdevan êdî şivantiyê bikin

Di sala 1990î de li Mûşê milyonek û 800 hezar serî pez hebû. Em di sala 2025an de ne û niha nîviya wê jî nameye. Hûn çima pereyê ji bo top û tifingê vediqetînin ji bo çandinî û ajalvaniyê venaqetînin? Dev ji îthalkirinê berdin û piştgiriyê bidin cotkaran. Divê derzîkirin bêpere be, krediyên bi vadeyên dirêj bidin cotkaran. Derfetên di serdema AKPê de ji bo sermayedaran hatine avakirin divê ji bo cotkaran jî bên dayin. Cerdevan dê bêkar nemînin; çeka di destê wan de jê bistîne, şivekî bide destê wan û bila li gund şivantiyê bike. Ev kar birûmettir e. Li şûna ku zextê li gundiyê xwe bike, li şûna çekê li dijî mirovên xwe rake, bila biçe ber pez.

Divê kotaya ser silqê teqez were rakirin. Em soz didin ku ji bo vê em ê mitîngeke mezin lidar bixin. Tekane rojeva me dê bibe ev. Li şûna ku ji Amerîkayê çekan îthal bikî, li şûna ku pereyan bişînî fîrmayên mezin ên li wê derê, bihêlin bila cotkarên biçûk ên Mûşê hilberînin. Ji bo ku febrîqeyên mîna febrîqeya şekirê hatine xwemalîkirin dîsa bên vekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

 

Etîket: DEM PartîMûşŞaredariya MûşêTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne