• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partiyê têkildarî kongreya PKKê daxuyanî da

Navenda Nûçeyan / AW

9 GULAN 2025 - 16:32
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
DEM Partiyê piştî ragihandina kongreya 12emîn a PKKê diyar kir ku qonaxeke herî dîrokî û herî krîtîk a dîroka nêz a Tirkiyeyê pêk tê.

PKKê bi daxuyaniyekê ragihand ku 12emîn kongreya xwe li dar xistiye. Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî têkildarî kongreya PKKê daxuyanî da. Di daxuyaniya bi sernavê “Qonaxeke dîrokî ye: Berbanga nû ya aştî û yekitiya gelan” de hate gotin ku şahidiya qonaxeke herî dîrokî û herî krîtîk a dîroka nêz a Tirkiyeyê dikin.

Daxuyaniya DEM Partiyê bi vî rengî ye:

“1. Bi biryarên kongreya dîrokî ya PKKê re em ji pevçûnên pêncî sal in didomin gaveke din nêzî asoya aştiyê dibin. Ev gav, gava jinûve ajdayîna aştî û siyaseta demokratîk e ku xaka me ya qedîm bi sedsalaye li bi hesreta wê dijîn.

2. Beriya her tiştî, em hemû kesên di vê pêvajoya şer a demdirêj de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr tînin. Tecrûbeyên me yên jandar ên bi dehan salan nîşan didin ku reng, ziman û nasnameya êşê nîne. Di roja me de hêsirên çavan ên Kurdan, Tirkan, Çerkesan, Ereban, Elewiyan, Suniyan û hemî nasname û baweriyan di heman behrê de gihiştine hev. Em, êşa xwe ya hevpar di dilê xwe de dijîn; em ê bîranîna hemû kesên me winda kirine mîna emanetekî pîroz biparêzin û pêşeroja xwe ya hevpar ava bikin.

3. Dem dema wê ye ku em îradeya jiyana hevpar û wekhev deynin pêşiya her tiştekî. Dem dema wê ye ku ji bo civaka demokratîk, siyaseteke azad, baweriya bi hiqûqa gerdûnî û demokratîkbûnê xebat bên kirin û gav bên avêtin. Êdî bila tu ciwan ne li çiyê ne jî li bajaran jiyana xwe ji dest nede. Êdî li vî welatî ne dema siyaseta înkar û çekan, ne dema kînê ye. Dem dema lihevkirina demokratîk û civakî ye. Bila ne dengê jihevparçebûnê, dengê pêkvejiyanê û wekheviyê bilind bibe.

4. Li pêşiya aştiyeke birûmet û çareseriyeke demokratîk rûpeleke nû vedibe. Piştî vê qonaxa dîrokî; weke DEM Partiyê em di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriya meseleya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê divê di serî de TBMM hemû saziyên siyaseta demokratîk berpirsyartiyê li xwe bigirin.

Niha dema wê ye ku em dengê demokrasî û edaletê bilind bikin. Peywira dîrokî ya ji bo aştiya civakî dikeve ser milê Meclisê, ewqas pîroz e ku divê di bin siya tu hesabên siyasî de nemîne. Berpirsyartiya me ya sereke ew e ku em ji bo vê gava dîrokî veguherînin aştiyeke mayinde, zemîna qanûnî-sazûmanî bi hev re ava bikin.

5. Di vê kêliya dîrokî de, ji bo em bikarin vê firsenda avakirina pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê, divê rêveberiya welat jî bi berpirsyartiya xwe ya dîrokî rabe ku ev yek dê bibe temînata pêkanîna aştiyê.

6. Em spasiya birêz Abdullah Ocalan ku di pêşxistina vê pêvajoyê de berpirsyartiyeke dîrokî li xwe girt; spasiya gelên Tirkiyeyê dikin ku bi canê xwe, bi zarokên xwe, bi hêsirên çavên xwe bedela aştiyê dan; spasiya birêz Devlet Bahçelî dikin ku piştgirî da îradeya çareseriyê; spasiya birêz Serokkomar Erdogan dikin ku xwedî li vê îradeyê derket, spasiya birêz Ozgur Ozel û hemû lîderên muxalefetê dikin ku bi erênî nêzî pêvajoyê bûn.

Ji bo ev pêvajoye bi ser keve, berpirsyartî dikeve ser milê saziyên me yên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û yek bi yek 85 milyon welatiyên me ku aştiyê biparêzin, ava bikin û pêşeroja welat ji îro ve qezenc bikin. Em dixwazin ku aştiya Tirkiyeyê ji Rojhilata Navîn û cîhanê re bibe hêvî.

7. Weke DEM Partiyê, em sozeke pîroz didin gelên Mezopotamya û Anatoliyayê; em ê xwe ji hevrûbûna rastiyê û cîbicîkirina edaletê paşve nedin; em ê bi tu awayî rê nedin gav, gotin û çalakiyên ku ruhê kesên me winda kirine biêşîne û rêya aştiyê bigire. Em ê bibin parastvan û bargirên hemwelatiya wekhev, siyaseta demokratîk û aştiyê.

8. Îro, li rexekî barê hêviyeke mezin û li rexa din jî barê berpirsyartiyeke dîrokî ya giran me li xwe girtiye. Ev ne pirsgirêkek e, ev destpêkek e. Em vê beyana îradeya xwe, bi bîranîna rêhevalê xwe yê hêja Sirri Sureyya Onder ku tevahiya emrê xwe fedayî aştî û xwişk-biratiyê kiriye, temam dikin.

Em ê ronahiya aştî û yekitiya gelan teqez bigihînin ser van xakan.”

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîKongrepkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne