• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

10 sal in kurê xwe nedîtiye: Beriya bimirim dixwazim kurê xwe bibînim

Fexredîn Kiliç / AW

10 KANÛN 2024 - 08:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Dayika Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, Faîke Aktaş ku nêzî 10 sal in kurê xwe yê li Îmraliyê tê ragirtin nedîtiye wiha got: “Îro heme sibê nînim dixwazim kurê min were berdan û wî bibînim.”

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin didome. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê her hefte bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin.

Veysî Aktaş ê 26 sal in girtî ye, bi Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar re di 15’ê adara 2015’an de wekî “sekreterya” sewqî Girtîgeha Girava Îmraliyê hat kirin. Aktaş, ji roja ku sewqî girtîgehê hatiye kirin ve tenê 3 caran bi malbata xwe re hevdîtina vekirî pêk aniye û carekê jî bi telefonê bi malbata xwe re axiviye.

Hevdîtina vekirî ya herî dawî ya bi Aktaş re di 3’yê adara 2020’an de ji ber şewata li Girava Îmraliyê çêbûbû, pêk hatibû. Axaftina bi telefonê jî di 27’ê nîsana 2020’an de pêk hatibû. Ji 3’yê adara 2020’an ve malbatan ji bo hevdîtinê gelek caran serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane û hemû serlêdanên wan hatine redkirin. Zêdetirî çar salan e ji Veysî Aktaş tu agahî nayê wergirtin. Dayika Veysî Aktaş, Faîke Aktaş (78) û xwişka wî Melîhe Çetîn têkildarî tecrîda li Îmraliyê û agahînegirtina Aktaş axivîn.

Li Ocalan 6 meh cezayê dîsiplînê yê din hat birîn û tecrîd hat dirêjkirin. Veysî Aktaş ê ku bi Ocalan re li Îmraliyê dimîne, diviyabû di 28’ê Nîsana 2024’an de bihata berdan, lê berdana wî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê salekê hat dirêjkirin.

 

Veysî Aktaş

‘Îro heme sibê nînim dixwazim gedeyê xwe bibînim’

Dayik Faîke Aktaş da zanîn ku roja kurê wê Aktaş çûye Îmraliyê ve ew qet nedîtî ye û bi telefonê jî pê re ne axivî ye. Faîke Aktaş xwest Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were berdan, lihevhatinek pêk were û aştiyek çêbibe. Faîke Aktaş, diyar kir ku hevjînê wê bêyî kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Ez jî nexweş im, dixwazim gedeyê xwe bibînim, îro heme sibê nînim. Çavên min li rêya wî bûn. 30 salên xwe qedandin, rabûn salek lê zêde kirin. Çavên min li rêya wî ye ku em hev bibînin.”

‘Çar sal in haya me jê nîne’

Xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî da zanîn ku di nava 9 salan de tenê sê caran karîne biçin hevdîtinê û wiha got: “Ev çar sal in haya me jê nîne, em nizanin ka rewşa wî çawa ye. Erdhej çêbû ne haya wî ji me çêbû ne ya me ji wî çêbû. Bavê min rehmet kir, nedît. Bavê min bi wê kul û mereqê çû. Dayika min ew nedîtiye. Nexweş e. Herî dawî ez çûm. Pişt re me qet nedît.”

‘Ev qanûn ji bilî Tirkiyeyê li tu deran nînin’

Melîhe Aktaş xwest tecrîda li ser Îmraliyê bê rakirin û wiha domand: “Em dixwazin ew û her sê hevalên xwe bên berdan. Em dixwazin temamê hefsiyan derkevin. Em dixwazin birayê xwe bibînin. Ev qanûn li tu dewletan li tu deran nînin tenê li Tirkiyeyê hene. Çawa çêdibe ku malbata girtiyekî nikare biçe girtiyê xwe bibîne. Em gelek mereqa wî dikin.”

‘Hêviya dayikekê şikandin’

Melîhe Aktaş, diyar kir ku bi rêya parêzeran her hefte ji bo hevdîtinê serlêdanan dikin û ev tişt gotin: “Serlêdan çêdibin destûrê nadin, qebûl nakin. Parêzer serlêdanan dikin lê nahêlin. Em dixwazin dengê wî bibîhisin. Nizanin nexweş e, tenduristiya wî çawa ye. Hêviya dayikekê şikandin. Li benda lawikê xwe bû. Digot lawê min dê were amadekarî dikirin lê bernedan. Bila hefs û zindanan vala bikin û vî şerî bisekinînin dê aştî pêk were.”

‘Dibêjin bila Serokatî were em biaxivin lê hêj tecrîd ser ne rabûye’

Melîhe Aktaş, bal kişand ser nîqaşên li ser hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û wiha bi lêv kir: “Dibêjin bila Serokatî bê em bi hev re biaxivin lê hêj tecrîd ser ne rabûye, wê axaftin çawa bibe. Ka ewilî wê tecrîdê li ser rakin. Ew ê dawiyê axaftin were kirin. Em dixwazin tecrîd rabibe, aştiyek pêk were, hefs û zindan vala bin.”

 

Etîket: Faîke AktaşÎmralîMelihe AktaşVeysî Aktaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!

Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!

24 ÎLON 2026
Veysî Aktaş: Divê statuya hiqûqî û siyasî ya Abdullah Ocalan bi hiqûqê bê misogerkirin

Veysî Aktaş: Divê statuya hiqûqî û siyasî ya Abdullah Ocalan bi hiqûqê bê misogerkirin

23 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê guherînên hiqûqî neyê derengxistin

Abdullah Ocalan: Divê guherînên hiqûqî neyê derengxistin

5 ÎLON 2026
Veysî Aktaş: Pêvajo bi saya şehîdan hat vê astê

Veysî Aktaş: Pêvajo bi saya şehîdan hat vê astê

26 TEBAX 2026
Li Amedê civîna gel: Divê gel xwedî li pêvajoyê derkeve

Li Amedê civîna gel: Divê gel xwedî li pêvajoyê derkeve

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne