• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DBP dest bi pêngava rêxistinkirinê dike

Onder Akbulut / AW

24 NÎSAN 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – DBP di çerçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de bi şiyara “Ji kolanan heta taxan ji taxan heta bajaran em azadiyê rêxistin dikin” pêngava rêxistinkirinê dide destpêkirin.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) civîna Meclisa Partiyê (PM) di 13ê Nîsanê de li Amedê li dar xisttibû. Di 16 Nîsanê de jî encamnameya civînê bi raya giştî re parvekiribû. DBPê biryar dabû ku dê di meha Gulanê de ji bo vegotina banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mezinkirina rêxistiniya xwe, dest bi serdanên malbatan û civînên gel bike. Endamê Meclisa Partiyê ya DBPê Bunyamîn Şeker têkildarî armanc û xebatên pêngava rêxistinkirinê ji Ajansa Welat re axivî.

‘Barê dikeve li ser milê me, em ê wezîfeya xwe bicih bînin.’

Bunyamîn Şeker bilêv kir ku di 27ê Sibatê de Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û got: “Ev bang him ji bo civakê bû him ji bo dewletê bû. Me jî wek siyaseta demokratîk, ji bo ku ev bang baştir were fêmkirin, me bi şiyara “Ji kolanan heta taxan ji taxan heta bajaran em azadiyê rêxistin dikin” hamleya rêxîstinkirinê da destpêkirin. Ji xwe xebatên me yên didomin hene, em ê di meha gulanê de jî bi vê hamleyê kolan bi kolan, tax bi tax, mal bi mal bi gelê xwe re bicivin, em ê çawa li dora vê bangê bibin xeleqeq bi hev re nîqaş bikin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de rol û mîsyona civakê pir girîng e. Em xwe rêxistin nekin, gelê xwe rêxistyin nekin, em li bendê bimînin em ê sernekevin. Gere em nebêjin ji xwe Birêz Ocalan bi dewletê re hevdîtinan dike, dê her tişt çareser bibe. Ger em, saziyên me, gelê me bikevin vê kêmasiyê ev pêvajoyê sernekeve. Wek Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) em di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe dibînin, ji bo vê jî barê dikeve li ser milê me em ê bicih bînin.”

‘Em ê xwe li hemû navçe û bajarên Kurdistanê rêxistin bikin’

Bunyamîn Şeker da zanîn ku ew ê di vê pêvajoyê de wek partî him xwe him jî gelê xwe bi rêxistin bikin û wiha pêde çû: “Di vê pêvajoyê de ji bo ku DBP rol û mîsyona xwe pêk bîne, banga Aştî û Civaka Demokratîk rêxistin bike; li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê wek partî xwe rêxistin bike me biryara vê hamleyê girt. Wek biryar li pêşiya me ye, em ê him DBPê, him civakê him jî gelê xwe di derdora vê pêvajoyê de rêxistin bikin. Em bawer in em ê di vê armanca xwe de bi ser jî bikevin.”

‘Gere di şertên birêz Abdulah Ocalan de guhertin çêbibin’

Bunyamîn Şeker diyar kir ku armanca civaka demokratîk demokratîkkirina welat e û wiha got: “Em dibêjin komara demokratîk, yanê komarê ji yekperestiyê biguherînin ber bi demokrasiyê ve. Dema ku demokrasî pêk bê em dizanin tevahî gel dê bi awayekî ewle, bi çand û zimanê xwe, bi reng û dengê xwe bijîn. Armanca civaka demokratîk jî ev e. Muxatabekî vê pêvajoyê jî dewlet e. Pêwist e dewlet ji aliyê qanûnî ve gavan bavêje. Gere di zagonan de guhertin pêk bîne, pir rengî, pir çandî û di zimanê dayikê de perwerdehiyê esas bigre. A niha civak dibêje baweriya me bi dewletê nayê, ji ber ku dewlet gav navêje. Civak gavên şênber dixwaze. Hewceye demildest di meclisê de komîsyona ku vê pêvajoyê bişopîne were avakirin. Ya herî sereke jî gere di şert û mercên birêz Abdulah Ocalan de guhertin çêbibin. Di nav şert û mercên tecrîdê de Birêz Ocalan nikare baş bi rol û mîsyona xwe rabe. Di destpêkê de gere tecrîd bê rakirin, azadiya fîzikî ya birêz Ocalan pêk were. Dû re jî gavên din bên avêtin. Ev gavanan jî encax bi hêza civaka rêxistinê bên avêtin.”

‘Gere her kes li derdora vê pêngavê kom bibe’

Bunyamîn Şeker herî dawiyê anî ziman ku her kesê welatparêz, kesên ku demokrasiyê diparêzin di vê pêvajoyê de xwedî berpirsyarî ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gere her kes rol û mîsyona xwe bibîne. Em bangî hemû gelê xwe dikin, gere her kes di derdorê vê kampanyayê de kom bibe, bi fikrên xwe, bi rexneyên xwe bi hêza çalakbûnê hêz bide vê pêvajoyê.”

Etîket: Abdullah OcalanDBP
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne