• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Kampa Holê operasyon bi dawî bû

Navenda Nûçeyan / AW

23 NÎSAN 2025 - 16:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku opreasyona li kampa Holê di roja şeşemîn de bi serketî qediya ye û di encamê de 20 çeteyên DAIŞê û hevkarên wan hatine girtin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî operasyona li kampa Holê daxuyaniyeke nivîskî da.

Fermandariyê da zanîn ku operasyon bi destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û bi hevkariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di hundirê kampa Holê pêk hatiye û îro bi dawî bûye. Operasyonê di 18ê Nîsanê dest pê kiribû û 6 rojan dewam kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Armanca operasyonê jihevxistina şaneyên razayî û xurtkirina ewlehiyê li hundir û derdora kampê bû. Li ser vê bingehê, operasyonên paqijkirinê û serdegirtinên armanckirî li gelek beşên kampê hatin kirin, her wiha operasyonên taybet li derveyî wê jî hatin kirin.”

Têkildarî encamên operasyonê jî ev agahî hatin parvekirin: “20 endamên DAIŞê û hevkarên wan hatin girtin. Di konekî de 3 çekên kalaşnîkov, demançek û gelek şarjor, cebilxane û alavên leşkerî yên di nava kon de hatibûn veşartin, hatin desteserkirin.

Hewldaneke reva komî ya ku ji aliyê şaneyeke li hundirê kampê û şaneyeke din a li derveyî kampê ve hatibû koordînekirin, hat astengkirin û hemû endamên şaneyê hatin girtin.

Her wiha operasyoneke taybet a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, şaneyeke DAIŞê ku hevrêzî li gel şaneyên din dikir ji bo pêkanîna kiryarên terorîstî, kir armanc.

Ev operasyon serkeftina hêzên me di pêkanîna derbeke nû li şaneyên terorîst ên ku hewl didin rewşa mirovî ya di hundirê kampê de ji bo pêkanîna planên xwe yên teroristî bi kar bînin, piştrast dike. Her wiha tekezî li ser pabendbûna me ya tam ji bo şopandina terorê û zuhakirina jêderên wê li ku derê dibe bila bibe, dike.”

Her wiha di daxuyaniyê de bangek jî hate kirin û wiha hate gotin: “Di vê çarçoveyê de em bang li civata navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe yên yasayî û mirovî yên der barê mijara kampa Holê de bigirin ser milê xwe. Her wiha ji bo vegerandina welatiyên xwe yên li vir girtî bi cidiyet bixebite û piştgiriya pêwîst ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bike da ku bi awayekî bi bandor û ewle vê dosyaya dijwar bi rê ve bibe.

Her wiha em tekezî li ser berdewamiya operasyonên ewlekariyê yên pêşwext li hemû deverên ku rastî metirsiyên ewlehiyê tên, dikin û em piştrast dikin ku dê tu cihek ewle ji terorîstan û piştgirên wê re nemîne.”

Di dawiya daxuyaiyê de hate gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku bi hêzên me re hevkariyê bidomînin û li ser tevger û çalakiyên biguman hêzên me agahdar bikin, ji ber ku ewlekariya civaka me berpirsyariyeke kollektîf e û pêwîstî bi hevkariya her kesî heye.”

Etîket: Bakur û Rojhilatê SûriyêDAIŞHSDKampa Holê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî: HSDê erka parastinê pêk anî, derbasî erka avakirinê dibe

Mazlûm Ebdî: HSDê erka parastinê pêk anî, derbasî erka avakirinê dibe

25 TEBAX 2026
‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne