• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnamegerên Kurd xwe bi rêxistin dikin

Navenda Nûçeyan /AW

19 NÎSAN 2025 - 19:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnamevanên Kurd ên li Ewropayê ji bo rêxistineke nû û berfireh li bajarê Aalst ê Belçîkayê li hev civiyan û nîqaşan dikin.

Rojnamevanên Kurd ên li Ewropayê ji bo rêxistineke nû û berfireh ava bikin û rewşa çapemeniya Kurd nîqaş bikin, li bajarê Aalst ê Belçîkayê hatin ba hev. Gelek xebatkarên çapemeniya Kurd ên Stêrk TV, ANF, Ronahî TV, Kanal 8, Çira TV, Medya Haber TV, Jin TV, YRA-Rojava (Yekîtiya Ragihandina Azad), NRT, Aryen TV, Metro Center, sendîkaya RONÛS, MKG, DFG, Ireci-Komele TV, Zom TV, KNN, radyoya Dengê Welat, Arşîva Kurd, CAN TV, Medya News, Denge TV, Malpera Ciwanan, ji rojnameya herêmî ya Fransayê La Marseillaise rojnamevanek Kurd û rojnamevanên serbixwe beşdarî civînê bûn.

Civîn li ser vexwendina zêdetirî 70 rojnamevanan pêk hat. Di civînê de li ser pêşketinên siyasî û encamên wê nîqaş hatin kirin û rola medyaya Kurd a di pêvajoya guhertin û veguhertinê de hate nirxandin. Beşdarvanan tevî bi Kurdî axivîn û li ser rewşa çapemeniya Kurd, zextên tê kirin, rewşa rojnamevaniya li sirgûnê û pêdiviyên çapemeniya Kurd nêrînên xwe anîn ziman. Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê Niyaz Abdullah axaftina vekirinê kir û bal kişand ser zextên li ser azadiya çapemeniyê û rojnamevanan tên meşandin. Niyaz Ebdullah li ser girîngiya parastina azadiya çapemeniyê û ragihandinê ya cihan rawestiya û anî ziman ku ji bo vê pêwîstî bi rêxistin û sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê heye. Niyaz Ebdullah ji zext û êrîşên li ser rojnamevanên Başûrê Kurdistanê jî mînak da.

Piştî axaftinê Niyaz Abdullah, Rojnameger Amed Dîcle, Dilêr Akreyî ji bo dîwanê hatin hilbijartin. Akademîsyen-rojnamevan Kamal Çomanî bal kişand ser guhertinên li cîhanê pêk tên. Çomanî diyar kir ku her çar parçeyên Kurdistanê di nava guhertin û veguhertinê de ne û destnîşan kir ku dewleta Tirk dijminatiya herî mezin a li hemberî Kurdan dike. Çomanî destnîşan kir ku divê çapemeniya Kurd jî li gorî guhertin û veguhertinên li cîhanê û herêmê diqewimin pozîsyonê bigire û xwe biguherîne. Çomanî anî ziman ku medya hîn jî bi giranî girêdayî partiyên siyasî ye û destnîşan kir ku pêwîst e çapemeniyeke rexnegirtir, demokratîk a ku bersivê bide guhertinan hebe. Çomanî ev tişt anî ziman: “Pêdiviya me bi nîqaşan heye û divê ji ramanên cuda re vekirî bin.” Çoman bi lêv kir ku pêwîst e xwe ji aliyên xirab û feraseta rojnamevaniya dubare rizgar bike.

Rojnamevan Ronî Eylem jî diyar kir ku di serdemeke ku Rojhilata Navîn di guherînên girîng re derbas dibe de roleke Kurdan a stratejîk heye. Ronî Eylem anî ziman ku rola Kurdan a pêşengtiyê heye û destnîşan kir ku divê çapemeniya Kurd bibe medyaya ku demokrasî, mafên mirovan, azadiya jinê û jîngehê biparêze.

Amed Dîcle anî ziman ku pirsgirêkên di nava siyaseta Kurd de di çapemeniyê de jî derdikevin holê û ji ber vê yekê divê pirsgirêkên di nava partiyên siyasî de jî bên çareserkirin.
Selahattîn Soro piştî nirxandina geşedanên siyasî yên herêmî û cîhanê, anî ziman ku ev şert û merc ji bo Kurdan derfetên nû diafirînê û di heman demê de metirsiyên cidî jî derdixe holê. Soro ev tişt anî ziman: “Roleke stratejîk a çapemeniya Kurd heye. Bi taybet ragihandina rastiyan û kombûna li dora zimanekî hevpar girîng e .”

Hesen Qazî jî anî ziman ku rojnamevanên li sirgûnê ji sala 1996an û vir ve di nava lêgerîna rêxistinbûnê de ne û valaderketina vê lêgerînê rexne kir. Hesen Qazî destnîşan kir ku divê heman xeletî neyê kirin.

Nûnera MGKê Roza Metîna ya ku bi rêya Zoomê beşdarî civînê bû û bal kişand ser pêwîstiya tora rêxistinkirinê ya ji bo rojnamevanên jin. Roza Metîna anî ziman ku divê li hemberî manîpulasyonên çapemeniya alîgir rêxistiniyeke bi bandortir bê avakirin.

Cahît Mervan jî got ku medyaya kevneşopî hêza ji medyaya dîjîtal re hiştiye û destnîşan kir ku pêwîste di vê serdema nû de li ser hêza medyaya dîjîtal nirxandin were kirin.

Mervan anî ziman ku medyaya dîjîtal di heman demê de yekdestdariyeke nû derxistiye holê û weke amûreke dezenformasyonê tê bikaranîn. Mervan bal kişand ser pirsgirêkên çapemeniya Kurd ên ji ber girêdayîbûna partiyên siyasî derketiye holê. Mervan diyar kir ku divê partiyên siyasî jî rewşa nû ya bi medyaya dijîtal pêş dikeve bibînin û rexneyên tên kirin bibînin.

Hevserokê YRA Rojava Dilyar Cizîrî ku bi rêya Zoomê beşdar bû, diyar kir ku li Rojava derdora 100 saziyên çapemeniyê bi lîsans dixebitin û anî ziman ku li Rojava bi dehan ciwan tevlî çapemeniya cîhanê bûne û got, “Rojava di warê çapemeniyê de ji bo çar parçeyên Kurdistanê bingehek ava kir.” Cizîrî rojnamevanên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne bi bîr anî û wiha domand: “Em dikarin bibêjin ku bingehek ji bo yekitiya çapemeniya Kurd hatiye avakirin.”

Hevseroka YRA Rojava Evîn Îbrahîm jî bal kişand ser şert û mercên ku şoreşa Rojava ji bo rojnamevanên jin ava kiriye. Evîn Îbrahîm ev tişt anî ziman: “Berxwedan û têkoşîna jinan a di çapemeniyê de dewam dike.” Evîn Îbrahîm destnîşan kir ku li Rojava rêjeya jinan a di çapemeniyê de ji sedî 70 ye. Evîn Îbrahîm bi bîr xist ku ji bo jin di çapemeniyê de bi hêztir cih bigirin û rojeva xwe diyar bikin divê li tevahiya Kurdistanê nîqaş bên kirin.

Rojnamevan û nivîskar Gunay Aslan jî li ser rol û mîsyona çapemeniyê nirxandin kir. Aslan bal kişand ser girêdana hêz û medyayê.

Civîn ji bo du rojan hatiye plankirin. Di civînê de wê rewşa heyî û pêwîstiyên medyaya Kurd bên nîqaşkirin. Rojnamevanên li Ewropayê dixwazin di vê civînê de modeleke rêxistinî derxin holê. Lê divê ewilî nîqaş bigihêjin encamekê û pêwîstiyên di vî warî de bên diyarkirin.

Etîket: Amed DîcleKurdMedya HaberRojnamegerStêrk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Karasû: Bêyî azadiya Rêber Apo pêvajo bi encam nabe

Karasû: Bêyî azadiya Rêber Apo pêvajo bi encam nabe

8 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026
Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

23 TEBAX 2026
Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne