• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCKê ji bo Sirri Sureya Onder daxuyanî da

Navenda Nûçeyan /AW

17 NÎSAN 2025 - 13:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
KCKê ji bo Sirri Sureyya Onder daxuyanî da û diyar kir ku ji ber rola wî ya di pêvajoyê de ew biguman nêzî rewşê dibin û gotin: “Dilê me bi dilê wî yê hêja re lê dide.”

 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê xemgîniya xwe ya ji ber rewşa tenduristiyê ya Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder anî ziman û şîfa xêrê jê re xwest.

Daxuyaniya KCKê wiha ye:

“Serokwekîlê Meclisê yê ji DEM Partiyê û Endamê Heyeta Îmraliyê birêz Sirri Sureyya Onder ji ber nexweşiya dil a ji nişka ve rakirin nexweşxaneyê û emeliyateke giran a ji 12 saetan derbas kir. Mixabin bijîşkan gotin, metirsiya li ser jiyana wî hîn jî dewam dike. Me ev yek bi xemgînî ji çapemeniyê bihîst û hewl dan rewşa rasteqîn fêhm bikin. Beriya her tiştî em jê re şîfaya bi lez dixwazin û ji hezkiriyên wî re sebrê dixwazin. Cihê xemgîniyeke mezin e ku mirovekî hêja ketiye rewşeke bi vî rengî ku bi têkoşîna xwe ya sosyalîzm û demokrasiyê, bi karên xwe yên fikrî û hunerî bûye malê civakê. Hêvî û daxwaza me ew e ku tavilê ji vê rewşê rizgar bibe û di serî de karên ji bo aştî û demokrasiyê hemû karên xwe ji cihê mayî dewam bike. Em dixwazin ragihînin ku di nava daxwaz, hêvî û bendewariyeke bi vî rengî de ne.

Sirri Sureya Onder tevkariyeke girîng li pêvajoyê kir

Di demekê de ku li Tirkiyeyê çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd ji nû ve kete rojevê û gavên girîng ber bi diyalogê ve tê avêtin, gelekî girîng e ku Sirri Sureyya Onder ê ku di vê pêvajoyê de bi roleke stratejîk radibû, kete rewşeke bi vî rengî. Ji ber ku Sirri Sureyya Onder karekî girîng meşand û ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi pêş ve biçe û bigihêje vê astê tevkariyeke girîng kir. Li ser vê bingehê piştî hevdîtina bi Serokkomar û beriya hevdîtina bi wezîrê dadê re kete nava rewşeke bi vî rengî. Lewma yên ku li Tirkiyeyê alîgirê demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd in, divê wate û qîmetê hewldanên Sirri Sureyya Onder hîn baştir fêhm bikin û ji bo pêşvebirina pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê hîn bi wêrekî bixebitin, hewl bidin.

Divê mirov vê rewşê biguman bibînin

Weke ku bijîşkên emeliyat kirin gotin, rewşa heyî rewşeke normal nîne ku timî tê dîtin, rewşeke hêsan nîne. Heke rola Sirri Sureyya Onder a di pêvajoya siyasî de li ber çavan bê girtin, hingî divê mirov vê rewşê bi guman bibînin. Ji ber ku hebûna hêzên hundir û derve yên li dijî pêvajoya aştî û demokratîkbûnê tê zanîn, ku Sirri Sureyya Onder ji bo vê pêvajoyê di nava hewldaneke çalak de bû. Em dixwazin vê fikara xwe bînin ziman û ji hêzên pêwendîdar hemûyan dixwazin ku ji bo ronîkirina vê rewşê bikevin nava hewldanên pêwîst. Ji xwe Rêber Apo di hevdîtinan de bi girîngî bal kişandibû ser vê yekê ku rewşên bi vî rengî dikare biqewime û ji her kesî xwestibû ku bi tedbîr bin û baldar bin. Ji ber vê yekê ev yek bûyereke ku divê bê lêkolînkirin û zelalkirin.

Dilê me bi dilê wî yê hêja re lê dide

Ji bo serketina pêvajoya bi banga ‘Aştî û Çareseriya Demokratîk’ a Rêber Apo dest pê kir û bi ked û hewldanên mezin ên Birêz Sirri Sureyya Onder pêş ve çû, em ê hewldanên xwe ji niha û pê ve jî dewam bikin. Hem ji ber baweriya xwe ya bi Rêber Apo û pêvajoyê, hem jî ji ber qedir û qîmetê ku em didin dostê xwe, hevrêyê doza gelê me birêz Sirri Sureyya Onder, em ê vê hewldana xwe zêde bikin û dewam bikin. Em careke din ji wî re şîfaya bi lez dixwazin û dibêjin, dilê me bi dilê wî yê hêja re lê dide.”

Etîket: daxuyanîKCKSirri Sureyya Onder
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

3 COTMEH 2026
Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

29 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne