• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

“Ziman hebûna weletekî ye”

Amed / AW

12 NÎSAN 2025 - 17:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komxebata Egîtîm-Senê rûniştina seyem berdewam dike. Axaverên biyanî Robert Douglas Dunbar û Paul Bîlbao Saarîa li ser mijarê welatê Îrlanda, Canada û Bask Îspanayayê axivîn û diyar kirin ku “cerebeyên welatên di nişanî me dike ku ziman her tişt e.”

Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) yên Amedê bi serenavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek li dar xist. Komxebata Egîtîm-Senê roja yêkem berdewam dike. Di rûniştina seyemîn de Robert Douglas Dunbar û Paul Bilbao Sarria axivî. Li ser cerebeya şoreşa Îrlanda û Bask ya Îspanyayê axivîn.

“Eyaletên wê serxwebûn bidest xistin”

Di rûniştina seyemîn de ewilî Robert Douglas Dunbar diyar kir ku ew ji bo Amedê gelek keyfxweşe û wiha axivî: “Îrlanda nezî 900 salî di bin serweriya Înglizstanê de hebûna xwe berdewam kir. Îngilistanê axa tevahiya Îrlandayê dagir kir. Lê dema ku Qiralê Îralandayê Ceys hat ser textê dest bi şer kir û şoreşa Îrlandayê dest pê kir. Di sedsala 17 û 18an de gelek şerên giran pêk hat. Di 698an de peymana mezin bi Îrlandayê re hat îmzakirin. Zimanê Îrlandî di wê demê de ne di perwerdeyê de bû, dema ku gundiyan bi tenê bi patatê jiyan dikirin, di encamê de ji sedema sedemên wek “Hejarî” zêdetirî 1 mîlyon mirin û koçberî Amerîkayê çêbû. Zimanê ku ji nû ve vedigere, mezin dibe, tiştekî hêja ye. Piştre li dijî qanûnên Îngilîstanê dest bi çalakîyan kirin. Ev yek daxwaza serxwebûnê ya mezin çêkir. Pişt re jî, têkoşînên mezin, ku em dikarin jê re bibêjin Komara nû ya Îrlandî, dest pê kirin. Piştî vê têkoşînê, beşek ji Îrlandayê, hinek ji eyaletên wê serxwebûn bidest xistin. Yên din jî mecbûr bûn ku têkoşîna xwe bidomînin. Ev yek ji xalên bingehîn ên nîqaşê ye.”

“Peymana Belfastê hat îmzakirin”

Douglas Dunbar da zanin ku piştî wan bûyeran gel êdî dest têkoşîna zimanê xwe kir û axaftina xwe wiha dawî kir: “Hinek dê û bav zimanê xwe yê dayikê  hîn dibin da ku ziman hînî zarokên xwe bikin. Ew kesên ku diçûn dibistanan, zimanê xwe fêr dibûn û zarok didan xwendin, lê divê ku pere jî bidin dibistanan. Ji ber têkoşîna wan, me dest bi xwendina xwendekaran kir. Di sala 1984an de Îrlanda Bakur bi alîkarîya aborî kir. Di sala 1991an de, di nav pêşketinan de, dibistanek hatin avakirin. Ev yek li gel danûstandinên aştiyê yên berdewam bû. Peymana Belfastê bi Îngilîstan û Îrlandayê re di dawiya wê pêvajoyê de hate îmzekirin. (1989) Hikûmet û parlamento hatin avakirin, bi hikûmeta Îngilîstanê re hevkarî xwestin û ji hev veqetîn xwestin. Yek ji wan pêşketinên ku li wir çêbûn, daxwaza zimanê Îrlandî bû zimanê perwerdeyê. Me xwest qanûn vê yekê pêk bînin. Me xwest ku em dibistanên bi mamosteyên Îrlandî ava bikin û piştî sala 2001an dibistan hatin avakirin û ev yek pêk hat. Zimanê Îrlandî ji wê demê ve bi awayekî berbiçav pêşket. Bi hezaran xwendekar niha li dibistanên bi zimanê Îrlandî dixwînin. Li dibistanên navîn jî dersên bi Îrlandî hatin dayîn. Di vê pergala perwerdehiyê de dibistanên cuda hebûn ku bi zimanê Îngilîzî û Îrlandî perwerde dikirin. Di demeke kurt de ev hejmar bi lez zêde bûn.”

Douglas Dunbar di dawiya axaftina xwe de got: “Ez hêvî dikim ku carek din ez bi Kurdî bi wan re biaxivîm.”

‘Ziman hêz e’

Piştre Paul Bilbao Sarria li ser mijara Baskê axivî. Paul  Bibao Sarri diyar kir ku di sedsala  19an de sedî 50î welatî zimanê Baskî dixaviyan. Ê niha hejmara wan gelek kem ê û wiha axivî: “Hebûna welatekî li ser zimanê derdikevê holê. Ji ber ku ziman hêz e. Desthilatdar jî her carî êrişî ziman dike. Îro Bask-Îspanya, Kurdistan-Tirkiyeyê em pevçûnên ziman dibînin. Ziman winda nabe. Lê yê ku wî zimanî diaxivin dê hemû bên kuştin û dê ziman winda bibe. Ziman konrtola aborî û hez ê.

‘Ziman ne tenê şer e, ew aştî ye”

Di dawiya axaftina xwe de Paul Bilbao Sarria da zanin ku ziman ne tenê şer e û got: “Ew aştî ye. Dewlet bi rêya qedexekirina ziman, qedexeya perwerdehiyê, bênirxkirina civakê înkara mafan û înkara ziman tune dike.”

Komxebat de sibê jî bidome.

Etîket: Egîtîm SenÎrlandaKomxebatziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

16 ÎLON 2026
Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

16 ÎLON 2026
Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne