• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dostên Kurdan li Berlînê ji bo azadiyê meşiyan

Navenda Nûçeyan / AW

10 NÎSAN 2025 - 23:09
Kategorî: CÎHAN, ROJANE
A A
Kurdistanî û dostên Kurdan ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta avahiya Serokwezîriyê ya li Berlînê meşiyan.

Kurdistanî û dostên Kurdan ên Elman li Brandenburger Tor a Berlînê kom bûn, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta avahiya Serokwezîriyê meşiyan. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz, Sîbel Yîgîtalp û Parlamenterê Dîe Lînke Ferhat Koçak jî tevlî çalakiyê bûn. Li vir axaftin kirin û piştre daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin û gotin, “Ev tecrîd ne tenê li derveyî mirovahiyê ye, di heman demê de zexta siyasî ye. Ev jî nîşan dide ku bê çiqasî ji fikir, raman û modela civaka demokratîk ditirsin. Ocalan ne girtî ye, ew pêşengê modela civaka demokratîk e. Di 27’ê Sibatê de banga çareseriya pirsgirêka Kurd kir. Careke din ji bo dawî li şer were, rêya çareseriya pirsgirêka Kurd nîşan da. Ev bang di heman demê de banga ji bo Kurdan, Tirkan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.”

Çalakgeran di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nîşan daye ku ji bo demokrasî, aştî û jiyana hevpar a hemû gelan cidî ye û tevî zext û tawanbariyan jî bi agirbesta yekalî pirek ava kiriye û gotin: “ Di nava lêgerîna diyalogê de ye û ji bo jiyana hevpar a aştiyane dixebite. Hikûmeta Elman gelek caran diyar kiriye ku ew dixwaze piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê. Ji ber vê yekê em îro dipirsin; wê kengê li gorî sozên xwe tevbigere? Hikûmeta federal heta kengê wê xwe paşve bikşîne? Em li şûna piştgiriyê, bêdengiyê dibînin. Di vê mijarê de perpirsyariyeke taybet a Elmanyayê heye. Eger hûn bi rastî jî aştiyê dixwazin divê hûn daxwaza aştiyê bikin!”

Çalakgeran daxwazên xwe wiha anîn ziman:

“1. Abdullah Ocalan divê demildest bê berdan– ev gava yekem a pêvajoya diyalogê ya rasteqîne!

  1. Ji bo pêvajoya çareseriya siyasî zext û piştgiriya navneteweyî divê (bi taybetî jî Hikûmeta Federal)!
  2. Û dawî li krîmînalîzekirina çalakvanên Kurd ên li Elmanyayê bînin.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebe, Tevgera Azadiyê ya Kurd were krîmînalîzekirin, edalet û aştî were astengkirin, em ê dengê xwe bilind bikin.”

Çalakî bi berzkiriina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanBerlîndostên KurdanKurdistanî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

18 MIJDAR 2026
Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

14 MIJDAR 2026
Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

13 MIJDAR 2026
Çîgdem Dogû: Derenghiştina pêvajoyê bi xwe re metirsiyên mezin tîne

Çîgdem Dogû: Derenghiştina pêvajoyê bi xwe re metirsiyên mezin tîne

10 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê li Meclisê ne: Serdana Yenî Partiyê hate kirin

Dayikên Aştiyê serdana CHPê kir

3 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê çûn serdana AKPê û dosyeyek radest kir

Dayikên Aştiyê çûn serdana AKPê û dosyeyek radest kir

3 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne