• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinên kurd ên li Rojava: Kongreya Neteweyî pêk bînin

Navenda Nûçeyan /AW

23 ADAR 2025 - 17:38
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd a li Rojava bi tevlêbûna 300 jinên delege pêk hat. Jinan encamnameya konferansê bi raya giştî re parve kir û bang li tevahî hêz û rêxistinên siyasî yên Kurdan kirin ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê li dar bixin.

Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi beşdariya 300 delgeyî ji jinên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, kesayet, hunermend, rojnamevan, rêxistin û tevgerên jinan, nûnerên jin ên ji saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, jinên ji Heleb û Şamê li Parka Azadî yê bajarê Qamişlo hat lidarxistin, bi dawî bû. Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava di bin dirûşma “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekitiya Netewî ya Kurd Misoger Dibe” serê sibehe dest pê kir êvarî bi dawî bû. Piştî nirxandin û giftugoyan, encamnameya wê hate eşkerekirin.

Encamname bi zimanê Kurdî û Erebî xwendin. Endama Komîteya Amadekar û Berdevka Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo û çalakvana siyasî û endama KNKê Ebîr Hesaf encamnameya konferansê bi raya giştî re parve kirin.

Naveroka encamnameyê wiha ye:

“Konferansa Netewî ya Jinên Kurd a Rojavayê Kurdistanê, di bin dirûşmeya “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekîtiya Netewî ya Kurd Misoger Dibe” de, îro bi amadebûna 300 jinên ji hemû herêmên Rojava û Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, meclîsên jin, saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl ên jin û hejmarek kesayetên siyasî, civakî û rewşenbîr hat lidarxistin.

Konferansa me, herî zêde li ser zehmetiyên ku jinên Kurd di qada siyasî de rastê tên, bi taybetî neyîniyên sîstema dewleta netewe ya bi hişmendiya zilam û hegemonya baviksalar rawestiya. Her wisa bal kişand ser rewş û girîngiya rola jin ku pêwîst e bi awayekî çalak beşdarî xebatên avakirina civaka demokratîk bibe, ji bo azadî, wekhevî û edalet li herêmên me pêk were.

Konferansa me wek mijareke esasî, li ser destûra nû ya vê dawiyê ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve hatî îlankirin, rawestiya. Di vê der barê de helwesta jin zelal e ku di vê destûrê de mafên jin bi tevahî hatine redkirin, heta rê vedike ku jin bêhtir bi qanûnên şerîetê were berbendkirin. Li hember vê xeteriyê konferansa me eşkere kir ku ji bo li Sûriyê giştî pêvajoyeke aştî, aramî û ewlekariyê pêş bikeve, jinên Kurd amade ne mil bi milê hemû jinên Sûriyê beşdarî xebatên avakirina Sûriya demokratîk û nenavendî bibin. Heman demê beşdarên konferansê li ser fedakariyên mezin ên gel û jinên Kurd li hemberî şer, êrîş û dagirkeriyên ji aliyê tevgera terorê DAIŞ`ê, dewleta Tirk û rejîma Baas`ê ve li ser herêmên me hatibûn sepandin jî rawestiyan û bi girîngî îfade kirin ku gelê me ji bo parastina ax, rûmet û nasnameya xwe ked û berdêlên giran dane, destkeftiyên mezin qezenç kirine. Ji bo parastina van destkeftiyan divê jin bêhtir giraniya xwe bidin xebatên parastin, ewlekarî û aramiya herêmê. Cardin Konferansê bal kişand ser rola pêşeng a jina Kurd di serkeftina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, hêza jin a di pêşketina sîstema demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Li ser vê bingehê beşdaran diyar kirin ku hêza birêxistinkirî ya jin a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo di tevahî Sûriyê de sîstemek demokratîk, ekolojîk û azadiya jin pêk were, pêwîst e di nav hemû qad û xebatên siyasî, civakî, aborî, perwerde, parastin û hwd. yên avakirinê de cih bigire, rêxistinên xwe yên xweser bi pêş bixe, yekitî û hevgirtina jinan xurttir bike. Çawa ku jinan bi ked, hewldan û îradeya xwe ya azad welê kirin ku di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de mafên jin bên parastin û garantîkirin, di hemû qadên jiyanê, avakirinê û rêvebirinê de roleke pêşeng bilîzin, ev ji bo Sûriya nû jî modela çareseriyê ya herî guncav e.

Konferansa me, prensîbên ku jinên Rojava di vê pêvajoya dîrokî ya jinûve avabûna Sûriyê de li ser kar bikin jî bi girîngî rawestiyan û biryarên pêwîst girtin. Weke encam biryarên 1. Konferansa me ya Jinên Kurd a li Rojavayê Kurdistanê ev in;

1-Konferans bangewazî li tevahî hêz, rêxistin, partî û kesayetên siyasî yên Kurd dike ku di vê pêvajoya girîng a em nêzî azadiyê bûne de bilez Kongreya Netewî ya Kurdistanê ku hêvî û daxwaza hemû civak û jinên Kurd e, lidar bixin.

2-Konferans bang li rêxistinên jin ên her çar beşên Kurdistanê dike ku 3. Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê lidar bixin. Ji bo lidarxistina vê Kongreyê, wana vedixwîne Rojavayê Kurdistanê.

3-Yekrêziya nêrîna siyasî ya Kurdan ji bo çarenûsa gelê Kurd li Sûriyê ku xwediyê girîngiyek mezin û dîrokî ye, Konferansa me ji bo lidarxistina Kongreya Netewî ya tevahî hêzên Kurd li Sûriyê beşdar bibin, jinên Kurd jî bi rola xwe ya pêşeng û çalak tê de cih bigirin, bang li tevahî hêzên siyasî yên Kurd ên pêwendîdar dike.

4-Konferansa me, destûra demkî ya Şamê red dike û hikûmeta demkî ya Şamê vedixwîne ku li gorî Biryara Navnetewî 2254’ê ku daxwazeke giştî ya civakê û jinan e, tevbigere.

5- Avakirina Sûriyeke Demokratîk, nenavendî û pirrengî hem armanca sereke ya hemû pêkhateyên Sûriyê ye, hem jî garantîkirina mafên jinê ye. Konferans tekez dike ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina tevahî pirsgirêk û aloziyên Sûriyê modela herî guncav e.

6-Konferans tekez dike ku beşdarbûna jinan di hemû pêvajoyên diyalogê yên Sûriyê de, ji bo avakirina Sûriya Demokratîk divê ne kêmî ji %50 be.

7-Konferans tekez dike ku bendên ji bo mafên jin di hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine bicihkirin, ji bo destûra nû ya Sûriyê jî esas bên girtin.

8-Xebata hevbeş bi hemû jinên ji pêkhateyên Sûriyê re û pêşxistina îtifaqên demokratîk ji bo parastina mafên jin û garantîkirina wê di destûra nû ya Sûriyê de.

9-Konferans tekez dike ku xwe parastina rewa ji bo hemû jinan hem erk e, hem jî mafekî rewa ye.

10-Hemû jinên Kurd bi rêya rêxistinên xwe di têkoşîna li hemberî hemû cureyên şîdetê û qirkirina jinan li Sûriyê de rolek pêşeng bilîzin, piştgirî û alîkariya pêwîst bidin û ezmûnên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jinên hemû herêmên Sûriyê re parve bikin.

11-Konferans tekez dike ku pêwîst e di hemû qadên siyasî, aborî, rêvebertiyê û hwd. de perwerdekirin û pêşxistina jinan berdewam bike.

12-Konferans tekez dike ku ji bo hemû penaberên Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Şehba û herêmên din, bi ewlehî û bi xwestek vegerin warên xwe, divê hewldan û xebatên pêwîst bên meşandin. Her wisa hemû kesên ji ber dagirkerî û binpêkirina mafan mexdûr bûne, divê bi edalet bên tazmînkirin.

Van biryarên Konferansa me, ji bo bilindkirina asta têkoşîna jinan û xurtkirina rola jin di hemû qadan de, ji bo yekkirina kar û xebatên jin, ji bo pêkanîn û çêkirina nêrîneke siyasî ya hevbeş a hemû Kurdên Sûriyê, ji bo bicihkirina demokrasî û edaleta civakî dibin nexşerêyek.

Em weke hêza jin a konferansê tekez dikin ku em ê van xebatên xwe, heya asta yekîtiya netewî ya gelê Kurd li Rojava û giştî Kurdistanê pêk were, hevgirtina jin di hundirê Kurdistanê û derveyî welat de xurt bibe, berdewam bikin. Ji bo hemû kar û xebatên li ser bingeha avakirina Sûriyeke demokratîk, nenavendî, misogerkirina mafên jin û hemû pêkhateyan em ê piştgiriya pêwîst raber bikin. Bi vê bi vê biryardarî û baweriyê em silavên xwe ji bo hemû jinên têkoşer, kedkar ên Rojava, Kurdistan û Cîhanê dişînin. Em tekez dikin ku birêxistinbûn û yekîtiya jinan ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê rêbaza sereke ye.”

Etîket: JinKonferansKongre NeteweyîKurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rapora NYê: Talîbanê jin ji jiyana siyasî û biryardayinê dûr xistine

Rapora NYê: Talîbanê jin ji jiyana siyasî û biryardayinê dûr xistine

1 TÎRMEH 2026
1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

1 TÎRMEH 2026
Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

29 HEZÎRAN 2026
Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

23 HEZÎRAN 2026
Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

21 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne