• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Eren Keskîn: Biryar li dijî daxwaza aştiyê ye

Omer Demîr / AW

21 ADAR 2025 - 21:16
Kategorî: DARAZ, MANŞET, ROJANE
A A
Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Stenbolê Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû û endamên lijneya rêveber ji peywirê girt. Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Ev biryar li dijî hiqûqê û li dijî daxwaza aştiyê ye.”

Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 2yemin a Stenbolê, di çarçoveya lêpirsîna ji ber daxuyaniya der barê rojnager Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûbûn, Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû û endamên lijneya rêveber ji peywirê girtin. Ji bo avakirina rêveberiya nû doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 2yan a Stenbolê hat lidarxistin. Dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û “bi rêya çapemeniyê belavkirina agahiyên şaş” dawî li peywira Serokê Baroya Stenbolê îbrahîm Kaboglû û endamên lijneya rêveber anî.

Têkildarî mijarê Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn ji Ajansa Welat (AW) re nirxandin kir. Eren Keskîn ewil bal kişand ser daxuyaniya Baroya  Stenbolê ya di 21ê kanûna 2024an de ji bo kuştina Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin û wiha got: “Baroya Stenbolê xwest vê bûyerê di çarçoveya hiquqa mirovahiyê de lêpirsîn bê destpêkirin. Ev daxwaza li gorî peymana rêgezen navneteweyî ku Tirkiye jî îmze kiriye û li gorî hemû rêgezên hiqûqa mirovahiyê ye. Lê ji ber vê daxwaza hiqûqî Serdozgerê Komarê yê Stenbolê bi hinceta ‘Propaganda rêxistinê kiriye’ der barê rêveberiya Baroyê de lêpirsîn da destpêkirin. Serdozeriyê xwest Baroya Stenbolê ji peyvirê bigirin. Îro duyemîn danişîna dozê hat dîtin. Hemû baroyên Kurdistanê û gelek baroyên din beşdarî danişînê bûn. Dadgehê der barê Baroya Stenbolê de biryar da. Biryar da ku Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peyvirê bigirin.”

Eren Keskîn destnîşan kir ku ev biryar bi temamî li dijî hiqûqê ye û got: “Li dijî daxwaza aştiyê ye. Li dijî daxwaza lêkolînê ya têkildarî kuştina bi şik hatiye dayîn. Ev daxwaza Baroya Stenbolê daxwazek herî xwezayî û hiqûqû bû. Lê mixabin, ji ber vê daxwaza mirovane ya Baroyê, Dadgeha Hiqûqê ya Asliye der barê Baroyê de biryara ku rêveberiyê ji kar bigirin da.”

‘Divê parêzer rûmeta parastinê biparêzin’

Eren Keskîn, da zanîn ku piştî vê biryarê rêyên îtîrazê û îstînafê heye û wiha axivî: “Ez difikir ku bi van biryaran rêveberiya Baroyê bêtesir bikin û erka wê ji destê wê bigirin. Li gorî min li vir bêtir erk dikeve ser parêzer û maqamê parastinê. Eger ji niha û şûnde Lijneyeke giştî pêk bê jî divê hemû parêzerên vê baroyê dîsa li rûmeta parastinê xwedî derkevin û dîsa heman rêveberiyê hilbijêrin. Em wekî parêzerên mafên mirovan em ê heta dawî li dijî vê biryarê bertekên xwe bînin ziman.”

 

 

Etîket: aştîBaroya StenbolêEren KeskînHiqûqmafên mirovan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

5 ÎLON 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

2 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne