• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Newroz: Rojek nû û pêvajoyek nû

Siyamed Sîpan

21 ADAR 2025 - 08:02
Kategorî: ANALÎZ-DOSYE, MANŞET
A A
Kurd û Kurdistan niha di demekî gelekî tenik de derbas dibe. Biryarên ku di vê dema de tê dayîn, dikare çarenûsa me ya bi sedan salan biguherîne. Ji bo vê jî Newroz dikare mohra xwe li vê pêvajoya aştiyê bixe.

Ez nizanim bê çima bes di meha Adar ê de, bi taybet di dema Newrozê de dilê min him kêfxweş him jî xemgîn dibe. Kêfxweş dibim ji ber ku hemû cîhan, xweza û gerdûn kêfxweş dibe. Dar û ber ji nû ve zindî dibin, terş û tilêr ji xewa zivistanê hişyar dibin û ji nû ve hêlîn û warên xwe ava dikin. Kêfxweş dibim, ji ber ku bênavber strana rehmetiyê Aram Tîgran bi van gotinan di guhê min de ye:

Newroz e Newroz e,
Sibe ye Newroz e,
Maçek bide min yar
Cejna te pîroz e!

Xemgîn jî dibim ji ber ku di dîrokê de – him di meha Sibatê de û him jî di meha Adarê de gelek rojên şûn û reş jî hene. Her sal dewletên mêtinger û dagirker dixwazin hejmarên din li van rojên şûn û reş zêde bikin. Dîsa îsal çend roj berê dewleta tirk a dagirker û qirker bi êrîşek hovane Kurdên Rojava qetil kir.

Ji ber ku Newroz cejna herî girîng ji bo gelê Kurd e, ji bo diyarkirina rojeva wan jî diyarker e. Tevlêbûna Newrozê, sekna gelê Kurd di Newrozê de, dirûşmên ku di şahiyên Newrozê de tên berzkirin, bandora xwe li hemû salê dike. Dikare moral û motîvasyona Kurdan a hemû salê diyar bike. Ji bo wê jî tevlêbûna Newrozê gelekî girîng e. Sekna Kurdan gelekî girîng e. Peyam û dirûşmên ku ew ê bên berzkirin gelekî girîng e. Îsal jî wek gelek salên borî ji bo Kurdan saleke gelek girîng e. Ev sal ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo hemû Rojhilata Navîn jî pir girîng e.

Derheqê dîrok û girîngiya Newrozê de min gelek nivîsên din nivîsandine, ez naxwazim li vir wan daneyan dubare bikim. Lê xalek gelek girîng e – ew jî ew e ku Newroz cejn û şahiya Kurdan a herî kevnar e. Ev rastî tenê ji bo balkişandina ser girîngiya wê ya ji bo civaka Kurd bes e.

Lê Newroz ne tenê Newroz e, ne tenê şahî û cejneke, her wiha sembola tekoşîna gelê kurd ji bo azadiya xwe ye jî. Newroz şaneya berxwedan û serhildana gelê kurd li himber dagirkeriyê, li himber zordariyê ye. Ji bo wê jî mirov tenê wek cejnek an jî şahiyek binirxîne, ew ê kêm be.

Wek ku tê zanîn îsal çend hefte berî Newrozê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek nû destpê kir. Ev pêvajo sê şaxên wê yê girîng hene. Yekemîn ji bo gelê tirk û Tirkiyeyê firseta dawî ye, ji bo ku 100 salên pêşiya me de di nava azadî û aramiyê bijîn. Duyemîn ji bo gelê kurd pir girîng e, ji ber ku destkeftiyên bakurê Kurdistanê dikare bandorek erênî li hemû parçeyên din bike – bi taybet li ser statuya Rojava. Sêyemîn jî peyam ji bo Tevgera Azadiya Gelê Kurd e ji bo ku xwe nû bike. Rastiyek heye dibê em baş fêm bikin. Guhertinên heya niha hiştiye ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd li ser lingan bimîne û serkeftî be. Gotinek pir girîng heye ji bo guhertinê, dibêje: “Yê ku bi demê re neçe, ew ê bi demê re biçe.“ Dixwaze bêje ku yê bi demê re nemeşe, ew ê bi demê re biçe û di nava dîrokê de winda bibe. Peyama sêyemîn wek min got ji bo Tevgerê bi xwe bû – ji bo ku xwe biguherîne û nekeve nav dubareyan.

Kurd û Kurdistan niha di demekî gelekî tenik de derbas dibe. Biryarên ku di vê dema de tê dayîn, dikare çarenûsa me ya bi sedan salan biguherîne. Ji bo vê jî Newroz dikare mohra xwe li vê pêvajoya aştiyê bixe. Tu kesî heta niha ji aştiyê winda nekiriye. Lê dibê destkeftî û azadiya Kurdan herwiha xeyala azadiya Kurdistan bingeha vê pêvajo û hemû pêvajoyan be.

 

Etîket: AdarAram TîgrankêfxweşNewrozxemgîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

2 COTMEH 2026
Di Mîhrîcana Tetwanê de Aram Tîgran hat bîranîn

Di Mîhrîcana Tetwanê de Aram Tîgran hat bîranîn

9 TEBAX 2026
Neşet Guçmen: Aram Tîgran mîraseke pir xurt û dewlemend hişt

Neşet Guçmen: Aram Tîgran mîraseke pir xurt û dewlemend hişt

7 TEBAX 2026

Di Mîhrîcana Tetwanê de zarok têra dilê xwe kêfxweş bûn

2 TEBAX 2026
Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran 440 xwendekar perwerde kir

Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran 440 xwendekar perwerde kir

25 HEZÎRAN 2026
Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne