• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi hezaran Newroz pîroz kirin û ji Abdullan Ocalan re azadî xwestin

18 ADAR 2025 - 23:48
Kategorî: ROJANE
A A
Li Êlih, Wan, Şirnex, Sêrt, Mêrsîn, Tişrîn û gelek navendên din bi deh hezaran kesên li dora Agirê Newrozê kom bûn û Newroz bi coşek mezin pîroz kirin azadiya fizîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan xwestin.

Bi deh hezaran welatiyên li gelek navendan kom bûn, di tariya şevê de agirê Newrozê geş kirin û bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

Êlih

Komîteya Amadekar a Êlihê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo azadiyê Neworza Civaka Demokratîk” li taxa Îpragazê Newroz pîroz kir. Bi bezaran şêniyên Êlihê li taxa Îpragazê kom bûn û agirê Newrozê geş kirin. Bi hezaran welatiyên li ser kolana Cizîrê kom bûn, bê navber dirûşmeyên “PKK gel e, gel li vir e”, “Newroza te pîroz be ey serok Apo”,  “Bijî serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” û “Em ê bi berxwedanê biser bikevin” berz kirin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Girseyê piştî rêzgirtinê strana “Çerxa şoreşê” xwendin û dirûşm berz kirin. Ciwanan piştî agirê Newrozê geş kirin li dora agirê Newrozê govend gerandin. Beşdaran bang li hemû gelê Êlihê kirin û xwestin di 20ê Adarê de beşdarî Newroza mezin bibin.

Riha

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê jî li taxên Sulêmaniye û Baglarbaşi yên Navçeya Haliliyeyê bi girseyî Newroz pîroz kir. Ciwanên ku li taxan kom bûn bê navber dirûşmeyên “Newroz pîroz be”, “PKK gel e, gel li vir e.” “Ciwan fedaiyên Apo ne.” Û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Ciwan piştî meşê li nava taxê agire Newrozê pêxistin û li dora agirê Newrozê gavend gerandin. Şêniyên taxê jî bi tilîlîyan piştgirî dan ciwanan.

Şirnex

 Komîteya Amadekar a Newrozê ya Cizîrê jî bi heman hişyarî û dirûşmê li Kolana Mezbaha ya taxa Nurê kom bûn û bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” Newroz pîroz kirin. Bi sedan kesên beşdarî Newrozê bûn li dora agir stran gotin û govend gerandin.

Wan

Komîteya Amadekar a Wanê dê sibê li Wanê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” Newroza dîrokî pîroz bikin. Beyira Newroza sibê li Taxa Koyîçî bi hezaran welatî kom bûn û Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin. Girseyê di pîrozbahiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz” û “Newroza te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin. Girseya li dora agir kom bûn govend gerandin û stran gotin.

Mêrdîn

Li Mêrdînê jî jin li hev kom bûn û li kolanên dîrokî meşiyan. Jinan cilên neteweyî li xwe kirin û dirûşmeyên “Newroz Pîroz be”,” Jin jiyan, azadî” berz kirin.

Sêrt

Komîteya Amadekar a Newroza Sêrtê jî dê di 20ê Adarê de Newroza mezin pîroz bikin. Beriya Newrozê Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş, endam û rêveberên DBP û DEM Partiyê ji bo Newroza 20ê Adarê belavok belav kirin. Nûneran bang li her kesî kirin û xwestin beşdarî Newrozê bibin.

Agirê Newrozê li Tişrînê geş bû

Li ser bendava Tişrînê agirê Newrozê hat pêxistin û Şehîdên Efrîn û Bendava Tişrînê hatin bibîranîn. Çalakvanên li bendavê wiha gotin, “Wê Newroza îsal bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Îro li bendava Tişrînê agirê Newrozê gur bû û şehîdên Efrîn û Bendava Tişrînê hatin bibîranîn. Çalakvanên li bendavê diyar kirin ku wê Newroza îsal bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Çalakvana bi navê Narîn Xêrzada diyar kir ku wê vegera li Efrînê misoger bibe û wiha got:” Efrîn tu caran nehat ji bîr kirin, em ê vegerin Efrînê. Em newroza 2025’ab bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û em ê bikin wesîleya vegera li Efrînê jî. Em li vir in em li bendava xwe ne û me agirê Newroza xwe jî gur kiriye.”

Piştre find li dora bendavê hate pêxistin. Derdor bi wêneyên şehîdên bendavê û wesayîtên ku hatine rûxandin hate xemildandin û şehîd hatin bibîranîn.

Li Tarsûsê Newroz hat pîrozkirin

Li Taxa Barbaros a navçeya Tarsûs a Mêrsînê bi tevlîbûna hezaran kesî Newroz hat pîrozkirin. Agirê Newrozê ji aliyê Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Mêrsînê Alî Bozan û Hevseroka Bajêr Bedriye Kuş ve hat vêxistin. Di şahiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” berz kirin.

Di şahiyê de Bedriye Kuş axivî. Kuş banga tevlîbûna şahiya Newrozê ya di 22ê Adarê de li Qada Mîtîngê ya Tirmilê de bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bê lidarxistin kir.

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan jî axivî û wiha got: “Banga Birêz Ocalan a 27ê Sibatê ne tenê li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê bi kelecan hat pêşwazîkirin. Me weke Kurdan û DEM Partiyê got, ‘Em li pişt banga Birêz Ocalan in’. Heta azadî û demokrasî were li ser vê axê em li pişt vê bangê ne. Di heman demê de çawan bi salan me têkoşîn meşand û em ê bi heman awayî têkoşînê bidomînin.”

Etîket: ÊlihNewrozRihasêrtŞirnexWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

25 ÎLON 2026
Li Meletiyê bi pileya 5.0 erdhej çêbû

Li Rihayê bi pileya 5.8 erdhej çêbû.

24 ÎLON 2026
‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne