• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Divê meclis êdî rola xwe bilîze

Navenda Nûçeyan /AW

12 ADAR 2025 - 18:31
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan xwest serokkomar jî tevlî pêvajoyê bibe û got: Piştî vê saetê divê meclis bikeve tevgerê û ji bo rêûresmên yasayî nexşerêyekê, planekê û bernameyekê deyne pêşiya xwe.”

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdana partiyên siyasî didominin. Tuncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re hevdîtin kirin.

Şandeya DEM Partiyê ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan û rêvberên navendî ve hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê wêne û dîmen hatin kişandin derbasî salona civînê bûn. Piştî hevdîtinê civîneke hevpar a çapemeniyê hate lidarxistin. Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bûye û di civînê de li gelek nuqteyan gihiştine encaman wiha got: “Me li ser metna peymana navbera Rêveberiya Demî ya Sûriyeyê û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin. Em li ser mijarên din ên li Tirkiyeyê axivîn. Metna bangawaziyê girîng bû û me di gelek civînên partiyên siyasî de îfade kir. Di metna bangê de rola Meclîsê hatiye destnîşankirin. Peywir û berpirsyariyên meclîsê hatine bibîrxistin. Em diyar dikin ku piştî vê saetê divê meclîs bikeve tevgerê û meclîs ji bo rêûresmên yasayî nexşerêyekê, planekê û bernameyekê deyne pêşiya xwe, ji ber ku partiyên siyasî yên di meclîsê de li ser mijara çareserî û aştiyê li hev dikin. Piştî bangê me hem saziyên li Tirkiyeyê û hem li cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê ziyaret kirin û bangewazî rastî eleqeyek mezin hat. Her kesî beriya niha dabû xuyakirin ku ew girîngiyê didin vê pêvajoyê û divê ev pêvajo bi aştiyê tacîdar bibe. Di vê navberê da, pirseke pir girîng heye ku li her cihê ku em diçinê ji me tê pirsîn. Erê, gelek eleqe heye. Lihevkirineke civakî heye. Baş e, hikumet li benda çi ye? Nikarin bibin alîkar lê dipirsin bê çima heta niha gav neavêtiye û li pêşiya vê yekê çi astengî heye. Em jî bi rêya we van pirsan dubare bikin.”

Divê şert bên avakirin

Tuncer Bakirhan da zanîn ku ji bo ev pêvajo bi rehetî bimeşe, tişta destpêkê bê kirin ew e ku şert û mercên muzakereyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên avakirin û got: “Binêrin, banga birêz Ocalan jî rê li ber lihevkirina li Sûriyeyê vekir. Rehet bin, bangê li wê derê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya Şerayê li hev civand. Rê li ber pêşketinên girîng vekir. Ew pêvajoya ku em ji nêz ve dişopînin û girîngiyê didinê jî bûye mifteya vê pêvajoyê ku em dibêjin heke rast were birêvebirin zemîneke Sûriyê ya demokratîk dikare pêk were. Ji ber vê yekê, birêz Serokkomar jî di vî warî de tiştên gelekî girîng got. Yê serkeftî wê gelê Sûriyeyê be û got em bi vê re li hev dikin û em girîngiyê didinê. Yê serketî wê ne tenê gelên li Sûriyeyê, her wiha Tirkiye be û ev pêvajo wê li Tirkiyeyê bimeşe. Rojhilata Navîn wê bi ser bikeve.

Mahmut Arikan; Muzakereya partiyên siyasi girîng e 

Mahmut Arikan jî axivî û got: “Em di demên awarte de dijîn. Dema ku em li bûyerên hem li welatê me hem jî li erdnîgariya me ya nêz dinerin; me îro careke din dît ku çiqasî girîng e partiyên siyasî li hev bicivin û muzakereyan bikin. Ez pê bawer im ku bi rêya vê hevdîtin pirsnîşanên têkildarî bûyeran ji holê hate rakirin.”

Etîket: DEM PartîsaadetTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne