• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şengaliyan piştgirî dan berxwedana Rojava

AW

3 KANÛN 2024 - 20:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şengal – Xelkê Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li dijî êrişên çeteyên xwe dispêrin Tirkiyeyê meşek girseyî lidar xistin.

Xelkê Şengalê bi hemû sazî û dezgehên xwe bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li dijî êrişên çeteyên ku xwe dispêrin Tirkiyeyê ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşeke girseyî lidar xistin.
Meş bi tevlîbûna sedan kesî li ber mekteba Zarîfa Osê (Mekteba Sor) ya Şengalê destpêkir û heya çerxereya Yermûkê dewam kir. Di meşê de bi sedan posterên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, alên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Tevgera Ciwanan hatin hildan. Di dawiya meşê de girseyê daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyanî ji aliyê berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzidî Sara Botan ve hate dayîn.

Sara Botan di destpêka daxuyaniyê de berxwedana Rojavayê Kurdistanê silav kir û wiha got: “Em weke ciwanên Êzidî û gelê Şengalê li gel berxwedana gelê Rojava ne. Dewleta Tirk gefa dixwe û dixwaze îradeya ku bi xwîna hezaran şehîdan hatiye avakirin tine bike. Bila dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê baş zanibin ku ew ê tu carî nikaribin vê îradeyê tine bikin. Ji ber ku em xwedî Rêberekî weke Rêber Apo û xwedî îradeya bi hezaran şehîdan e.”

‘Em amade ne tevlî berxwedana Rojava bibin’

Sara Botan bal kişand ser sala 2014’an û da zanîn ku wê demê rojava deriyên xwe ji Şengaliyan re vekirin îroj ew jî diriyê xwe ji bo xelkê rojava vedikin û wiha axivî: ‘’Weke civaka Êzidî em jî dibêjin ku em heya dawiyê bi gelê xwe yê Rojava re ne. Civaka me yê Êzidî yên li Şehbayê koçber in, emê heya dawiyê bi wan re ne. Em weke ciwanên Êzidî amade ne ku biçin û tevlî parastina Rojavayê Kurdistanê bibin. Ji ber ku êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê di heman demê de êrişên li ser Şengalê ye jî. Em dibêjin bijî berxwedana Rojava, bijî berxwedana YPG û YPJ. Wê serkeftin yê gele me yê Rojava be. Çawa ku di sala 2015’an de Kobanê neket wê îro jî Rojava nekeve.’’

‘Rojava û Şengal yek in’

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Vejîn Argeş da zanîn ku ew ê heya dawiyê piştevanên berxwedana gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin û wiha got: “Îro me meşek lidarxistiye em êrişên çeteyan şermezar dikin û berxwedaniya Rojava silav dikin. Weke miletê Êzidî çi ji me were xwestin ji bo rojava em ê bikin. Rojava û Şengal yek in, bijî berxwedana Rojava bijî Rêber Apo.”

Endama Meclisa Jin ya Xanesorê Henîf Celal jî bang li her kesî kir ku ji bo parastina civakê amade bin û wiha got: “Mixabin dîsa çete êrişî Rojavayê Kurdistanê dikin û kuştin û koçberiyê bi xwere tînin. Em berxwedaniya gelê Rojava pîroz dikin. Lê dive em jî weke civaka Êzidî hişyar bin û pişevaniya hêza xwe bikin û ji li himberî her êrişekî em bisekinin.”

Etîket: mesRojavaSengal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

22 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne