• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bayindir: Dem dema gavavêtina Meclisê ye

Mêrdîn / AW

10 ADAR 2025 - 15:16
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li Nisêbînê di civîna gel de axivî û got: “Divê êdî Meclis ji bo banga rêzdar Ocalan gav biavêje.”

Civînên gel ên ji bo belavkirina banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatine destpêkirin, berdewam dikin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî civîna gel hat lidarxistin. Civîn, li eywaneke dawetê hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tev li civînê bûn. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî tev li civînê bû.

‘Rêzdar Ocalan rêya çareseriyê nîşan dide’

Keskîn Bayindir diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên daxwaza aştî, azadî û wekheviyê dikin e û wiha got: “Perspektîfa çareseriyê ye. Banga birêz Ocalan tenê berpirsyartiyê naxe ser milê Kurdan. Berpirsyartiyê dixe ser milê her kesî. Birêz Ocalan, dixwaze ku pirsgirêk ji mirinan, ji pevçûn û şer derkeve û li ser zemîneke polîtîk, siyasî û hiqûqî çareser bike. Bi hezaran Elewî niha li Sûriyeyê bi destê îktîdarê tên qetilkirin. Ji Filistînê heta xaka me her der veguheriye gola xwînê. Birêz Ocalan dixwaze van bi dawî bike. Rêya çareseriyê nîşan dide.”

‘Ev bang li ser bingeha azadiyê hatiye amadekirin’

Bi domdarî Keskîn Bayindir anî ziman ku divê ew vê bangê ji gel re vebêjin û wiha pê de çû: “Divê em gelê xwe li dora vê bangê bicivînin û birêxistin bikin. Ev, banga sedsalê ye. Temamiya vê bangê li ser zemîna aştî, azadî û wekheviyê hatiye avakirin. Ji bo mirovahiyê û gelê Kurd bangekî girîng e. Divê em vê firsendê ji dest nedin. Çi ji destê me were divê em ji bo vegotina vê bangê bikin û kesên dûr dimînin jî li dora vê bangê bicivînin. Zimanê me dê bibe zimanê aştiyê û em ê li her derê qala aştiyê bikin.”

‘Êdî divê rêzdar Ocalan azad bibe’

Bayindir anî ziman ku ji bo pêdiviyên banga Abdullah Ocalan bên cîbicîkirin hewceye Abdullah Ocalan azad bibe û axaftina xwe wiha dawî kir: “Bi hezaran hevrêyên me girtî ne. Ji bo berdana wan divê gavên qanûnî bên avêtin û amadekariyên qanûnî bên kirin. Hewceye îktîdar ji hêla qanûnî ve tişta dikeve ser milê xwe bike. Birêz Ocalan balê dikişîne ser Meclisê. Heta niha jî Meclisê berpirsyartiya xwe bicih ne aniye. Tiştên ku divê ji vê saetê şûnde bike hene. Ji 27ê Sibatê ve êdî dema axaftinê bi dawî bûye. Dem dema gavavêtinê ye. Divê Meclis êdî gavan biavêje.”

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkCivînên gelDBPDEM PartîKeskîn Bayindir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne