• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê: Bila çek ji bo me bibin gul û çîçek

Bazîd Evren / AW

3 ADAR 2025 - 08:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan axivîn û diyar kirin ku mifteya azadiyê di destê Abdullah Ocalan de ye. Dayikan xwest ku çek ji bo wan bibin gul û çîçek gotin: “Em naxwazin li vî welatî şer hebe û em dixwazin her kes azad bijî.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di 27ê Sibata 2025an de bi rêya şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder, Ahmet Turk, Cengiz Çîçek, Tulah Hatîmogûllari, Tûncer Bakirhan û Faîk Ozgur Erol pêk dihat, bangek belav kir. “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ku weke banga sedsalê hat ragihandin ji aliyê gelek beşên civakê ve bi coş û kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Her kes erênî li vê bangê û qonaxê dinêre. Malbat û şexsiyetên ku di van 50 salên dawî de bedelên mezin dan, piştgirî dan vê bangê û xwestin pêvajoya aştiyê tavilê bê destpêkirin.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî ku ji wan malbat û kesên bedelên giran dayî ne, piştgiriya xwe ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ragihandin û daxwaza aştiyê kirin.

Dayika Zekiye Kaya anî ziman ku ew 45 sal in ji bo aştiyê destê xwe dirêj dikin û diyar kir ku aliyekî niha agirbest îlan kiriye. Zekiye Kaya bi lêv kir ku tenê bi ragihandina agirbestê ya ji aliyekê ve têra aştiyê nake û divê her du alî jî agirbestê îlan bikin. Zekiye Kaya destnîşan kir ku divê bikaranîna çekan bê sekinandin û got: “Divê devê çekan bê girtin û divê çek ji bo me bibin gul û çîçek. Em naxwazin li vî welatî şer çêbibin û bes e êdî bila xwîn neyê rêjandin. Em weke dayikan bang dikin ku bila ti kes li dijî aştiyeke birûmet nekeve di nava xebatên nebaş. Bila herkes destê xwe deyne li ser wijdana xwe û destê xwe dirêjî aştiyê bike. Em bang li hemû dayikan dikin ku destê dayikên Aştiyê bigirin û em li vî welatî bibin pira azadiyê.”

‘Mifteya azadiyê di destê birêz Ocalan de ye’

Zekiye Kaya da zanîn ku ew tundî, qeyûm naxwazin û ew edaletê dixwazin. Zekiye Kaya ji bo rawestandina çekan bang li dewletê jî kir û ev tişt got: “Bi sekinandina çekan dê aştî bê vî welatî. Bila dewlet dest ji tundiyê berde, deriyê zîndanan veke ku aştî bê. Em jî aştiyeke mayînde dixwazin ku em bibin yek. Bila dayikên gerîla, leşker û polîsan destê xwe bidin destê hev. Çareserî aştî ye. Heta birêz Ocalan azad nebe gelê Kurd jî gelê Tirk jî azad nabe. Mifteya aştiyê di destê birêz Ocalan de ye. Em bi bingeheke baş û rast û diristî aştiyekê dixwazin. Em jî ji bo aştiyê amade ne, em bi salan e destê aştiyê dirêjî wan dikin û bila êdî ew jî destê me bigirin.”

‘Gotina Serokatî gotineke pîroz e’

Dayika Henîf Koçak jî destnîşan kir ku bi banga Abdullah Ocalan cîhan hemû rabû li ser pêyan û got ku hemûyan jî ji bo vê bangê kêfxweşiyên xwe anîn ziman. Henîf Koçak da zanîn ku bila kesên xwedî wijdan jî vê banga Abdullah Ocalan vala nehêlin û wiha axivî: “Bila herkes li vî dengî hişyar bin û ev gotina Serokatî gotineke pîroz e û ji bo hemû mirovan pêwîst e. Me dayikan parçe ji canê xwe dane û em naxwazin dayikên din jî parçeyan ji canê xwe bidin û negirîn. Dayikên leşker û polîsan jî divê destên xwe bidin destên me. Em hemû jî aştiyê dixwazin û em mirinê naxwazin. Em dibînin ku hêj jî dewletê ti gav neavêtin e. Em bibêjin tiştekî vala ye, na. Dibe ku tiştek çêbibe û hêviya me heye. Bang li hemê xwedî wijdan û Kurdan dikin ku bila vê banga xwedî derbikevin û xelet jî fêm nekin. Serokatî bangeke pîroz kiriye û ev agirbesta ku hatiye îlan kirin jî kêfa me aniye. Em dibêjin êdî mirin bes e. Divê tecrîd jî li ser Serokatî û hemû girtiyan rabe. Heta Serokatî di nava gelê xwe de nebe ev aştiye jî pêk nayê, ev rastiyek e. Divê yekitiya me mezintir bibe û em ji hev bawer bikin.”

‘Em her tim aştîxwaz bûn’

Dayika Kiymet Arvas jî axivî û diyar kir ku bangeke gelek mezin ji bo miletekî bindest kir. Kiymet Arvas anî ziman ku hêviya wan ew e ku ev pêvajo bê şer, bê xwîn rejandin biçe serî û wiha got: “Me ti caran şer nexwestiye û em hertim aştîxwaz bûne. Îro Kurd, Tirk, Ereb û Ecem em hemû di nava hev de dijîn. Em dixwazin ew jî destê xwe dirêjî aştiyê bikin û em bi hev re bijîn. Em nabêjin em ê biqetin, lê em naxwazin welatê me jî xera nebe. Divê hem ji me hem jî ji wan gavên şênber û xweş bên avêtin. Em çawa aştiyê dixwazin divê ew jî wisa aştiyê bixwazin ku ev pêvajo ser bikeve. Em ji herkesî re azadî û aştiyê dixwazin. Serokatî paşve gav naavêje, ew hertim alîgirê aştî û azadiyê ye.”

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka Demokratîkbanga dîrokîDayikên Aştiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne