• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şandeya navneteweyî Buroya Hiqûqê ya Asrinê ziyaret kir

AW

2 KANÛN 2024 - 15:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Şandeyeke navneteweyî ku ji rojnameger û siyasetmedaran pêk tê, serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê kir. Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û wiha got: “Piştgirîdayina birêz Ocalan, tê wateya daxwazkirina çareseriya demokratîk a Rojhilata Navîn e.”
Şandeyeke navneteweyî ku ji rojnameger, parlamener û nûnerên partiyên siyasî pêk tê, çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê. Şande bi parêzertiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hatin cem hev. Şande, ji hêla parêzerên Buroyê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Rezan Sarica ve hate pêşwazîkirin.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez, anî ziman ku Abdullah Ocalan di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û bal kişand ser girîngiya piştevanî û serdana şandeyê û wiha got: “Birêz Ocalan hikûmxwarekî jirêzê nîne, di çareseriya meseleya kurd de aktorekî girîng e. Lê birêz Ocalan xwedî mafên hikûmxwaran jî nîne. Bi salan bû agahî ji birêz Ocalan nedihatin girtin û di 23’yê cotmehê de parlamenterê DEM Partiyê û birazayê birêz Ocalan, Omer Ocalan çû serdana Îmraliyê û hevdîtin kir. Ev hevdîtin nayê wateya rabûna tecrîdê. Tecrîd didome. Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di 1’ê cotmehê de li Meclisê silav da DEM Partiyê û hewl dan wisa nîşan bidin ku pêvajoyek dest pê kiriye. Dewlet, teknîkên şerê taybet bi kar tîne. Bi bikaranîna medyaya dewletê nûçeyên derew çêdikin. Nûçeyên wisa diweşînin ku dê bibêjî qey her tim bi birêz Ocalan re hevdîtin tên kirin an jî dê bên kirin. Lê ev tevek jî rast nînin. Birêz Ocalan di meseleya kurd de aktorekî girîng e û vê hêza xwe diparêze. Sedema vê jî ew e ku gelê kurd li pişt birêz Ocalan disekine û piştevaniya dostên gelê kurd e.”

Abdullah Ocalan ji bo meseleya Statuyê têdikoşe

Îbrahîm Bîlmez di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku beriya Abdullah Ocalan bînin Îmraliyê, bi salan ji bo çareseriyên aştiyane têkoşiyaye û wiha pê de çû: “Ji bo vê hewl da û PKKê bi awayekî yekalî agirbest ragihand. Beriya ku birêz Ocalan beriya sala 99’an bibin Îmraliyê, dê ji bo çareseriyên dîplomatîk biçûya Ewropayê lê dewletên ewropî deriyên xwe lê girtin û birêz Ocalan welatekî ku biçûyê tune bû. Ji bo îltîcayê serî li Îtalya û Atînayê da lê paşguh kirin û birêz Ocalan bi komployekê radestî Tirkiyeyê hate kirin. Piştî 99’an jî birêz Ocalan dev ji lêgerîna aştiyê berneda. Ji 99an heta 2004ê bi awayekî yekalî agirbest ragihand û Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de karî gelek reforman bike. Dewletê wê demê wisa nîşan da ku qey meseleya kurd çareser kiriy lê belê meseleya kurd nehate çareserkirin û ji sala 2004an ve ye em pêvajoyeke dirêj dijîn. Nêzikatiya dewletê ya li dijî pirsgirêka kurd, nêzikatiyeke bipirsgirêk e. Heke pevçûnên çekdarî tune bin dibêjin pirsgirêka kurd tune ye. Lê ev xelet e. Meseleya kurd, mafên kolektîf ên gelê kurd û meseleya statûyê ye. Birêz Ocalan jî ji bo vê têdikoşe.”

Çareseriya demokratîk

Parêzer Îbrahîm Bîlmez, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rewşa heyî de li Sûriyeyê geşedanên nû derketin holê. Kurd li rexekî hewl didin paradîgmaya birêz Ocalan ava bikin û li rexa din jî pergala DAIŞ, cîhadperestan heye. Hêzên tarî, li ser sorkirina Tirkiyeyê ketin nava tevgerê. Li dijî vê tarîtiyê, divê kurdên ji bo mirovahiyê li dijî vê tarîtiyê têdikoşin bi tenê neyên hiştin. Piştgirîdayîna birêz Ocalan, tê wateya çareseriya demokratîk a ji bo Rojhilata Navîn. Bendewariyeke me ji dewletan tune ye, bendewariya me piştevaniya gelên Ewropayê ye. Li gorî me mezinkirina piştevaniya navneteweyî girîng e.”

Di serdanê de hate gotin ku CPT’yê hêj jî rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha Îmraliyê eşkere nekiriye. Di berdewamiya serdanê de bal kişandin ser xebatên ku dê şandeya navneteweyî bikin û girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdê.

Etîket: Abdullah OcalanBuroya HiqûqêÎbrahîm Bîlmezparezer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne