Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş ku di çalakiya nobede ya ji bo girtiyên nexweş de axivî bi lêv kir ku girtiyê nexweş Zekî Sayak ê 82 salî tevî nexweşiyên dil, pençeşer û gelek nexweşiyên xwe nayê berdan û xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan.
Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û xwe gihandina mafê tenduristiyê, li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 11an de didomînin. Hevserokên MED TUHAD-FEDê Pinar Sakik Tekîk û Kerem Canpolat, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de girsê bênavber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Çalakî bi daxuyaniyê dest pê kir. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em ê deriyên girtîgehan bi berxwedanê vekin” hat vekirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar bi lêv kir ku divê girtiyên nexweşiyên wan giran in demildest bên berdan û wiha got: “Hûn nikarin pêvajoya aştiyê bi nedîtî ve werin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Deng bidin dengê dayikan. Heta daxwazên me bi cih werin em ê çalakiya xwe bidomînin.”
‘Em nikarin bi rehetî razên’
Emîne Surgeç a xwîşka girtiyê nexweş Huseyîn Surgeç e ku ew jî 28 sal in di girtîgehê de ye, diyar kir ku ew ji bo çalakiyê li Dersimê hatiye û wiha got: “Pirsgirêkên tenduristiyê yên birayê min hene. Divê birayê min demildest bê berdan. Min di pêvajoya pêvçûnan de 3 birayên xwe winda kir. Ez naxwazim birayekî xwe yê din winda bikim.”
Dayika Botan Karsu ku di Girtîgeha Wanê de ragirtiye û di asta 4emîn de nexweşê pençeşerê ye Vahîbe Karsu jî anî ziman ku nexweşiyên zarokê wê giran in û got: “Çima girtiyên nexweş nayên berdan? Divê hemû girtiyên nexweş demmildest bên berdan. Em nikarin bi rehetî razên, her tim difikirin ku gelo tiştek bi serê zarokên me were.”
‘Bi destpêkirina pêvajo ve 15 girtî jiyana xwe ji dest dan’
Ayşegul Devecî li ser navê Komîsyona Aştî û Çavderiyê ya Jinan axivî, diyar kir ku pêvajo destpêkiriye û vir ve 15 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest danê û ev tişt gotin: “Divê girtî karibin xwe bigihînin mafê tenduristiyê. Rêxistinê, gavên pêwîst avetin, divê êdî desthilat gavan biaveje. Em li bende bûn di civîna MGKê de biryarek derkevê lê tu biryar derneket. Ji bo qanûna çarçoveyî bikevê meriyetê li benda çi ne. Weke jin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê demildest ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gav bên avetin.”
‘Heke hûn nêzî desthilatê bin hûn sûc jî bikin ceza nagirin’
Hevberdevka Kogreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku neberdana girtiyên nexweş tolhildana siyasî ye û wiha pê dê çû: “Ew ne hiqûqa înfazeyê. Girtiyekî nexweş di girtîgehê de li benda mirinê nayê hiştin. Mafê jiyanê ne mafekî dev jê bê berdan e. Gelek girtiyên nexweş ku rewşa wan girane, nayên berdan. Bi hemû girtiyan re heman muamele nayê kirin. Heke hûn Fatma Betul Sayan Kaya bin hûn ê 19 rojan bimînin û derbikevin. Heke hûn nêzî desthilatê bin sûc jî bikin ceza nagirin. Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyê nexweş ê 82 salî Zekî Sayak tevî nexweşiyên dil, pençeşêr û gelek nexweşiyan jî nayê berdan. Her wiha gelek girtiyên nexweş ên bi vî rengî nayên berdan. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan û li dervê werin dermankirin.”
Nobet bi çalakiya rûniştinê dom kir.














