• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ciwanên Geverê salvegera PKKê bi fişekên hewayî pîroz kirin

    Ciwanên Geverê salvegera PKKê bi fişekên hewayî pîroz kirin

    Li Îzmîrê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Li Îzmîrê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Li Stenbolê salvegera damezrandina PKKê bi coş hat pîrozkirin

    Li Stenbolê salvegera damezrandina PKKê bi coş hat pîrozkirin

    Li Erxenî û Peyasê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Li Erxenî û Peyasê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    YCK-KURD beriya Konferansa Êlihê li Amedê şahî li dar xist

    YCK-KURD beriya Konferansa Êlihê li Amedê şahî li dar xist

    Li Curnê Reşê bi boneya salvegera PKKê konser hat lidarxistin

    Li Curnê Reşê bi boneya salvegera PKKê konser hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Xebatên hêşînkirina Tûşbayê kêm in lê hewldan heye’

Serhat Toptaş / AW

27 November 2026 - 10:09
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Wan – Endamê Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Bedîh Kaçar desnîşan kir ku xebatên wan yên ji bo hêşînkirina navçeya Tûşbayê her çiqas têrker nebin jî ekolojî û jîngeh ji bo wan mijareke sereke ye û got: “Heta niha me li Tûşbayê 635 darên cur bi cur û 3 hezar û 500 darê fêkiyan danîn.”

Herêma Kurdistanê bi xwezaya xwe, dar û ber, çiya û geliyên xwe ve xweş û balkêş e. Lê dema mirov li bajêrên Bakûrê Kurdistanê dinêre, ji ber polîtîkayên madenvaniyê, şewitandin û jêkirina daristanan û çêkirina xaniyan hêşînayî pir kêm be. Plansaziya bajêran a ji aliyê dewletê ve tê amadekirin jî rewşa ekolojîk û pêdiviyên xwezayê berçav nayên girtin. Li gel vê yekê parastin û pêşxistina xwezayê berpirsyariya her ferdekê ye. Bajarê Wanê jî yek ji wan bajaran e ku di nav bajêr de dar û hêşînayî pir kêm bûye.

Şaredariya Tûşbayê ya di destê DEM Partiyê de ye, niha hewl dide xebatên hêşînkirinê berfirehtir bike. Şaredariyê heta niha li Parka 15ê Tîrmehê 45 dar, li Plaja Gel 145 dar, li pêşiya avahiya şaredariyê 10 dar, li Plaja Mavî Bayrakê 415 dar, li pişt Otogarê 20 dar çandine. Bi vî awayî, hejmara darên ku heta niha çandine gihîştiye 635an. Cureyên darên ku hatine çandin jî darcêwî, darsinc, bêdar û acer in. Ev cureyên daran ji bo avhewa û şertên herême hatine hilbijartin. Ji bilî van xebatan, 750 darên fêkî yên wekî sêv, gûz, hilûk hwd. ji bo çandinê di nava gel de hatinê belavkirin.

‘Hêşînayî ji bo me mijareke bingehîn e’

Endamê Meclîsa Şaredariya Tuşbayê Bedîh Kaçar li ser xebatên hêşînkirina navçeya Tûşbayê destnîşan kir ku heta niha navçeya Tûşbayê di destê partiya desthilatê de bûye, şaredarî di warê hêşînkirina bajêr de pir kêm xebat daye meşandin. Bedîh Kaçar anî ziman ku xebatên wan ên hêşînkarkirina bajêr her çiqas ne têrker jî be, ekolojî ji bo wan xeteke girîng e û wiha berdewam kir: “Xweza, jîngeh û hêşînayî ji bo partî û rêveberiya xwecihî ya me esaseke bingehîn e. Navçeya Tûşbayê di demekê nêz de bû navçe. Di hilbijartîna ewil de partiya desthilatê bi serket û ya duyêmîn de jî qayim hat ser. Ji ber vê jî di warê hêşînkirina bajêr de pir xebat nehatine meşandin. Ev nêzikî du sal in em hatine li ser peywirê. Xebatên ku ji bo hêşînkirina bajêr ên me jî ne têrker in, em vê rastiyê dibînin. Lê hewildaneke mezin heye ku em navçeya xwe bikin qadekî hêşîn. Heta niha di navçeyê de ji aliyê me ve bi giştî 635 dar hatine danîn. Bi biharê re xebatên me yen di vî warî de wê xurttir bibin. Heta niha 750 darên fêkiyê bi gel re hatine belavkirin.”

‘Ev gel hejayî bajêreke hêşîntir e’

Bedîh Kaçar anî ziman ku butçeya kêm û deynên ku di demên borî de mane, ji bo xebatên wan ên hêşînkirinê dibin asteng û wiha pê de çû: “Yek jî muxatabê vî karî saziyên dewletê ne. Mixabin di vê mijarê de alîkariyê nadin şaredariyan. Tiştên ku me kirine bi derfetên xwe hatine kirin. Ji bo navçeyeke şîn û kesktir xebatên me wê bidome. Bi Şaredariya Mezin a Wanê re jî xebatên me hatibûn destpêkirin ku li hemû navçeyan xebatên hêşînkirina bajêr bê kirin. Lê şaredarî hat desteserkirin û ev xebat bi rê ve neçû. Aboriya şaredariyan jî nebaş e, ji ber ku hêj deynên di dema qayim de mane ji me tê birîn. Ev gel hejayî bajareke hêşîntir e û divê çi bikeve li ser milên me em bikin. Armanca me ew e ku em herêma xwe bêtir hêşîn bikin, hejmara daran zêde bikin û ji bo nifşên nû xwezayeke hêşîn û paqij bihêlin.”

Etîket: Bedîh KaçarDEM PartîekolojîMeclisa ŞaredariyêTûşba
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta DEM Partiyê bi Bahçelî re hevdîtin pêk anî

Heyeta DEM Partiyê bi Bahçelî re hevdîtin pêk anî

26 November 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

22 November 2026
Prof. Dr. Beyza Ustun: Pergala kapîtalîst çav berdaye tevahiya Kurdistanê!

Prof. Dr. Beyza Ustun: Pergala kapîtalîst çav berdaye tevahiya Kurdistanê!

22 November 2026
Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

19 November 2026
DEM Partî: Em binçavkirina siyasetmedaran, parêzeran û tayinkirina qeyim red dikin

DEM Partî: Em binçavkirina siyasetmedaran, parêzeran û tayinkirina qeyim red dikin

17 November 2026
Li ber wezaretê bang kirin: Mafê zimanê dayikê bingeha aştiyê ye

Li ber wezaretê bang kirin: Mafê zimanê dayikê bingeha aştiyê ye

12 November 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji şivantiyê ber bi mamosteyê ziman ve: Girtîgeh ji bo xwe kir Akademiya Kurdî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-2: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Qanûnên heyî li Sûriyeyê jinan naparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne