Enqere – Dayika girtiyê nexweş Îhsan Topuz, Halîme Topuz û bavê girtiyê nexweş Turgut Çelîk, Huseyîn Çelîk ên ji bo çalakiya nobede ya ji bo girtiyên nexweş hatiye destpêkirin ji Amedê bi rê ketine û hatine Enqereyê, destnîşan kirin ku heta hemû girtiyên nexweş neyên berdan ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Çalakiya nobedê ya bêdem ku ji aliyê malbatên girtiyên nexweş, Komeleya Piştevanî û Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û DEM Partî li pêşiya Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş werin berdan û dermankirin dane destpêkirin 10 roj li pey xwe hiştin. Di vê çarçoveyê de Hevserokên Giştî yên MED TUHAD-FEDê Pinar Sakik Tekîn û Kerem Canpolat bi reyedarên Wezareta Dadê re hevdîtin kirin û daxwazên xwe anîn ziman.
Malbatên girtiyên nexweş ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dorê tên li çalakiya Enqereyê û nobedê dewr digirin. Piştî malbatên girtiyên nexweş ên Stenbolê, malbat ji Amedê hatin û nobedê dewir girtin. Malbatên girtiyên nexweş ên ji Amedê hatine li pêşiya Wezareta Dadê çalakî li dar xistine derbarê rewşa girtiyên xwe yên nexweş û çalakiya xwe de axivîn.
‘Tevî 2 sal in pêvajoyê destpêkiriye jî bi çavê neyartiyê lê dinêrin’

Dayika girtiyê nexweş Îhsan Topuz ê 28 sal in di girtîgehê de ye û li Girtîgeha Kirşehîrê tê ragirtin Halîme Topuz bi lêv kir ku kurê wê Îhsan Topuz 2 caran krîza mîde û 2 caran jî krîza dil derbas kiriye û ev tişt anîn ziman: “Nayê dermankirin. Bi çavê dijminatiyê lê dinêrin. Tevî 2 sal in pêvajo destpêkiriye jî weke berê çavê bi neyartiyê lê dinêrin. Zarokên me tiştek xirab nekirine, daxwaza mafê zimanê xwe kirinê û doza wekhevî û edaletê kirine. Em li Amedê ji bo berdana girtiyên nexweş bi rê ketin û hatin vir ji bo çalakiyê. Em bi hevî ne em ê bi vê çalakiyê encam bigirin û girtiyên nexweş hemû werin berdan. Zivistan be, berf û baran be jî heta hemû girtiyên nexweş werin berdan em ê çalakiya xwe bidomînin.”
‘Em poşman bûn ku me ew di wî halî de dît’

Ji malbatên girtiyên nexweş Huseyîn Çelîk ku kurê wî Turgut Çelîk 8 sal in di girtîgehê de ye û li Girtîgeha Tîpa S a Samsûnê tê ragirtin, diyar kir ku mafê tenduristiyê li girtîgehê tê binpêkirin û wiha axivî: “Kurê min di hucreya yekkesî de tê girtin. Nexweşiya kurê min hêj diyar nekirine. Piştî ket girtîgehê zêde kîlo da û tenduristiya wî nebaş e. Dema dibin nexweşxaneyê lêgerîna tazî li ser wan ferz dikin û ji bo wê nikarin biçin li nexweşxaneyê. Nikariye xwarinê bixwe. Di 5ê vê mehê de me hevdîtin kir. Em poşman bûn ku me ew di wî halî de dît. Rewşa wî pir xirab bû. Em li Amedê bi rêketin û hatin vir ji bo çalakiyê. Em li vir bang li rêyedarên dewletê dikin ku girtiyên nexweş berdin. Serokatî çi pêwîst be bi cih anî divê dewlet jî gavan biaveje. Ew jî di serî de berdana girtiyên nexweş e.”












