Bedlîs – Endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê Emrullah Keskîn ê ji bo azadiyê şehîd bû, di tevahiya jiyana xwe de aştiya gelan parast, ji ber vê yekê tev li gerîla bû û jiyana xwe di daxwaza aştî û azadiyê de hûnand. Dayik Sînem Keskîn behsa têkoşîn û jiyana lawê xwe kir û wiha got. “Mirovekî welatparêz bû û her tim alîkariya malbat, cîran û hevalên xwe dikir.”
Keç û xortên Kurdan di dîroka mirovahiyê de bi têkoşîn û helwesta xwe gelek çîrokên fedakariyê nivîsandine. Gelek malbat di vê oxirê de bi astengî û zehmetiyên mezin re rû bi rû mane. Emrullah Keskîn (Emrah) ê endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê bû, yek ji van xortan e. Ew welatparêz û kedkar bû û di temenê ciwan de tevger nas kiribû. Mirovekî welatparêz bû û her tim alîkariya malbat, cîran û hevalên xwe dikir. Emrullah Keskîn di sala 2017an de tev li refên gerîla dibe û di nava heman salê de jî şehîd dibe.
‘Emrah di 15 saliya xwe de tevger nas kir’

Dayik Sînem Keskîn ku behsa lawê xwe kir, bal kişand ser kesayeta Emrullah Keskîn û da zanîn ku mirovekî xîret, xebatkar bû. Sînem Keskîn diyar kir ku Emrullah ne tenê ji bo mala xwe, ji bo her kesî fedakar bû û wiha got: “Mirovakî baş bû, ji zaroktiyê ve qet kesî tiştekî neyînî ji wî re negotiye. Emrah di 15 saliya xwe de tevger nas kir. Her tim bi mal, cîran û hevalên xwe re alîkarî dikir, gelekî baş bû û gelekî welatparêz bû.”
‘Me bi zehmetiyeke mezin şehîdê xwe anî”
Sînem Keskîn destnîşan kir ku ew di anîna cenazeyê Emrullah de rastî gelek astengiyan hatine û wiha pê çû: “Kurê mîn ê mezin çû li pey cenazeyê birayê xwe, 40 rojan di morqê de ma û me nizanibû. Piştî şeş mehan me gora wî vekir û anî. Pêvajo pir bi êş bû. Me bi zor û zehmetiyeke mezin cenazeyê xwe anî. Leşkeran digotin ‘tu kî yî, navê te çi ye’ min got ‘ez diya wî me’. Nehiştin ku em bi rehetî cenazeyê xwe veşêrin. Dewletê zordarî li me kir, nasên me birin qereqolê û gotin hûn çima çûne li ser goristanê. Devleta Tirk her tim dihat û diçû, lê me tevî hemû zehmetiyan jî şehîdê xwe anî.”
‘Me pir kişandiye’
Her wiha Sînem Keskîn anî ziman ku Kurdan ji bo vê têkoşînê gelek bedel dane û bi milyonan zehmetî dîtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê tevî hemû zextan jî em serbilind in. Ew ji bo me diçin çiyê, her tiştî qebûl dikin; doşeka wan ax e, balîfên wan kevir in. Ew mirovên cidî ne, kesên necidî naçin wê derê.”


















