Nobeta ku li gundê Arzoxliyê li dijî projeya GESê hatiye destpêkirin di roja 36emîn de berdewam dike.
Li gundê Arzoxlî ya navçeya Sûrê ya Amedê, nobeta ku bi pêşengiya jinan li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya ku gefê li qadên jiyanê û çêrgehên wan dixwe hatiye destpêkirin, di roja 36emîn de berdewam dike. Jinên ku li qada nobetê hatin bahev, ber bi qada projeyê ve meşiyan. Jinan di dema meşê de dirûşmeyên “Em axa xwe nadin” û “Sermayeya kujer ji çêrgeha me biceheme” berz kirin û nerazîbûna xwe ya li dijî projeyê anîn ziman. Şêniyên gund ên ku pêşiya wan ji aliyê leşkeran ve hat girtin, bertek nîşanî vê yekê dan.
Girtina 2 şêniyên ji gund ya ji bo karê çêkirina GESê bû sedema alozî û rageşiyê. Di navbera şêniyên gund û xebatkarên şîrketê de demek dirêj nîqaş berdewam kir. Çalakiya şêniyên gund a li qada projeyê berdewam dike.













