Êlih – Jinên ku tev li çalakiya 25ê Mijdarê bûne, anîn ziman ku dewlet her tim kesên ku jinan dikujin diparêze û ji ber vê yekê kuştinên jinan zêde dibin.
Li çar parçeyên Kurdistanê û li seranserî cîhanê di 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinan bi mîlyonan jin daketin qadan û ji bo mafên jinan bên parastin dengê xwe bilind kir. Jinên Êlihê yên ku tev li meşa ji bo 25ê Mijdarê bûne anîn ziman ku sedema zêdebûna tundiya li ser jinê bingeha xwe ji polîtîkayên dewletê yên bêcezatiyê tê û ev yek bi tundî şermezar kirin.
‘Ew ê çalakî û têkoşîna jinan civakê jî biguherîne’
Narîn Erol bal kişand tekoşîna li dijî tundiya ku bi salan e li ser jinan tê meşandin û wiha axivî: “Divê ev têkoşîn bêne mezinkirin û meşandin. Lê ji ber ku îro rojeke sembolîk e em ê bêhtir dengê xwe bilind bikin. Jin ji her hêlê ve bi tundiyê re rû bi rû dimîne. Tundiya li ser jinan ne tenê bi hişmendiya mêr ve girêdayî ye, di nava malbat, civak û bi aboriyê û bi her awayî tundiyeke derunî û fîzîkî li dijî jinan heye. Ew ê bertekên jinan her tim li dijî tacîz, tecawiz û kuştinê hebin û divê her roj bê navber bidomin. Encex bi vî awayî pêşî li van kiryaran bêne girtin. Em vê tundiyê qebûl nakin, em ê li dijî wê li ber xwe bidin. Em dibêjin; tundiya li dijî jinan polîtîkayeke mêr-dewletê ye. Em ê li dijî vê yekê bisekinin û têkoşîna xwe bidomînin. Divê pêşî hişmendiya civakî û ya mêran bê guhertin. Ew jî barê giran ê li ser milê jinê ye. Em ê vê yekê jî bi çalakî û bi sekna xwe bidin guhertin û li dijî wê bisekinin. Ew ê çalakî û têkoşîna jinan civakê jî biguherîne.”
‘Em tundiya li ser jinê şermezar dikin’
Zelîha Gonul jî bi lêv kir ku heta jin li mafê xwe nebe xwedî û mafê xwe nestîne civak jî dê civak jî bê maf be û ev yek got: “Dema ku em lê dinêrin nîvê civakê jin e, lê di nava civakê de keda jinê ji nedîtî ve tê hesibandin. Di her hêlê de jî di nava civakê de her tim bi kêmasî li jinê hatiye nihêrtin. Di nava rêxistinan û saziyên dewletê de tu carî cihên bilind bi destê jinê neketiye. Em weke nîvê civakê jî nehatine dîtin. Heta ku ji destê me bê em ê li keda xwe bibin xwedî. Em bang li hemû jinên cihanê dikin; em destê xwe bidin hev, em yekîtiya xwe çêbikin û li ked û mafê xwe bibin xwedî. Heta mirov têkoşîn neke tiştek bi destê xwe naxe.”
‘Jin tune be cîhan jî tune ye’
Naciye Yanmaz jî destnîşan kir ku roja 25ê Mijdarê ji bo jinên hemû cûhanê rojeke pir taybet e û ev tişt got: “Em li qadan bangî jinên Kurdan û yên cihanê dikin. Ji bo ku ew jî bên tev li çalakiyan bibin divê xwe bi hêz bikin. Li ser rûyê cîhanê tundiyeke mezin li ser jinan heye. Daxwaza me ew e ku jin hişyar be. Dema ku jinek hişyar be, hemû cîhan hişyar dibe. Pêdiviya me jinan bi perwerdehî, agahdarî û bi her mafên mirovî yên rewa heye. Dema ku jin bixwaze dikare her tiştî bike. Ji ber ku hebûna cîhanê li ser jinan e. Jin hebe cîhan heye, jin tune be cîhan jî tune ye. Divê jin sekneke xurt û pozîtîv diyar bike, da ku bikaribe li gora wî xwe li ser lingan bigire.”
‘Dewlet kujeran diparêze’
Nûhat Altan jî anî ziman ku dewlet her tim kujerên jinan diparêze û wiha got: “Wateya vê rojê ew e ku qetlîamên li ser jinan bêne rakirin. Ev jî encex em bi yekîtî û wekheviyê dikaribin li ser bidin sekinandin. Ev qetlîamên ku li ser Gulistan Dokû, Rojîn Kabaîş, Narîn Guran û hemû jinan jî em zanin ku bi destê kî hatiye kirin. Lê dibêjin, kujer ne diyar e, em dizanin ku kujerên wan jî kî ne. Her çiqas jin tên qetilkirin, dewlet jî ew qas kujerên wan diparêze. Heta ku em kujerên zelal nekin em ê ranewestin.”













