Stenbol – Karkerên Farmakim Lojîstîkê yên li navçeya Sancaktepeyê ya Stenbolê, ji ber nedayîna meaşên xwe ji 20ê Mijdarê ve li ber pêşiya fîrmayê çalakî dikin. Karkeran diyar kirin ku nêzîkî 70 karker li vir dixebite kesên nexweş, kiriyê xwe nikarin bidin û xwediyê xanî ji malê derxistine hene û gotin: “Em di kirê de dijîn û zarok didin xwendin. Divê debara malbata xwe bikin, lê niha di rewşeke pir zehmet de yî. Em tenê dixwazin mêaş û tazmînata xwe bistînin.”
Li Tirkiyeyê rewşa karkeran her ku diçe dijwartir dibe. Di fabrika, kargeh û atolyayan mafê karkeran tên binpêkirin. Dema ku karker diçin grevê û dest ji kar berdidin jî li pêşiya xwe polîsan dibinin. Patron bi hêza polîsan karkera diperçikîne. Li Stenbolê karkerên Farmakim Lojîstîkê yên li navçeya Sancaktepeyê meaşên karkeran birekûpêk nayê danîn. Hin karkare salekî hin karker ji ev 5 meh e meaşê xwe nikarin bistînin. Li dijî vê karker di 20ê mehê de dest bi grevê kirin. Karker diyar li pêşiya fîrmayê mafê desthekên xwe dikin. Karkerên bi navê Taceddîn Çelîk û Zeynep Irmak derbarê çalakiya xwe de axivîn.

‘Ev penc meh maêşên tu kesî bi rêkûpêk nadin’
Taceddîn Çelîk diyar kir ku ew 8 sal e ku di vê firmayê de dixebite, ked dide û got: “Ev çar salên dawiyê fîrma meaşê me her meh kêm radizînin. Ev penc meh e maêşên tu karker bi rêkûpêk meaşê xwe nikarin bistînin. 3-4 meh berê hin karkeran ji kar derxistin û hê jî heqê wana nedan. Sê meh berê ji me re gotin em ê pere wê bi giştî bidin we lê heta niha tiştekî nedan. Em hatin cihê kar me dît ku kamyon hatiye li pêşiya fîrmayê û malên fîrmayê barî kamyonê dikin. Me bi hevalên xwe re rewşê ji fîrmayê pirsî lê tu bersiv nedan.
‘Ji xeynî DEM Partiyê kesî piştgiriya me nekir’
Taceddîn Çelîk bi bîr xist ku gelek karker li vir mexdûr in û got: “Li vir nêzîkî 70 karkerên nexweş dixebitin, kesên kiriyê xwe nikarin bidin û xwediyê xanî wan ji malê derxistine hene. Bi rastî jî li vir pir zilm tê kirin. Karkerên li vir dixebitin hemû neçar û xizan in. Ji partiyên siyasî tenê DEM partiyê dengê me bihîst wekî din tu kes nehat li vir. Ev çend roj e em li vir çalakiyê dikin. Em dixwazin dengê me bigihije ji raya giştî re. Me xwest em dest deynîn li ser amûrên fîrmayê lê polîsan bariyer danîn pêşiya me. Kesek li ser derbarê rewşa me de tu agahî neda me û dê kengê heqên me bidin me ne diyar e. Polîs tê pêşiya fîrmayê û me asteng dike. Gelo polîs li dijî karkeran e an ji aliyê patronan e? Em dixwazin ku perê me bidin û me ji kar derxin. Ji ber ku ev 8 sal e li vir dixebitim, naxwazim heqê xwe bihêlim û bi xwe ji kar derkevim. Em dixwazin tavilê heqê me bidin.”

‘Ev du meh e nikarim kirê û heqê faturayên xwe bidim’
Zeynep Irmak jî destnîşan kir ku ev sê sal e di fîrmaya Farmakim Lojîstîkê di beşa hilberînêrê de dixebite û got: “Ev şeş meh e ku bi perçe perçe meaşên me didin me. Carna dibe 3 perçe jî. Divê meaşên me di 15ê mehê de bidana, lê maeşê me an di 20ê mehê de an jî di dawiya mehê de radiziya. Ev du meh e me tu pere ne stendiye. Ez di kirê de dijîm û zarokan didim xwendin. Divê debara malbata xwe bikim, lê niha di rewşeke pir zehmet de me. Ji me re gotin ku biryara valakirina fîrmayê hatiye dayîn, lê me tenê dema ku malên firmayê li derve dîtin. Ji bona wê ez maxdûr in. Tu kesî agahî neda me. Em gelek zehmetî dikêşin. Ev du meh e nikarim kire û faturayên xwe bidim. Em tenê dixwazin mafên me bê dayîn. Em meaşên xwe û mafê tazmînata xwe dixwazin. Em ji hemû parlementeran û partiyên siyasî alîkariyê dixwazin. Tu daxwazeke me ya din nîne, em tenê dixwazin mêaş û tazmînata xwe bistînin. Em di rewşeke pir xirab de ne.”















