Platforma Jinan a Semsûrê bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinan meş pêk anî û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de jinan diyar kirin ku dê li dijî pergala serdest ew ê xwedî li jiyan û azadiya hev derkevin
Platforma Jinan a Semsûrê bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinan meş pêk anî û daxuyanî da. Jinên ku Parka Koşuyê ya li Semsûrê hatin cem hev, di ser cadeya Haydar Efendî re ber bi Qada Newrozê ve meşiyan. Jinan di meşê de pankarta “Ne edaleta mêran edaleta rast. Niha dema jinan e” û wêneyên jinên ku di dîrokên cuda de di encama tundiya mêran de jiyana xwe ji dest dane vekirin û dowîzên “Jin li ber xwe didin zilm bi dawî dibe” û “Rojîn, Rojwelat, Gulîstan… jin li pey edaletê ne” hilgirtin.
Di meşê de dirûşmên “Jin daketin qadan ji bo azadbûnê”, “Jin Jiyan Azadî” û “Jin şer naxwazin aştî dixwazin” hatin berzkirin.
Piştî meşê li Qada Newrozê li ser navê jinan Aslî Dede axivî û diyar kir ku ew ê rêxistinbûna resen û xweser, îradeya azad û xweparastina jinan xurt bikin û wiha got: “Li malê, li cihê kar, li kolanan û li hemû saziyan em ê bibin kirdeya biryarên ku jiyana me eleqedar dike; em ê mekanîzmayên biryardanê li gorî wekhevî û azadiyê veguherînin.”
Aslî Dede da zanîn ku jin dê di her qonaxa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de wekî kirdeyên wekhev, avaker û biryarder cih bigirin û ev tişt anî ziman: “Di 25ê Mijdarê de careke din dibêjin; em ê ji mafê xwe yê jiyanê, azadiya xwe, wekheviya xwe û têkoşîna xwe ya aştiyê tawîz nedin. Em ê li dijî sîstema serdestiya mêran têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezin bikin û xwedî li jiyan û azadiya hev derkevin. Em ê jiyana xwe û siberoja civakê bi gotin, biryar û çalakiya hevpar a jinan ava bikin.”
Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.











