• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
25 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dosye-3: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
‘Divê di destûra bingehîn de mafên jinan bi zelalî bê misogerkirin’

Firat Tûnç / AW

25 November 2026 - 09:48
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Qamişlo – Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Rojavayê Kurdistanê, Emîna Omer bal kişand ser gavên qanûnî û sazûmanî yên ku ji bo parastina jinan hatine avêtin û destnîşan kir ku daxwaz û tekoşîna wan a bingehîn di nivîsandina destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de jin cih bigirin.

Endama Koordînasyona Meclîsa Jin a Rojavayê Kurdistanê Emîna Omer bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, ezmûna Desteya Jinan û Malên Parastina Jinan, zêdebûna tundî û kuştina jinan, metirsiyên piştî entegrasyonê û daxwazên destûrî yên jinan ji ajansa me re axivî.

Zagona Jinan û Malên Parastina Jinan

Emîna Omer da zanîn ku piştî ragihandina Rêveberiya Xweser di sala 2014an de, di nav kar û xebatên Desteya Jinan de rawestandina tundiya li ser jinan yek ji mijarên sereke bû û wiha got: “Me di sala 2014an de Zagona Taybet a Jinan derxist. Di vê zagonê de pirzewacî, zewaca di bin 18 saliyê de, zewaca bi zorê û berdel hatin qedexekirin û cezayên qanûnî hatin diyarkirin. Li gel milê qanûnî, me ji aliyê siyasî, civakî û aborî ve jî mekanîzma ava kirin. Ji bo pêşwazîkirin û parastina jinên ku rastî tundiyê tên, Malên Parastina Jinan ên demkî û demdirêj, hatin avakirin. Di navbera Desteya Jin, Malên Jin, Asayîşa Jin û Rêxistina Sara de hevahengiyeke xurt çêbû. Me hewl da ku jin xwedî îrade bin û di civakê de çandeke ku tundiyê wekî tiştekî asayî nabîne ava bibe. Her çiqas zihniyeta baviksalarî, urf û edet û carinan jî êrîş û gefên li dijî saziyên jinan gelek astengî çêkiribin jî, me xebatên xwe berdewam kirin.”

Tundî, kuştina jinan û metirsiyên piştî entegrasyonê

Emîna Omer diyar kir ku tevî avakirina zagona jinan û saziyên parastinê, şer, koçberî, hejarî û rewşa psîkolojîk a civakê bûn sedem ku tundî û kuştina jinan bi temamî ji holê ranebin û ev tişt anî ziman: “Di demên dawî de li hin deveran, wekî Kobanê û Cizîrê, bûyerên kuştina jinan zêde bûn û gelek caran bi navê ‘xwekuştinê’ hatin xumandin, lê gumanên cidî hebûn ku ev kuştin ji aliyê malbatê ve pêk hatine. Ji bo daneyên hûrgilî yên li ser van bûyeran, Rêxistina Sara xwedî pisporî û zanyariyên berfireh e.”

‘Divê maf û kotaya jinan di destûrê de bi zelalî cih bigirin’

Emîna Omer bal kişand ser guherînên piştî entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser bi saziyên dewletê re û wiha pê de çû: “Her çiqas hejmareke zêde ya jinên xebatkar tevî pêvajoyê bûbûn jî, li cihên biryardanê jin kêm in. Sîstema hevserokatiyê ku jin di hemû astên biryarê de bi cih dikirin, di pêvajoyên heyî de lawaz bûye û ev yek destkeftiyên me dixe xeteriyê. Rêxistinên jinan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahiya Sûriyeyê û herêmê xebat û hevgirtina xwe zêde dikin da ku mafên jinan neyên paşguhkirin. Di destûra demkî ya heyî de mafên jinan cih nagirin û tevlîbûna jinan a di hikûmet û parlamentoyê de di asteke gelekî kêm de ye. Jinên li Sûriyeyê di nava 14 salên şer, koçberî û zehmetiyan de bedelên mezin dane; nabe mafên wan werin stendin.”

Her wiha Emîna Omer destnîşan kir ku daxwaza wan a bingehîn ew e ku di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de jin cih bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mafên jinan, wekhevî, kotaya qanûnî ya jinan, zimanê dayikê û rola rêxistinên jinan divê bi zelalî di destûrê de bên misogerkirin. Di 25ê Mijdarê de em bang dikin ku şer û pevçûnên li cîhanê rawestin û bi yekîtiya jinan em karibin tundiyê rawestînin.”

dawî…

Etîket: di qanûna bingehîn de jinEmîna OmerKoordînasyona Meclisa Jin a Rojavayê Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne