TJAyê li Amedê di çarçoveya xebatên 25ê Mijdarê de stand vekir û civîna jinan li dar xist. Di civîna jinan de hat gotin ku tundiya li ser jinan pêk tê bingeha xwe ji desthilatdariya mêrperest a Tirkiyeyê digire.
Li taxa 500 Evler a navçeya Peyasê ya Amedê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve di çarçoveya xebatên 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê civîn hat lidarxistin. Li ser Cadeya Melîk Ahmed a navçeya Sûrê jî aktîvîstên TJAyê stand vekirin. Li gel aktîvîstên TJAyê gelek jin tev li civîna li Navenda Jiyanê ya Jinê ya 500 Evlerê bûn.
Di civînê de Aktîvîsta TJAyê Sûzan Îşbîlen bal kişand ser cihê jinan ê di nava civakê de û wiha got: “Li ser jinan tundiyeke gelekî giran tê meşandin. Jin her tim rastî tacîzê tên û tên kuştin. Li Tirkiyeyê desthilatdariyeke mêrperest heye. Sedema vê tundiyê ew e ku jinê bi malê ve girê bidin û tenê bikin xizmetkar.”
‘Qirkirina jinê qirkirina civakê ye’
Piştî Sûzan Îşbîlen, Aktîvîsta TJAyê Hatîce Oncu jî bal kişand ser tundiya li ser jinan û wiha got: “Ez dixwazim em li ser tiştên ku li vir tên axaftin bifikirin; ne tenê li malan, li kolanan, li kargehan em 24 saetan bifikirin bê ka tundiya dewlet û mêr jiyaneke çawa ji bo me ava kiriye. Belê ne bi qasî berê ye lê hê jî hem tundiya mêr hem jî tundiya dewletê berdewam dike. Hê jî li girtîgehan li hemberî jinên girtî yên siyasî tundiya dewletê didome; mînak Evîn Zapsû di nava nexweşiyeke giran de ye lê hê jî li hundir dîl tê girtin.”
Hatîce Oncu diyar kir ku civakeke demokratîk tenê bi dawîbûna tundiya li ser jinê dikare bê avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibêjin qirkirina jinê qirkirina civakê ye. Civakeke demokratîk tenê bi dawîbûna tundiya li ser jinê dikare bê avakirin. Îro dema em li vir diaxivin jî niha li derve jin tên kuştin. Heta ku ev şerê li hemberî jinê tê meşandin bi dawî nebe, em nikarin behsa aştiyê bikin. Modernîteya kapîtalîst dixwaze jinê tenê wekî beden li ser piyan bihêle, naxwaze jin bibe xwedî hişmendî û bi wî rengî hebe. Jin ne tenê ji aliyê fîzîkî ve; ji aliyê hişî, derûnî û hişmendiyê ve jî tên tunekirin.”
Piştî axaftina Hatîce Oncu civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.
Li Sûrê stand hat vekirin
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya xebatên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê li Cadeya Melîk Ahmed a navçeya Sûrê stand hat vekirin di standê de pankanrta “Bi tekoşîna rêxistinkirina li dijî tundiyê niha dema jinê ye” hat vekirin û belavokên li dijî tundiya li ser jinê hatin belavkirin.




















