Enqere – Hevberdevkê TUHAY-DERa Enqereyê Şîrîn Altay derbarê çalakiya nobetê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên siyasî li ber Wezareta Dadê hatiye destpêkirin diyar kir ku dor bi dor ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê malbat dê werin Enqereyê û tev li çalakiyê bibin.
Rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafên girtiyên siyasî rojeva sereke ya raya giştî ya siyaseta demokratîk e. Girtiyên nexweş tevî ku rapora, “Nikare di girtîgehê de bimînê” jî ji aliyê rêveberiyên girtîgehan, berdana wan tê astengkirin bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Tevî hişyariyên saziyên mafên mirovan jî girtiyên rewşa wan girane nayên berdan bi pêkanîna astengkirina dermanan mafê wan a jiyanê tê binpêkirin.
Çalakî bi biryardarî didome
Girtiya nexweş Evîn Zapsû ku li Girtîgeha Bunaynê ya Kayseriyê girtî ye teşhîsa penceşêrê lê hatiye kirin û tevî nexweşiya giran jî li şûna ku li nexweşxaneyê bê dermankirin ew sewqî girtîgehê hate kirin. Girtiya nexweş Newroz Bozkurt ku 28 sal in girtî ye û nexweşiya Lenfositik Losemî ya Kronîk (KLL) lê peyda bûye û tevî nexweş e jî nayê berdan. Ji bo girtiyên nexweş werin berdan, saziyên mafê mirovan û hiqûqê bi pêşengiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) dest bi çalakiya nobeta rûniştinê ya bêdem kir. Çalakiya nobetê li ber Wezareta Dadê di roja 7emîn de berdewam dike.
Hevberdevkê TUHAY-DERa Enqereyê Şîrîn Altay û Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê û endama Komîsyona Girtîgehan Fatma Surucu derbarê çalakiya nobetê û rewşa girtiyên nexweş de axivîn.
‘Heta girtiyên nexweş neyên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin’
Şîrîn Altay anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş girane û wan jî bi daxwaza azadiya girtiyên nexweş dest bi çalakiya nobetê kirine û wiha got: “Heta girtiyên nexweş neyên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin. Daxwaza me ji gel ew e ku xwedî li girtiyan derbikeve. Yên mafê mirovan diparêzin jî divê xwedî li vê çalakiyê derbikevin. Rewşa girtiyên nexweş ne baş e. Heta hevalên me yên girtî werin berdan jî çalakiya me bidome. Li her bajarê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê malbatên girtiyên nexweş dê werin vir tev li çalakiyê bibin. Me plansazî kiriye ku piştî malbatên Stenbolê malbatên Amedê werin Enqereyê û tev li çalakiyê bibin. Piştî malbatên me yên ji Amedê werin dê piştre jî ji Mêrsînê malbatên girtiyên nexweş werin. Piştre jî li Mêrdînê û dor bi dor malbatên girtiyên nexweş dê werin û tev li çalakiyê bibin.”
‘Ji bo hevdîtinê em li benda Wezîrê Dadê ne’
Şîrîn Altay diyar kir ku weke malbatên girtiyên nexweş ew dixwazin ji Wezareta Dadê re jî hevdîtineke bikin û wiha pê de çû: “Divê Wezîrê Dadê bi malbatên girtiyên nexweş re hevdîtinê bike ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Çend hefte berê girtiyê nexweş Tuncer Saglam jî jiyana xwe ji dest da. Ev yek di nava gel de jî fikaran çêdike. Ji bo wê divê Wezîrê Dadê bi malbatan re hevdîtinê bike, daxwazên malbatan guhdar bike û çareseriyek bê dîtin. Ji bo hevdîtinê em li benda Wezîrê Dadê ne.”
‘Wezareta Dadê bersiv nade serlêdanên me’
Rêvebera OHDê û endama Komîsyona Girtîgehan Fatma Surucu jî destnîşan kir ku girtiyên nexweş ên siyasî ji bi dijhiqûqiyan re rû bi rû ne û wiha got: “Ji bo berdana girtiyên nexweş 6 roj in em li ber Wezareta Dadê di çalakiyê de ne. Ne tenê bi vê çalakiyê, bi salane em weke hiqûqnas bang li Wezîrê Dadê dikin ku tedawiya girtiyên nexweş bê kirin û bi serlêdan û daxwaznameyan dibêjin bila girtiyên nexweş bên berdan. Lê mixabin heta niha tu bersiveke erênî ji van serlêdanên me re nehatiye dayîn. Heta girtiyên nexweş werin berdan em ê çalakiya xwe bidomînin. Taybet jî girtiyek ne siyasî be, dema nexweş bikeve tê berdan û divê wisa jî be. Lê dema girtiyek siyasî nexweşiya wî giran be jî nayê berdan. Divê girtiyên nexweş ji aliyê hiqûqî ve werin berdan. Heta girtiyên siyasî werin berdan em ê jî têkoşîna xwe bidomînin.”












