Enqere – Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu di çalakiya bi armanca sepanên derveyî hiqûqî yên li girtîgehan werin bidawîkirin de axivî û got: “Bila Akin Gurlek bibihîse; heta ku muameleyên hovitiyê bi dawî dibin, em li vir in.”
Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 4emîn de berdewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de girsê bê navber dirûşmên, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir.
Piştî daxuyaniyê girse dest bi çalakiya rûniştinê kir û demekê dirêj dirûşm berz kir. Di daxuyaniyê de pankarta navê girtiyên nexweş û “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vekin” dinivisî hat vekirin.
‘Bila Wezîrê Dadê nebêje dê rojekê rûnin û biçin’
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî diyar kir ku sepanên derveyî hiqûqî li ser girtiyan tê meşandin û got: “Em ji Wezrîrê Dadê re dibêjin bila nebêjin dê rojeke werin rûnin û biçin. Em ê li vir bin bila baş bizane. Heta Wezîrê Dadê li gor edaletê tevbigere em ê çalakiya xwe bidomînin. Li girtîgehan revîr têr nakin. Bijîşk tune ne. Girtî nikarin xwe bigehejin mafê tenduristiyê. Bijîşk jî mixabin li gorî birdoziyê tevdigerin. Girtî tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên dermankirin. Girtî bi mirinê re ru bi ru hatine hiştin. Girtiyê nexweş ku nikarin bimeşin bi kelemçeyan û wesayitên rîngê dibin nexweşxaneyê. Ew çawa hovitî ye. Ji ber vê muameleya xirab girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê. Em ji ber vê yekê li vir in. Bila Akin Gurlek bibihîsa heta ew muameleyên hovitiyê bi dawî bibin, em li vir in.”
Çalakî piştî axaftina bi dawî bû û dê sibê saet 14:00an li pêşiya Wezareta Dadê bidome.






















