Hêzên leşkerî yên Îranê li Baneyê bi guleyan êriş kirin û di encamê de kolberek hate kuştin.
Kolbernewsê derbarê bûyerê de ragihand ku saet di 03:00 ê berbanga vêsibê de kolber Behmen Xidrî (34) yê xelkê gundê Malte yê ser bi Baneyê ve, li ser sînorê gundê xwe bêyî tu hişyariyekê bû hedefa guleyên hêzên leşkerî yên Îranê û ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, Behmen Xidrî zewicî û bavê du zarokan bû; keça wî 4 salî ye û kurê wî jî tenê 16 roj beriya qetilkirina bavê xwe ji dayik bûye.
Hêjayî gotinê ye di nava çend rojên borî de li herêmên sînorî yên Baneyê ev duyemîn bûyera qetilkirina kolberane. Berê jî berbanga roja Şemiyê kolberekî din ê 34 salî yê xelkê Baneyê yê bi navê Teyib Rostemî bi gulebarana rasterast a hêzên çekdar ên Îranê hatibû qetilkirin.












