Amed – Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, nêzîkatiya desthilat û helwesta muxalefetê ya li ser pêvajoyê, êrişên ser perwerdehiya zimanê Kurdî ya li Rojava, rewşa Şengalê û krîza rêveberiyê ya li Başûrê Kurdistanê nirxandinên berfireh kir. Keskîn Bayindar bal kişand ser guhertina cihê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Guhertina cih qebûlkirina kordînatoriya siyasî û aştiyê ye, lê ev nayê wê wateyê ku şert û mercên azad ên xebatê pêk hatine.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir derbarê geşedanên dawî yên li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, şert û mercên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nêzîkatiya dewlet-desthilatê ya li hemberî pêvajoyê, biryara YENÎ Partiyê ya vekişîna ji pêvajoyê, rewşa perwerdehiya bi zimanê Kurdî ya li rojavayê Kurdistanê, entegrasyona di navbera hikûmeta Iraqê û hêzên Şengalê de, aloziya di navbera PDK û YNKê û krîza siyasî ya li başûrê Kurdistanê ji Ajansa Welat re nirxand.
‘Di konaxa dûyemîn de dora derxistina qanûnên demokratîk e’
Keskîn Bayindir di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ji destpêka pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk heta niha, mijara herî sereke ya ji bo pêşveçûna pêvajoyê, şert û mercên azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Du sal in di vê pêvajoyê de me gelek hewl da. Heger ev pêvajo bi ser bikeve, pêş bikeve û bi her awayî baweriyê bide civakê, lazim e şert û mercên azad û serbestî yên Rêberê Gelê Kurd Ocalan hebin. Di destpêka vê pêvajoyê de Serokê MHPê Devlet Bahçelî bi xwe got ku ji bo rola xwe bilîze pêwîst e şert û mercên azad, cih û mekanê wî were guhertin.”
Keskîn Bayindar bal kişand ser helwdanên çareseriyê yên Tevgera Azadiyê û derbarê mijarê de wiha axivî: “Di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê û di hemû hewldanên çareseriyê de tê zanîn; heke tu aliyekî wekî muxatab bigirî dest, pêwîst e tu şert û mercên wî yên serbestî û azadiyê jî pêk bînî. Dewlet û desthilatdar vê meseleyê bi çûnûhatina şandeyan ve anîne vê qonaxê, lê em vekirî û eşkere dibêjin çûnûhatina şandeyan li gorî şert û mercên desthilatdar û dewletê nayê wê maneyê ku şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad û serbest in.
Di meha Tebaxê de li parlamentoya Tirkiyeyê qanûnek hat derxistin; bi wê qanûnê komîsyona şopandinê ya di parlamentoyê de, komîsyona hikûmetê ya bi serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz û ya herî girîng jî komîsyona siyasîbûn û aştiyê hat damezrandin ku kordînatorê wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Guhertina cihê Rêber Ocalan ji aliyê dewlet û hikûmetê ve qebûlkirina kordînatoriya siyasîbûn û aştiyê ye. Lê ev nayê wê wateyê ku ew di şert û mercên azad de dixebite. Ev tenê ji bo pêwîstiya wê komîsyonê bû. Êdî qonaxa şandeyan qediyaye û em derbasî qonaxa duyemîn, qonaxa hiqûq, qanûn û destûra bingehîn dibin. Lazim e rojnameger, siyasetmedar, rewşenbîr, hiqûqnas û hemû beşên civakê ne wekî ku diçin zindanekê an li ba girtî û dîlgirtiyekî; divê bi awayekî serbest hevdîtinê bikin, fikir û ramanên wî yên li ser siyasîbûn û aştiyê rasterast ji bo civakê bên ragihandin.”

‘Atmosfera aramiyê bi gavên yekalî yên tevgerê ve derket holê’
Li ser nêzîkatiya dewlet û desthilatdariyê ya di nava du salên dawî de jî Keskîn Bayindir rexneyên xwe anî ziman û destnîşan kir ku atmosfera aramiyê ya pêvajoyê bi gavên yekalî yên Tevgera Azadiyê derketine holê û axaftina xwe wiha domand: “Dewlet û desthilatdar hê jî bi form, kod, ziman û nêrînên berê yên ewlehî û leşkerî nêzîkî vê meseleyê dibin û Kurdan wekî civakek, gelek û çandek qebûl nakin. Ya herî girîng ew e ku dixwazin derûnî û nêrîneke ‘serkeftin û têkçûnê’ di nava civakê de derxin. Ev riyeke xeter e, ev meseleyeke dîrokî ya sed salî ye û heke neyê çareserkirin dê sibê dîsa hewldan li hemberî dewlet û desthilatdariyê derkevin.
Ev pêvajo bêsînor û bêhidûd nîn e; sînorek ji tehemûla civakî û tehemûla saziyan re heye. Bila tu kes xwe nexapîne, ev du sal in şer, kuştin û pevçûn tune ne. Ev ne bi niyeta baş a dewlet û desthilatdariyê, lê bi biryarên dîrokî û gavavêtinên yekalî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên wekî fesihkirina PKKê û rawestandina şerê çekdarî derketiye holê. Beriya derxistina qanûnên mezin, biryarên pratîkî hene ku qanûn jî ji wan re ne lazim e; divê girtiyên nexweş bên berdan ku ev gaveke însanî û wîjdanî ye, divê dawî li pratîka qeyûman a li ser îradeya gelê Kurd were û dev ji operasyonên siyasî, girtin û binçavkirina rojnameger, televîzyon û mixalîfan were berdin. Ev gav dê baweriyeke mezin di nava hemû civakê de ava bikin.”
‘YENÎ Partî biryarên şaş dide’
Di berdewamiya axaftina xwe de Keskîn Bayindir li ser nakokiyên di nava Tifaqa Cumhurê de û biryarên partiya muxalefetê YENÎ Partiyê rawestiya û ev nirxandin kirin: “Gotinên Devlet Bahçelî yên du salên derbasbûyî di nava civakê de hêviyek derxist, lê em dikarin bibêjin ji sedî 99ê van gotinan neketine meriyetê û pratîkê. Di navbera AKP û MHPê de li ser encam û rêveçûna vê pêvajoyê hesabên cuda hene; talokkirina her gaveke şênber ji aliyê AKPê ve dê di dawiyê de lawazbûna desthilatdariyê derxe holê, ji ber ku ji her alî ve dorpêçkirinek li derdora desthilatdariyê heye. Li aliyê din, biryara YENÎ Partiyê û daxuyaniyên serokê wê Ozgur Ozel ên li ser nebeşdarbûna komîsyona şopandinê û vekişîna ji pêvajoyê xeletî û şaşitiyeke mezin e.”
Keskîn Bayindir di çareserkirina pirsgirêkên bingehîn de bal kişand ser polîtîkayên hevpar û wiha pê de çû: “Ev pêvajo tenê bi înîsiyatîfa AKP û MHPê dest pê nekiriye; ji bo çareserkirina meseleya Kurd lêgerîneke nû ya dewletê ye. Heger sedem û hincetên vekişînê hebin, ji dîrokê heta vê deqeyê li gorî wan bi sedan carî zêdetir sedem û hincetên me hene ku em dev ji vê masê berdin, lê em hê jî dixwazin li ser maseyê bin. Armanca hikûmetê ew bû ku muxalefetê ji hev dûr bixe, perçe bike û vê meseleyê tenê di bin kontrol û venêrîna xwe de bihêle. Partiyeke wekî partiya damezirîner a komarê nikare wekî ‘sûpermarketekê’ tenê li gorî rayên nijadperest û neteweperestan tevbigere. Heger tu dibêjî ez dixwazim Tirkiyeyê bi rê ve bibim û pirsgirêkên sed salî bi hiqûq û demokrasiyê çareser bikim, divê nexşerêya te hebe û heke tu metirsî û bar bigirî ser milê xwe; wekî din dê di pêşerojê de krîzeke mezin a meşrûiyetê ji bo wan derkeve.”
‘Destkeftiyên Rojava xeta me ya sor e’
Li ser êrîşên li dijî perwerdehiya bi zimanê Kurdî yên li Rojava û pêşketinên li Şengalê jî Keskîn Bayindir nirxandinên berfireh kirin û ev tişt gotin: “Li ser perwerdehiya zimanê Kurdî ya li Rojava, ji pêşdibistanê bigire heta zanîngehê, xwendekarên Zanîngeha Rojava çend roj in li ser piyan in; Rojava sîstema xwe ya perwerdehiyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê bi şert û mercên zor û zehmet, bi awayekî zanistî, di 15 salan de pêk anî, lê niha Hikûmeta Demkî ya Şamê dixwaze van destkeftiyan biçûk bike û pergala zimanê Erebî zêdetir li Rojava pêş bixe. Ev nayê qebûlkirin û gelê me yê Rojava bi rojan û heftiyan e di çalakiyan de ye da ku destkeftiyên xwe biparêze.”
‘Divê her kesek di destûra bingehîn a Sûriyeyê de cih bigirin’
Divê li çar aliyê Kurdistanê piştgiriyeke mezin bidin helwestê Rojava. Ev pratîka Şamê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê bikaranîn û biçûkkirina pergala perwerdehiya zimanê Kurdî ya Rojava, ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve wekî zextê li Şamê tê kirin, da ku destkeftiyên perwerdehiya zimanê Kurdî yên li Rojava nebin referans û nimûne ji bo pêvajoya Tirkiye û Kurdistanê û daxwazên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê neyên kirin. Hikûmeta Şamê hikûmeteke demkî ye, divê destûrekê çêbike ku civaka Sûriyeyê qebûl bike, ziman û çanda wê di destûrê de cih bigire û her kes Sûriyeyê biparêze. Divê em di destûra Sûriyeyê de cih bigirin, hemû maf, hebûn, çand û zimanê xwe bidin qebûlkirin, rêxistinbûn û sazîbûna xwe biparêzin û bi gelên Elewî, Tirkmen, Suryanî û Mesîhî re rêxistineke hevpar ava bikin.
Li Şengalê jî peymanek di navbera Tirkiye, Başûrê Kurdistan, Iraq û dewletên cîhanî de di 9ê Cotmehê de hatibû îmzekirin da ku hebûn û statûya Şengalê were diyarkirin, û niha hêzên YBŞê bi awayekî civakî, siyasî û leşkerî entegreyî hikûmet û dewleta Iraqê bûn. Ev biryareke erênî bû ji bo parastina Şengalê û pêşeroja wê. Nêzîkî 4 hezar û 500-5 hezar hêzên YBŞê yên ciwanên Êzîdî bi vê peymanê fermî entegreyî artêşa Iraqê bûn, lê hebûna hêzên leşkerî nayê wê maneyê ku pêşeroja civakê bi her awayî diyar dike; ji ber vê yekê hişmendiyeke siyasî û rêxistinbûna civakî ji bo Şengalê pêwîst e ku em li her derê piştgiriyê bidinê. Her çend heta niha xetereyeke mezin ji bo Şengalê tune be jî, divê em xwe sist nekin û bi sazî û rêxistinbûna xwe, bi gelê xwe yê Êzîdî û piştgiriya gelê Kurd, Şengalê bi awayekî otonom, bi ziman û cihêhiya wê biparêzin û li hemberî gef û metirsiyên derdorê û herêmê hem ji aliyê siyasî û hem jî civakî baldar bin da ku dawî li fermanan were.”
‘Helwesta 2 partiyan, rewşa Başûr dixe xeteriyê’
Keskîn Bayindir li ser aloziya di navbera PDK û YNKê û rewşa başûrê Kurdistanê destnîşan kir ku ev rewşek xeter e û got: “Niha aloziyek di navbera YNK û PDKê de heye. PDKê bi yekalî biryar girt ji bo civandina parlamentoya başûrê Kurdistanê ku ev yek nerazîbûneke mezin ji aliyê YNKê ve derxist holê û nîqaşkirina vê aloziyê her tim li ser parvekirina wezaretan tê kirin. Lê bi rastî ev meseleyeke esasî nîn e. Otonomiya başûrê Kurdistanê di sala 1991ê de dest pê kir, di sala 2005an de federasyona xwe îlan kir û di sala 2006an de hikûmeteke hevpar di navbera YNK, PDK û partiyên din de hat damezrandin. Lê tevî parvekirina wezaretan di 2006an de, çandeke demokrasiyê û çanda parastina statûya başûrê Kurdistanê û sazîbûnê rûnenişt.
‘Divê pêşmerge ji kontrola partiyan derbikev’
Di destpêka pêvajoyê de ji bo başûrê Kurdistanê du peyamên krîtîk û dîrokî yên Rêber Ocalan hebûn: yek jê yekîtiya Pêşmerge ye ku ji bin kontrol û venêrîna partiyan derkeve û bibe hêzeke neteweyî ya Kurd û tenê ji bo parastina gelê başûrê Kurdistanê be û têkiliya partiyên siyasî bi Pêşmerge re tune be. Ya duyemîn jî ew bû ku statûya siyasî, parlamentoya başûrê Kurdistanê û rêveberiya başûrê Kurdistanê ji bin kontrol û venêrîna du partiyan derkeve, ji ber ku li başûrê Kurdistanê bi dehan partiyên siyasî hene ku her yek beşeke civakê temsîl dike û divê hikûmeteke hevpar a demokratîk hebe ku li gorî qanûn û yasayan tevbigere. Niha di krîza avakirina hikûmetê de tu qanûn û yasa tuneye, her kes li gorî xwe ye û li hemberî hev bêminet e, û her çiqas statûyeke federatîv û sazî hebin jî, pîvanek û hiqûqek ji bo krîz û aloziyan li ser çanda demokrasiyê û edaletê tuneye.
‘Rêber Ocalan xwest hikûmeteke hevpar û demokratîk ava bibe’
Rêber Ocalan di vê krîza herî dawî de peyam şand da ku krîz mezin nebe û hikûmeteke hevpar û demokratîk a Kurd were damezrandin. Hewldanên me jî hene ku ev krîz kûr nebe û li gorî encamên hilbijartinê hikûmet were damezrandin û em bibin navbeynkar di navbera her du partiyan de, da ku statûya başûrê Kurdistanê lewaz nebe. Ji ber ku her lawazbûneke statûya başûrê Kurdistanê dê li hemberî hikûmeta Iraqê, dewleta Tirkiyeyê, dewleta Îranê û dewletên derdorê lewazbûneke mezin derxe holê. Divê tu hizb, partî, siyaset û tevger li hemberî hev xwe mezin neke û civak jî êdî qîmetê nade vê yekê, ji başûrê Kurdistanê bigire heta 60 milyon Kurd qîmetê nadinê û ev alozî û gengeşiya di navbera PDK û YNKê de her kes weke pirsgirêkeke çêkirî û ji rêzê dibîne û li gorî berjewendiyê ye.”

















