Bedlîs – Dayika Gulê Başak behsa kurê xwe Hîkmet Başak ê çû hewara Kobanê û li wir şehîd ket kir û diyar kir ku wî zordarî û zilm qebûl nedikir û wiha got: “Dema şerê Kobanê dest pê kir, got zilm li ser gelê me heye, ez ê biçim hawara wan.”
Keç û xortên Kurdan di dîroka Kurdistanê de bi helwesta xwe ya azadiyê gelek çîrokên lehengiyê nivîsandin û di vê oxirê de canê xwe dan. Ew di nava gelê xwe de bûn sembolên azadiyê û di dilê her Kurdekî de gihiştin asta herî bi nirx. Ji şehîdên Tevgera Azadiye Kurdistanê Hîkmet Başak (Hîkmet Koçer) jî ji wan xortan e ku li navçeya Tetwan a Bedlîsê di nava malbetek welatparêz hatiye dinyayê. Dema li Rojava şer dest pê dike ew jî di 30ê mijdara 2014an de tev li têkoşînê dibe û li dijî çeteyên DAIŞê li Kobanê şer dike. Hîkmet Başak mehek piştî tevlibûna xwe di 1ê çileya 2015an de li Kobanê şehîd dibe û dibe yek ji nemirê gelê Kurd.
Dayika Hîkmet Başak Gulê Başak behsa lawê xwe kir û dilsoziya wî ya ji bo azadiyê vegot.
‘Kesekî pir bi wijdan bû’

Gulê Başak anî ziman ku kurê wê di zarokatiya xwe de gelekî bi wijdan û dilnizm bûye û hêj wî wextî hezkirina hevalan di nava dilê wî de hebû. Gulê Başak da zanîn ku bavê Hîkmet dema wefat kir, ew hîn sê salî bûye û wiha axivî: “Di 6 saliya xwe de diçû ber pez. Kesekî pir bi wijdan bû û tu carî li hemberî neheqiyê bêdeng nedima. Kesî wekî wî biwijdan min nedîti bû. Me dest bi amadekariyên zewaca Hikmet kir û wê demê şerê Kobanê dest pê kir. Hat û got ‘Dayê ez ê biçim Kobanê’. Min got ‘kurê min, em amadekariya te dikin, em ê te bizewicînin’. Wî got ‘Na ez nazewicim, zilm li ser gelê Kobanê heye. Divê em biçin hawara wan’. Çend caran çû sînor, lê nikaribû derbas bibe. Di ceribandina dawiyê de derbas bû û di dema derbasbûnê de ji ber têlan tiliyan wê birîndar bibû. Tevî vê yekê jî derbas bû û çû, piştî çûyîna xwe çend caran bi telefonê bi me re axivî.”
‘20 roj piştî şehadeta wî Kobanê rizgar bû’
Gulê Başak diyar kir ku Hîkmet di nava şert û mercên giran de li dijî DAIŞê şer kiriye û wiha pê de çû: “Şerekî giran hebû. Dema ku şehîd ket, 20 roj şûn de Kobanê rizgar bû. Beriya ku şehîd bikeve, bi min re axivî û got ‘Wekî baranê gulê li ser me tê raşandin, ecelê me kengê be em ê hingê biçin’. Rojekî dîsa telefon kir, me bi hev re axivî û kêfxweşiya xwe parve kir, me telefon girt. Piştî wê telefonê şehîd ketibû. Hevalên wî telefonê kurê min ê mezin kirin û gotin Hîkmet şehîd ketiye.”
‘Me cenazeyê wî anî Tetwanê û spart axê’
Gulê Başak bal kişand ser pêvajoya anîna cenazeyê kurê xwe û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Em çûn Pirsûsê û me cenazeyê wî anî Amedê û wecîbeyên olî pêk anî. Piştre me anî Tetwanê û spart axê. Xwişkên wî gelekî giriyan, min ji wan re got dengê xwe bilind nekin, qedera wî wisa bû, serê me bilind e. Gelek kes hatibûn, min xêrhatin li hemû kesan kir û got canê hevalên wî sax be. Hikmet mirovekî dilnazik bû, zordarî û heqaretê qet qebûl nedikir.”













