Li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê karkerê di çêkirina avahiyekê de dixebitî di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Turgut Reîs a navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê, di saetên sibê de li qadeke avahî lê dihat çêkirin de, ax şemitî û karkerê dixebitî ma di bin axê de. Bi agahîdayînê tîmên tenduristî, agirkûjî û polîsam hatin li cihê bûyerê. Di encama xebatên rizgarkirinê de karker ji bin axê hate derxistin lê belê tevî hemû mudaxileyan, karker nehat xelaskirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.













