Meclisa Jinan aDEM Partiyê li Sêrtê bi şîara “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” starda çalakiyên 25ê Mijdarê da.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, li Sêrtê destpêka çalakî û bernameyên xwe yên bi şîara “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” ragihand. Gelek jinên nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên ku li Parka Orhan Dogan hatin ba hev, çalakiya Zincîra Mirovan pêk anîn. Di çalakiya ku dowîzên “Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in” , “Li dijî tundiya mêr-dewletê em di serhildanê de ne, em li cem hev in”, “Em bi hêrs in”, “Jin, jiyan, azadî” û wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin de, dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
‘Jin pêşengiya aştiyê dikin’
Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş ku li vir axivî, diyar kir ku jin îsal jî hatine qetilkirin û rûbirûyê her cure tundiyê mane. Sebahat Erdogan Saritaş destnîşan kir ku keda jinan nayê dîtin, xwezaya wan tê talankirin û tundî li ser wan tê ferzkirin û da zanîn ku jin li dijî vê yekê bêdeng namînin û li kolanan, di girtîgehê de û li meclisê li her derê dengê xwe bilind dikin.
Sebahat Erdogan Saritaşê anî ziman ku ew li dijî qetilkirina jinan, talankirina xwezayê, polîtîkayên şerê taybet, newekheviyê û polîtîkayên bişaftinê serî hildidin û wiha got: “Em jin pêşengiya aştî û civaka demokratîk dikin. Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin. Jiyana azad a ku em dixwazin ne kuştin e; em dixwazin bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi hemû mafên xwe yên xwezayî jiyanê ava bikin.”
‘Em ê tekoşîna jiyana birûmet bidomînin’

Piştre Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu dîroka 25ê Mijdarê bi bîr xist û wiha got: “Îro li çar aliyên cîhanê jin li dijî tundiyê têkoşîneke mezin didin. Di vê pergala cîhanê de dema jin her cure tundî û înkarê dijîn, tu carî dev ji têkoşîna xwe ya rêxistinkirî jî bernadin. Em jin dema ku li dijî tundiyê têdikoşin, di heman demê de hewl didin xeyala paşerojê jî derxin holê. Em jin bi nasname û hişmendiya xwe dixwazin ev cîhan êdî biguhere. Ji ber vê yekê jin dema ku tundiya dewleta mêr teşhîr dikin, têkoşîna jiyana birûmet dimeşînin.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Rewşan Arslan jî got: “Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye, heta jin azad nebe civak azad nabe. Em ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
‘Kampanyaya nan aştî û dadwerî’

Piştre li Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Botanê (BOTAN-DER) di çarçoveya kampanyaya “Nan, Aştî û Dadwerî” de hevdîtina jinan hat lidarxistin. Di hevdîtina ku gelek jin beşdar bûn de Sabahat Erdogan Saritaş axivî û wiha got: “Ev sed sal in li ser axa me, xwezaya me û hemû mafên me yên xwezayî şerekî qirêj tê meşandin. Her jina ku li vir rûniştiye ji gundekî ye. Em hemû xwedî mal û xwedî ax bûn. Bi polîtîkayên qirêj em ji gundên xwe koçber bûn û hatin bajêr. Çawa ku gundên me hatin şewitandin, cerdevanî ferz kirin; welatparêzan ev qebûl nekir. Yên ku man jî bedelên giran dan. Zexta dewletê bi her awayî li ser wan hat meşandin. Em ne tenê ji gundê xwe, ji jiyana xwe jî bûn.”
‘Em nikarin debara xwe bikin’
Piştre jinên tev li civînê bûne mafê axaftinê girtin û diyar kirin ku berê wan her tişt bi xwe çêdikir û hewcedarê tu kesî nebûn û wiha gotin: “Her tişt ji mala me bû, me bi xwe çêdikir û ya zêde difirot. Em ne hewcedarê tu kesî bûn. Me nan, penîr û şîrê xwe bi xwe çêdikir. Îro em hatine metropolan û nikarin debara xwe bikin. Sedemên qetilkirina jinan krîza aborî ye. Ji ber krîza aborî û tunebûna derfetên kar ên li bajêr zarokên me çûne bajarên Tirkiyeyê û em nikarin debara xwe bikin.”
Piştî axaftina jinan hevdîtina bi jinan re bi dawî bû.
















