• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Baroya Amedê: Erka hiqûqê ne bêdengkirina zimanan e

    Baroya Amedê: Erka hiqûqê ne bêdengkirina zimanan e

    PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 4ê MIJDARA 2026an

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Baroya Amedê: Erka hiqûqê ne bêdengkirina zimanan e

    Baroya Amedê: Erka hiqûqê ne bêdengkirina zimanan e

    PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 4ê MIJDARA 2026an

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Salvegera darbeya 4ê Mijdarê: Vîna jinên têkoşer têk neçû, bi ser ket

Navenda Nûçeyan / AW

4 MIJDAR 2026 - 09:32
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Wan/Êlih – Di 4ê Mijdara 2016an de li dijî HDPê darbeya siyasî dest pê kir û plana tesfiyekirina siyaseta demokratîk û pergala hevserokatiyê xistin meriyetê. Jinên ku şahidiya wan rojan kiribûn anîn ziman ku desthilata AKP-MHPê xwestin jinên berxwedêr ceza bikin û gotin: “Jin li dijî zordaran serî natewînin.”

Bi ser derbeya siyasî ya 4ê Mijdara 2016an re ku bi girtina hevserok û parlamenterên HDPê dest pê kir û bi tayînkirina qeyiman belavî hemû bajarên Kurdistanê bû, 10 sal derbas bû. Di vê darbeyê de herî zêde saziyên jinan û ciwanan hedef hatin girtin û hewl dan keda bi salan tune bikin. Lê belê jin û ciwanan bi têkoşîn û berxwedana xwe ev hewldan têk birin û destkeftiyên xwe parastin.

Jinên rêveber û endamên saziyan ku şahidiya wan rojan kirin, bandora vê konseptê û têkoşîna jinan a 10 salan ji ajansa me re nirxandin.

‘Civak bi rêya azadiya jinê pêş dikeve’

Endama Komeleya Wêjekarên Kurd a Serhedê (KURDÎWAR) Elîf Gemîcîoglu ku wê demê ew jî xebatkareke şaredariyê bû, destnîşan kir ku darbeya 4ê Mijdara bandora xwe li ser hemû şaredarî û saziyan kir û got ew darbe ne tenê li ser çend kesan, li dijî feraseta ku Tevgera Azadiyê avakiribû pêk hat. Elîf Gemîcîoglû diyar kir ku ev darbe li dijî hevsengiya zayendî û pergala hevserokatiyê bû û wiha got: “Pergala hevserokatiyê di nava xwe de azadî û wekheviyekê diafirîne. Ya ku dihat xwestin di nav civakê de avakirina hevsengiyê bû. Bi vê yekê îradeya jinan li pêş dikeve, jin dibin xwedî gotin û siyaseta xwe û dikarin civakê bi rê ve bibin. Ev yek ji neolîtîkê ve di xwezaya jinan de heye. Bi vê ferasetê jinan dixwest civakê ava bikin. Piştî darbeyê pergalê bi taybetî saziyên jinan kirin armanc, ev jî tê wê wateyê ku feraseta jinên azad ji aliyê pergalê ve nehatiye qebûlkirin. Dema qeyim hatin ewilî stargehên jinan kirin hedef. Saziyên çand û ziman girtin. Ji bo welatekî demokratîk û aram divê pêşiya jinan neyê girtin.”

Elif Gemîcîoglu

‘Dîsa jî jin li her derê ne’

Endama Meclisa Jinan a Şaredariya Artemêtanê Guneş Ogmen Korkmaz bal kişand ser derbeya 4ê Mijdarê û anî ziman ku jin ji zordaran natirsin. Guneş Ogmen Korkmaz destnîşan kir ku girtina saziyên jinan wan têk nabe, berovajî wê xurttir dike û wiha axivî: “Di sala 2016an de her roj êrişî vîna me dihat kirin. Vîna me dihat desteserkirin. Bi vê yekê pergalê dixwest jinan di qada siyasetê de tune bike. Saziyên jinan bi destê qeyiman yek bi yek hatin girtin, ji ber ku pergal ji jinan ditirse. Dixwestin hêza jinan bişkînin û jinan di nav çar dîwaran de dîl bigirin. Dîsa di sala 2025an de jî bi desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, saziyên jinan hemû hatin girtin. Me wekî jinan berxwedana xwe domand û me sazî, dezgeh û kooperatîfên xwe dîsa yek bi yek ava kirin. Em dibêjin jin li her derê û di her qadê de hene, li ber xwe didin û serê xwe natewînin. Aştî û aramî jî wê bi destê jinan bê.”

Guneş Ogmen Korkmaz

‘Xwestin jinên berxwedêr ceza bikin’

Endama Meclisa Şaredariya Artemêtanê Zozan Babûr jî derbarê zext û darbeyê de ku di sala 2016an de dest pê kir, bi bîr xist ku hêzên darbekar xwestin bi rêya darê zorê vîna gelê Kurd asteng bikin û xwestin jinên berxwedêr ceza bikin. Zozan Babûr diyar kir ku 4ê Mijdarê ne tenê dîroka girtin û desteserkirina parlamenteran e û ev yek anî ziman: “Şikestineke dîrokî ye ku xwestin vîna gelê Kurd a ku bi rêya siyaseta demokratîk derxistibû holê bê tesfiyekirin. Armanca bingehîn ew bû ku pêşî li ber gelê Kurd bigirin da ku bi nasname, çand, ziman û daxwazên xwe yên demokratîk di qada siyasetê de bê lawazkirin. Qeyranên piştî hilbijartina 7ê Hezîrana 2015an, jiholêrakirina mekanîzmaya siyaseta demokratîk û rewşa awarte û her wiha desteserkirina şarederiyan û tayînkirina qeyiman encama şênber a vê polîtîkayê bûn. Xwestin bi darbeya siyasî pêwendiya gel û siyaseta demokratîk qut bikin.”

Zozan Babûr

‘Jin wê destkeftiyên xwe biparêzin’

Aktivîsta TJAyê Sînem Çetîn jî bal kişand ser êrişên qeyiman ên li ser destkeftiyên jinan û got ew êriş ne tesadufî bûn, rasterast êrişên li ser pergala hevserokatiyê bûn. Sîmen Çetîn diyar kir ku heke jin di rêvebirinê de xwedî gotin bûna, pergala mêrperest nikarîbû desthilatdar bûya û wiha got: “Xwestin ku bi rakirina pergala hevserokatiyê, biryardayîna jinan a li ser mekanîzmaya rêvebirinê têk bibin. Ji hêza rêxistinkirî ya jinan ditirsiyan, lê divê bizanin ku destkeftiyên jinan bi zext û zoran nayên pûçkirin. Jin îro jî li ber xwe didin û wê destkeftiyên xwe biparêzin.”

Sînem Çetîn

‘Xwestin tola rizgarkirina Kobanê ji siyaseta Kurd hilgirin’

Endama Meclisa Jinan a DEM Partiya Êlihê Gulcemal Erdînç destnîşan kir ku 4ê Mijdara 2016an ji aliyê AKPê û dewletê ve derbeyek siyasî li ser qada siyaseta Kurdan pêk hat û wiha axivî: “Bi vê derbeyê xwestin tola azadkirina Kobanê ji siyaseta Kurd hilgirin. Ev operasyonên siyasî yên ku ji wê rojê heta îro berdewam dikin, rê li ber siyaseta demokratîk digirin. Ji wê rojê heta niha hê jî tu tiştekî nehatiye guhertin. Tevî ku niha Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin heye jî hê bêhtir zextan didin avakirin û operasyonên zêde dikin.”

Gulcemal Erdînç
Etîket: Darbeya 4ê MijdarêHDPpergala hevserokatiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

15 TÎRMEH 2026
Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

18 HEZÎRAN 2026
DEM Partî: Divê hemû berpirsên komkujiya 5ê Hezîranê bên darizandin

DEM Partî: Divê hemû berpirsên komkujiya 5ê Hezîranê bên darizandin

5 HEZÎRAN 2026
Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

4 HEZÎRAN 2026
‘Fikra siyasî’ kirin hinceta qutkirina alîkariya sê astengdaran!

‘Fikra siyasî’ kirin hinceta qutkirina alîkariya sê astengdaran!

21 MIJDAR 2025
‘Têkoşîna azadî û demokrasiyê berfireh bikin’

‘Têkoşîna azadî û demokrasiyê berfireh bikin’

2 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne