Li navçeya Hexezê ya Şirnexê kampanyaya “Ji bo Nan, Aştî û Dadweriyê Budçe” hat destpêkirin. Hevserokê DEM Partiyê ya Şirnexê Ramazan Uysal di daxuyaniyê de got ku ew dibînin ku di budçeya sala 2027an de di bernameya desthilatdariyê de tu guhertin çênebûye.
Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê, bi daxuyaniyekê û serdana esnafên bazarê kampanyaya “Ji bo Nan, Aştî û Dadweriyê Budçe” ragihand. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kes tevli daxuyaniya li pêşiya avahiya DEM Partiyê yê Hezexê hatiye dayîn bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Budçeya seba nan aştî û dadî” hat vekirin.
‘Weke her sal cardin budçeya ewlehiyê hatiye amadekirin’
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Uysal axivî û diyar kir ku budçe, belgeyên berçav in ku nîşan didin bê ka desthilatdarî li cem kê ye û wiha got: “Em dibînin ku di budçeya sala 2027an de di bernameya desthilatdariyê de tu guhertin çênebûye. Têgihîştineke ku barê bacê dixe ser milê kedkaran û berjewendiyên sermayeyê diparêze serdest e. Desthilatdarî di polîtîkayên xwe yên xelet ên aboriyê de israr dike.”
Ramazan Uysal bertek nîşanî bûdçeya li ser ewlehiyê hatiye amadekirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Wekî sala borî, îsal jî çavkanî ji bo sepanên ewlehiyê hatine veqetandin. Budçeya 2027an ne budçeya refahê ye. Ev budçe ne budçeya gel e, budçeyeke ku pirsgirêkên heyî kûrtir dike ye. Em ne ji bo şer, ji bo gel budçeyê dixwazin. Em budçeyeke ku çavkaniyê ji xwezayê re vediqetîne dixwazin. Budçeyeke din pêkan e. Budçeyeke demokratîk pêkan e. Em ê li her derê bibêjin ji bo nan, aştî û dadweriyê budçe.”
‘Em li her derê ji bo budçeya gel bixebitin’
Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî got ku ew li her kolanê, pirsa “Hûn budçeyeke çawa dixwazin” ji her kesî dikin û wiha axivî: “Em li her derê li qadan in. Em ji gel dibirsin bê ka ew budçeyeke çawa dixwazin. AKP û MHPê wekî her sal, îsal jî ji bo şer û sermayeyê budçeyek amade kirin. Divê budçe ne ji bo şer, ji bo gel be. Em ê ji bo vê yekê li her derê mûxalefeta xwe bikin. Ji bo gel, xizan û kedkaran çi ji destê me bê em ê bikin.”
Serdana bazarê û belavkirina belavokên kampanyayê
Piştî daxuyaniyê serdana bazara ku her roja sêşemê li navçeyê tê avakirin hat kirin, belavokên ku ji bo kampanyayê hatibûn amadekirin li kiryar û esnafên bazarê hatin belavkirin. Di serdana bazarê de dirûşma “Ji bo şer na, ji bo kedkaran budçe” hat berzkirin.












