Înîsiyatîfa Gel a Welatpatêz li semta Okmeydanê ya navçeya Qaxithaneyê û Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Gazîosmanpaşayê 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, bi fîşekên hewayî pîroz kir.
Bi munasebeta 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajarên Kurdistanê û navendên cihanê bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin. Li Stenbolê jî Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Gazîosmanpaşayê li navçeyê cihên cuda fîşekên hewayî teqan û 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.
Înîsiyatîfa Gel a Welatpatêz jî li semta Okmeydanê ya navçeya Qaxithaneyê ya Stenbolê bi fîşekên hewayî teqan û 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.
















