Di çarçoveya 2emîn Mîhrîcana Govendê ku bi diruşmeya “Mil bi mil, ber bi aştiyê ve” dest pê kiribû de, panela li ser mijara “Di parastin û geşkirina çanda Kurdî de rola govendê çi ye” hat lidarxistin.
Li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Çand, Huner û Wêje ya Jinan (KASED), Sanatça Organîzasyon û Komeleya Dîcle ya Çand û Hunerê ve 2yemîn Mihrîcana Govendê hate lidarxistin. Mihrîcan bi dirûşma “Mil bi mil ber bi aştiyê ve” û bi meşa cil û bergên Kurdî dest pê kir. Piştî meşê li Çand Amedê panela bi mijara “Di dîroka çand Kurdan de girîngiya govendê” hat lidarxistin. Dr. Hîkmettîn Atli û Dr. Dîlaver Zeraq wek axivêr di panelê de cîh girtin. Axivêran li ser mijarên wek ‘Folklor û nasname’ , ‘Di parastin û geşkirina çanda Kurdî de rola govendê çi ye?’ rawestiyan.
Mîhrîcan dê sibê di navbera saet 18:00/23:0 an de bi nîşandana govendên herêman û bi konsera Neslîhan Edîş bi dawî bibe.
















