• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
31 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Tevgera Azadiyê Rojbîn Sonmez hate bibîranîn

    Endama Tevgera Azadiyê Rojbîn Sonmez hate bibîranîn

    Walîtiya Şirnexê bûye kargeha xizmên AKPiyan

    Walîtiya Şirnexê bûye kargeha xizmên AKPiyan

    Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji doza Kerboranê bernadin

    Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji doza Kerboranê bernadin

    KNK: Azadkirina Kobanê bûyereke siyasî, akademîk a dîrokî ye

    KNK: Azadkirina Kobanê bûyereke siyasî, akademîk a dîrokî ye

    Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

31 COTMEH 2026 - 13:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê weke her hefteyê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer werin girtin û cezakirin.

Çalakiya lêgerîn û daxwaza edaletê ya Xizmên Windayan û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlih û Colemêrgê berdewam dike. Li her sê bajaran weke her hefteyê Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê çalakî li dar xistin û xwestin winda bên dîtin û faîl-kujer bên girtin û ceza kirin.

AMED

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 925emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.

ÎHD û malbatên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram pirsîn. Mehmet Şîrîn Bayram di Mijdara sala 1996an de li navçeya Pasûrê ya Amedê ji aliyê cerdevan û leşkeran ve hatibû windakirin. Di çalakiyê de destpêkê dayika Mehmet Şîrîn Bayram, Remziye Bayram axivî. Remziye Bayram bal kişand ser pêvajoya aştiyê û wiha got: “Ev zêdetirî 2 salan e ku pêvajo destpê kiriye, lê ji bo kesên ku bi destê dewletê hatine windakirin tu tişt nehatiye kirin. Faîl nehatine dîtin û tu kes nehatiye cezakirin. Divê faîl werin dîtin û kesên ku ev tişt kirine werin cezakirin.”

Piştre xwişka Şîrîn Bayram, Halîme Bayram axivî û bal kişand ser çîroka birayê xwe û xwest kesên birayê wê kuştine werin girtin û cezakirin.

Piştre Endama Komisyona Windayan a ÎHDê Berfîn Elçî çîroka windakirina Mehmet Şîrîn Bayram xwend.

Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Amed

ÊLIH

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Êlihê jî di hefteya 761emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Nazim Gulmez ê ku di 15 Cotmeha 1994an de li gundê Qirmizîkoyê yê navçeya Xozatê ya Dêrsimê ku ji aliyê leşkeran ve hatibû revandin û qetilkirin hate pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê, Xizmên Windayan, Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn. Girseyê di çalakiyê de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin hildan.

Çîroka windakirina Nazim Gulmez ji aliyê Emdamê Şaxa ÎHDê ya Êlihê Bîlal Bîlgîn ve hate xwendin.

Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

COLEMÊRG

Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” ku di hefteya 251an de ye, li Kolana Hunerê ya Geverê berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Abdulkerîm Yurtseven, Mîkdat Ozenen û Mûnîr Saritaş yên ku di 27ê Cotmeha 1995an de li gundê Alyewa yê bi ser navçeya Geverê ve hatibûn binçavkirin û windakirin hate pirsîn.

Daxuyanî, ji aliyê Hevseroka ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 31 sal in kujerên Abdulkerîm Yurtseven, Mîkdat Ozenen û Mûnîr Saritaş nehatine darizandin.

Piştî daxuyaniyê neviya Abdulkerîm Yurtseven, Zelal Yurtseven li ser navê malbatê axivî. Zelal Yurtseven destnîşan kir ku bapîrê wê di 73ê saliya xwe de hate windakirin û heta niha kes nehatiye darizandin û cezakirin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Etîket: hezaran windaŞaxên ÎHDêWindaXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan û ÎHDê aqûbeta windakiriyan pirsîn

24 COTMEH 2026
Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

17 COTMEH 2026
Şaxên ÎHDê: Divê girtiyê nexweş Celal Yildirim tavilê were berdan

Şaxên ÎHDê: Divê girtiyê nexweş Celal Yildirim tavilê were berdan

12 COTMEH 2026
Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

10 COTMEH 2026
Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Encamnameya Înîsiyatîfa Demokratîk: Divê aştî neyê paşguhkirin û statuya Ocalan bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne