* Endama MAF-DADê parêzer Rengîn Ergul civîna Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê ya ku dê di meha Kanûnê de were lidarxistin bi bîr xist û diyar kir ku plansaziya wan heye ku beriya civînê, ew bi Komîteya Wezîran re civîneke giştî li dar bixin û got: “Ne tenê li ser komîteyê, divê li ser Meclisa Tirkiyeyê jî zext bê kirin.”
* Kobanê li dijî êrişên hovane yên DAIŞê û polîtîkayên qirkirinê, bi berxwedaneke fedaî rabû ser pêyan û ev berxwedan veguherî serhildana rûmetê, bû mîrateyeke bêhempa ya azadiyê û mohra xwe li dîroka mirovehiyê xist.
* Hamîde Kuşar xwest xwe bigihîne gora lawê xwe Tîtan Kuşar ê di sala 2017an de li Rojavayê Kurdistanê di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû.
* Li ser banga 80ê jinên ku di nava wan de rojnameger, nivîskar, akademîsyen, aktivîst û siyasetmedar hene, dê li eywana Odeya Endezyarên Înşaatê ya Enqereyê 2 rojan konferansa, “Jin li rex hev qala siberojê dikin” li dar bixin. (10:00)
* Şaxa SESê ya Êlihê dê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Êlihê 12emîn Kongreya xwe li dar bixe. (10:30)
* Endama YJA Starê Rojbîn Sonmez (Dilzar Rêber Andok) dê di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li Amedê were bîranîn. (11:00)
* Dayikên Şemiyê dê di heftaya 1127emîn de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê bidomînin. (12:00)
* Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Riha û Colemêrgê dê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiyên xwe bidomînin. (12:00)
* ÎHDa Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, dê li pêşiya Sumerbanka Kevn a Konakê daxuyanî bide (13:00)
* Çîrokbêj Ayhan Erkmen dê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Êlihê bi çîroka “Hewarê” ya Celadet Alî Bedirxan, derkeve ser dike. (20:00)










