Li Colemêrgê taxa Baglarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ gelek mobese hatin danîn.
Li Colemêrgê û navçeyên wê di demên dawî de gelek tax û kolanan de kamerayên mobeseyê hatin danîn. Zêdebûna tedbîrên “ewlehiyê” li seranserê bajarê Colemêrgê gihişt asteke nû. Li taxa Baglarê ya navenda Colemêrgê bi hinceta “ewlehiyê” gelek tax û kolanan mobese hatin bicihkirin. Mobeseyên ku li çar aliyê taxê hatine bicihkirin, di çarçoveya azadiyên kesane û parastina jiyana taybet de bûne sedema rexneyan. Tê parastin ku çavdêrîkirina qadên jiyana rojane ji aliyê mobeseyan ve, hesteke bêbaweriyê çêdike ku çanda taxê û azadiya kesane sînordar dike.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî herî dawiyê li taxa Orman û Cumhuriyetê li gelek kolanan mobase hatibûn danîn.















