• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

    Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Malbatên cangoriyan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîstiyeka girîng e

    Malbatên cangoriyan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîstiyeka girîng e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

    Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Malbatên cangoriyan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîstiyeka girîng e

    Malbatên cangoriyan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîstiyeka girîng e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

Firat Tûnç / AW

29 COTMEH 2026 - 08:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha – Yek ji fermandarên YBŞê Kurtay Şengalî derbarê girîngiya pêvajoya entegrasyona demokratîk de axivî û diyar kir ku ev pêngav ne teslîmbûn e, berovajî wê tevlibûn û serkeftineke mezin a civaka Êzidî ye.

Di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û hikûmeta navendî ya Iraqê de di 26ê Cotmeha 2026an de geşedaneke girîng pêk hat. Piştî hevdîtinên dûr û dirêj yên di navbera rêveberiya her du aliyan de, di 26ê Cotmeha 2026an li Çilmêra Civîna Çiyayê Şengalê hat ragihandin. Bi tevlibûna fermandariya YBŞ-YJŞê, 60 şervanên hêzên parastina Şengalê, dayik û oldarên Êzidî, rawêjkarê Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, Parêzgarê Nînowayê û hejmarek rayedarên payebilind ên artêşa Iraqê merasîmek hat lidarxistin. Ragihandina geşedanê ya di çarçoveya entegrasyona demokratîk de ji bo mîsogerkirinê mafê xweparastin û xwerêveberinê yê civaka Êzidî û hemû gele Şengalê, weke gaveke girîng û dîrokî hat nirxandin.

Têkildarî vê pêngava dîrokî û pêvajoya entegrasyonê yek ji fermandarê YBŞê û Kurtay Şengalî yê ku ji destpêkê ve ji bo pêngav pêş bikeve di nava xebatên danûstendinê de cih girtiye û di heman demê di nava merasîma 26ê Cotmehê de cih girtîbû, ji ajansa me re axivî.

‘Di dîroka Êzîdxanê de pêngaveke nû û berfireh e’

Fermandarê YBŞê Kurtay Şengalî destnîşan kir ku ev geşedan ne ji xwe ve çêbûye, bi ked, hewldan û berdêla giran a hevalan hatiye bidestxistin û got: “Em nêrînên ku vê pêngavê wek ‘teslîmbûn’ dinirxînin, red dikin. Ev tiştekî nerast e. Tesîmbûn nîn e, tevlîbûn heye. Tevlîbûna di nava dewletê de û miletê xwe parastin e û ji bo me ya esas jî ev e. Berî sala 2014an Şengal li ser sifreya berjewendiyên hizbî û şexsî dihate bikaranîn û ji hemû aliyan re ji bo êrişan vekirî bû, lê îro bi saya îradeya gel û hêzeke rêxistinkirî ya wekî YBŞê rewş guheriye. Di dîroka Êzîdxanê de cara yekem e ku hêzekî bi vî rengî ji nava jenosîd û qirkirineke mezin, bi îradeya xwe rabûye li ser xwe, xwe rêxistin kiriye û bi îradeya xwe jî entegrasyona xwe pêk tîne.”

Girîngiya Tifaqa stratejiyê

Di berdewama axaftina xwe de Kurtay Şengalî bal kişand ser girîngiya tifaqa girîng a hatiye pêkanîn û ev tişt anî ziman: “Ji bo me tişta ku civakê bi ser bixe tifaqên girîng in. Weke YBŞ, têkiliyên me bi neteweyên dîtir re, weke Kurd, Ereb, Suryan, Mesîhî û hemû pêkhateyên li Iraqê, li ser bingeha dostaniya stratejîk in. Em vê bi tenê li ser esasekî taktîkî an berjewendiyan nakin.”

‘YBŞ û YJŞ têk naçe, bi îradeya xwe entegre dibe’

Kurtay Şengalî bal kişand ser xetereyên li ser sînorên Şengalê û Iraqê û destnîşan kir ku ji bo parastina ewlehiyê, YBŞ wê di nava hêzên ewlekarî û artêşê de cih bigire û ev yek anî ziman: “Ne hinek yên din YBŞê ava kirine û dê piştre hilweşînin û têk bibin. YBŞê xwe bi xwe ava kir û bi îradeya xwe entegre dibe. Ev daxwaza gel ê me bixwe bû. Me bi mehan bi hikûmeta Iraqê re hevdîtin kirin û ev gihîşt encamekî serkeftî. Êdî berpirsiyariya me wekî şervanên Êzîdxanê zêdetir dibe. Tevî hemû êrişên dewletên cuda, Tirkiyeyê, hêzên herêmî û şerê taybet, civaka Êzîdî û remzên YBŞê û YJŞê dê her tim di nava gel de bilind man û serkeftin bi dest xistin.”

Ji 2014an ber bi serdemeke nû ve

Kurtay Şengalî diyar kir ku dema di navbera salên 2014 û 2016an de serdemeke şerê giran bû, di navbera 2016 û 2026an de jî şerê germ û şerê taybet bi awayekî piştperdeyê hat meşandin û destnîşan kir ku civaka Êzidî piştî 26ê Cotmehê gihişt qonaxeke pir nûtir, cuda û axaftina xwe wiha domand: “Entegrebûn çi ye? Entegrebûn ew e ku tu karibû nûnertiya xwe, mafê xwe, çanda xwe, zimanê xwe, baweriya xwe û ola xwe di nava dewletê de bi cih bikî. Em ê di nava hêzên dewletê de bi awayekî rêxistinî cihê xwe bigirin. Di parastina civaka Êzîdî de em û hêzên fermî bi hev re, hevkar in.”

Banga tifaqê ji bo hemû gelê Şengalê

Di dawiya axaftina xwe de Kurtay Şengalî destnîşan kir ku Êzidiyan îrada xwe ya siyasî bi berxwedan û şer da qebûlkirin, îro li parlamentoyê û di qada siyasî de xwedî hêz û firsend in û bang li hemû pêkhate û eşîrên Şengalê kir ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û wiha derbirî: “Heke biryarek û îradeyeke xurt hebe, em ê hemû bi ser bikevin. Ev ji bo Êzidxanê şoreşek e. Pêngava ewil bi daxuyaniyekê dest pê kir, gav bi gav û merhele bi merhele em ê hemû karên xwe bi raya giştî re parve bikin. Fikra Rêber Apo ya ji bo xwe avakirina civaka Êzidî ji bo me sedî sed derbasdar e. Em her kesî vedixwînin vê serkeftinê. Bila entegrasyona demokratîk ji bo hemûyan bibe wesîleya serkeftinê. Bijî entegrasyon, bijî Êzîdxan!”

Etîket: Entegrasyona DemokratîkÊzidîÊzîdxanfermandar Kurtay ŞengalîSengalYBŞYJŞ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

YBŞ-YJŞê peymana bi Bexdayê re ragihand: Şervanê me beşdarî ewlehiya federal dibin

YBŞ-YJŞê peymana bi Bexdayê re ragihand: Şervanê me beşdarî ewlehiya federal dibin

26 COTMEH 2026
Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

26 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Me bi YBŞê re li hev kir

Serokwezîrê Iraqê: Me bi YBŞê re li hev kir

24 COTMEH 2026
‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

23 ÎLON 2026
Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

22 ÎLON 2026
Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne