• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê ji bo zimanê Kurdî şahiyek bi heybet hat lidarxisitn

Amed / AW

22 SIBAT 2025 - 23:33
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Amedê bi beşdariya stranbêj Ayfer Duzdaş û Alî Tekbaş û Şanoya Bajêr a Amedê şahiyek bêhempa hat lidarxistin û di peyama girîngiya zimanê Kurdî hat dayîn.

Bi pêşengtiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Sanatça Organîzasyon û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê li ÇandAmedê bi beşdariya stranbêj û şanogeran şahiyek bêhempa hat lidarxistin. Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar, Hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag, rêveberên MED-DERê û bi sedan welatî tev li şahiyê bûn.

Kêliya ku welatiyan li salona mezin a ÇandAmedê cihê xwe digirtin, şagirtên Koperatîfa Çand, Hûner û Ziman a ANKAyê bi berzkirina dirûşmeya “Zarok ziman û azadî” û bi cil û bergên xwe yên Kurdî hatin salonê. Di vê kêliyê de atmosfera li salonê derket asta herî jor û her kesî ji zarokan re li çepikan da û dirûşm berz kirin. Zarok di ser dikê re derbasî cihê xwe bûn û beşdaran silav kirin.

Welatiyên ku beşdarî şahiyê jî bûn ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser girîngiya zimanê Kurdî û xwestin ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.

Şahiyê bi pêşandana sînevîzyonek ku qala xebatên MED-DERê û saziyên din ên zimanê Kurdî dikir dest pê kir. Sînevziyonê bal kişand ser pêkitû û qedexeyên li ser zimanê Kurdî.

‘Zimanê me nasnama me ye’

Piştî sînevizyonê Hevserokê MED-DERê Remzî Azîzoglu axivî û da zanîn ku Kurd bi salan in ji bo nasnameya xwe têdikoşin û got: “Her çiqas bixwazin ku zimanê Kurdî bikeve bin xeteryê jî lê em ê destûrê nedin. Zimanê me nasnamame ye. Ji ber ku nasnameya me winda nebe divê Kurd bi her awayî xwedî li ziman û nirxên xwe derkevin.”

‘Em hemû berpirsiyarê parastina zimanê xwe ne’

Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar jî axivî û bal kişand ser girîngî û parastina çand û zimanê Kurdî. Cengîz Dundar banga xwedî derketina li zimanê Kurdî kir.

Seroka Daîreya Karên Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş jî axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji bo zimanê xwe sedsalan e li ber xwe dide û got: “Em hemû berpirsiyarê parastina zimanê xwe ne. Divê em her roj her saet xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Ayfer Duzdaş bi stranên xwe welatiyan bir herêma Sêwaz û Meletiyê

Pîştî axaftinan şahiyê dest pê kir. Ewilî stranbêj Ayfer Duzdaş ku meqam û terza stranên herêma Sêwazê tê nasîn derket ser dikê û ji vê herêmê gelek stran gotin.

Bi skêçê bal kişandin ser girîngiya Kurdî

Bi du stranên Ayferê re ekîba Şanoya Bajêr a Amedê derket ser dikê û skêça “Kurdî û Banqe” pêşkêşî beşdaran kir. Skêç behsa girîngî û xwedî derketina li zimanê Kurdî dikir. Di skêça de hat nîşandan ku banqeyên ku li welatiyan digerin çawa bi zimanê Tirkî Kurdan asîmile dikin û bal kişandin ser nebûna xizmeta van saziyên cemaweriyê ya ne bi Kurdî.

Lawjeyên Colemêrgê salon rakir ser pêya

Piştre jî stranbêj Alî Tekbaş derket ser dikê û coş û peroşa li salonê derxist asta herî jor. Alî Tekbaş ê ku lawje û selîqeyên herêma Colemêrgê tê nasîn bêtirîn stranên herêma Colemêrgê gotin û welatiyan li ber stranên xwe coşand.

Şahî li ber stranên Alî Tekbaş û gerandina govendê bi dawî bû.

Tekbaş: Divê êdî zimanê Kurdî bigihîje statuya xwe

Alî Tekbaş piştî konserê ji ajansa me re axivî û pîrozbahiyê li ajansa me kir. Alî Tekbaş da zanîn ku Kurd jî wek her netewê bi ziman, çand û stranên xwe tên zanîn. Alî Tekbaş destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî êdî bigihîje azadî û statuya xwe û xwest perwerdehiya bi zimanê Kurdî wek mafekî were nasîn.

Etîket: 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya CîhanêAlî TekbaşAyfer DuzdaşkonserMED-DERZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne