Komeleya TUHAD-DER a Botanê têkildarî binpêkirina mafan ên li zindanan tên jiyîn û ji bo gavên şênber bên avêtin, li ber Edliyaya Sêrtê daxuyanî da û wiha got: “Daxwaza girtiyên siyasî ew e ku di demek kurt de bigihêjin azadiya xwe.”
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-DER) ya Botanê têkildarî binpêkirina mafan ên li zindanan û ji bo ku gavên şênber bên avêtin li pêşiya avahiya Edliyeya Sêrtê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên saziyê, partiyên siyasî yên bajêr, Hevserok û endamên OHDa Amedê û ya Êlihê, Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, TJA, ÎHD û gelek saziyên sivîl ên civakî tev li bûn. Girseyê dowîzên ku li ser wan “Ji girtiyên nexweş re azadî û ji yasaya înfazê re na”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji girtiyên siyasî re azadî” hatibûn nivîsandin hildan. Pankarta “Azadî ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye paşxistin” hilgirtin. Dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Endamê TUHAD-DERa Botanê Fûat Yildirim ve hate xwendin.
‘Daxwaza girtiyên zindanan azadî ye’

Fûat Yildirim di destpêka axaftina xwe de balê kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got: “Bi bangewaziya birêz Abdullah Ocalan re serdemeke nû dest pê kiriye û hêviyên aştiyê her ku çûye mezintir bûye. Di demeke wiha de, dayik û malbat bi hêvî û baweriyeke mezin li bendê bûn ku deriyên zindanan bê vekirin. Ji bo azadiya girtiyên siyasî kelecan û hêviyeke mezin daye avakirin. Daxwaza girtiyên siyasî ew e ku di demek kurt de bigihêjin azadiya xwe.”
‘Armanc dikin civakê ji nirxên wan dûr bixin’
Fûat Yildirim anî ziman ku mexdûriyetên girtîgehan tevî cezayên girtiyên siyasî qediya ye jî berdana wan li paş dixin û bi şewitandina înfazê re rê li ber azadiya wan digirin û ev tişt anî ziman: “Di serdemeke ku ji bo bihêzbûna siyaseta demokratîk û ji bo aştiya civakî bibe domdar hewldan berdewam dikin. Polîtîkayên şerê taybet ne tenê bi rêbazên leşkerî sînordar in. Armanc dikin ku bi bandorkirina cîhana fikrî, nirxên exlaqî û îradeya siyasî ya civakê re, civakê ji nirxên wê yên resen dûr bixin.”
‘Banga me ji Serokkomar û kesên têkildar re ye’
Di dawiya axaftina xwe de Fûat Yildirim diyar kir ku tiştên diqewimîn nîşan didin ku li girtîgehan her diçe zext hîn girantir dibin û wiha qala şert û mercên zindanan kir: “Disa jî normalkirina vê pêvajoya ku em tê de ne, rêbazeke zêdetir adil û wijdanî ferz dike. Em ji vir, di serî de ji birêz Serokkomar re, ji Wezareta Dadê re û ji sazî û rayedarên dewletê yên têkildar re bangeke eşkere dikin; Pêvajoya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ a ku em tê de ne, di nav hemû gelan û hemû beşên civakê de hêvî, bawerî û biryardariyê mezin dike.”
Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.
















