Enqere – Platforma Saziyên Demokratîk li dijî astengkirina berdana girtiyên siyasî yên jin li pêşiya Wezareta Dadê daxuyanî da û ev pirs kir: “We bi kîjan hincetên hiqûqî, berdana Zelîha Ustabaşê taloq kir?”
Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî sepanên Lijneya Çavderî û Rêveberiyê ya Girtîgehan ku berdana girtiyên jin asteng dike, li pêşiya Wezareta Dadê daxuyanî da. Endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî yên demokratîk, saziyên hiqûqê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî astengkirina berdana girtiyên siyasî di nobede de ne” hat vekirin û wêneyê jinên girtî ên berdana wan tê astenkirin hatin rakirin. Girse di çalakiyê de dirûşmên, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindandan” berz kirin. Platformê di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa Zelîha Ustabaş a cara 5emîn e ku berdana wê tê astengkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Nebahat Çalpan ve hat xwendin.
Nebahat Çalpan bi lêv kir ku Lijneya Çavderî û Rêveberiyê ya Girtîgehan berdana Zelîha Ustabaşê bi awayekî derveyî hiqûqê taloq dike û wiha got: “Em li vir dipirsin, ‘We bi kîjan hincetên hiqûqî, berdana Zelîha Ustabaşê taloq kir? Çima Wezareta Dadê li dijî vê sepanên ku berdana girtiyan dirêj dike mudaxaleyeke bibandor nake? Em li vir careke din bang li Wezareta Dadê dikin; Dev ji sepanên berdana girtiyên jin ên li Sîncanê asteng dike berdin. Berpirsyariya xwe bi cih bînin û rê nedin ku Lijneya Çavderî û Rêveberiyê ya Girtîgehan weke Dadgehê tevbigere. Em dev ji daxwaza edaletê û teşhîrkirina bê hiquqiyê bernadin. Heta Zelîha Ustabaş û girtiyên berdana wan bi awayeke derveyî hiqûqê tê taloqkirin, digihijin azadiyê xwe, em ê şopdarê vê bêhiquqiyê bin.”
Sekretê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Osman Çîftçî jî bi lêv kir ku astengkirina berdana girtiyên siyasî li dijî rihê pêvajoyê ye û xwest sepanên pêşî li berdana girtiyan siyasî digirin, bi dawî bibin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên, “Bijî berxwedana zindandan” û “Girtiyên siyasî rûmeta ne” ve bidawî bû.

















